Serokwezîrê Fransayê Sébastien Lecornu, piştî bûyerên tundiyê yên dawiya heftiyê, ragihand ku heke hewce bike ew dikarin rewşa awarte ragihînin, lê belê qedexeya derketina derve ya herêmî guncavtir dibînin.
Lecornu, ji bo parastina kargehan ji waliyan daxwaz kir ku li hin herêman biryara qedexeya derketina derve bixin meriyetê.
Lecornu, çepgirên radîkal sûçdar kir ku heta hilbijartinên serokkomariyê hewl didin li welat tevliheviyê derxin.
Wezîrê Karên Navxweyî Laurent Nuñez, ragihand ku ji bo rêgirtina li bûyerên talankirinê dê hejmara polîs û cəndirmeyan bê zêdekirin.
HERÎ KÊM 3 HEZAR KARGEH ZIRAR DÎTIN
Hikûmêtê, ragihand ku di bûyeran de herî kêm 3 hezar kargeh zirar dîtine yan jî hatine talankirin. Lecornu, da zanîn ku ji bo kargehên ku zirar dîtine dê xebata demkurt û fona piştgiriyê ya taybet bê ava kirin.
Yekîtiya Şaredarên Fransayê bûyerên tundiyê wekî “çalakiyên pir giran ên ji berê ve hatine plansazîkirin” bi nav kir û xwest ku rêbazên mudaxaleyê yên hêzên ewlehiyê bêne guherandin.

