Êlek Zer piştî xwepêşandanên ku roja Şemiyê li Fransayê li dijî buhabûna jiyanê hatin lidarxistin û li gelek bajaran veguherîn talan, şer û pevçûnan, dubare wê çalakiyan li dar bixin.
Êlek Zeran roja duşemê daxuyaniyek dan û dan zanîn ku wê 24’ê Cotmehê roja Şemiyê çalakiyeke neteweyî ya nû were lidarxistin.
‘EM Ê HÊZA TEVGERÊ BIPARÊZIN’
Koordînasyona Êlek Zeran diyar kirin ku daxwaza têkildarî lidarxistina çalakiyeke nû her ku diçe zêdetir dibe.
Berpirsekî tevgerê diyar kir ku ew ê vê daxwaza tevgerê bişopînin û got ku piştî çalakiyên 24’ê Cotmehê û 31’ê Cotmehê wê ji bo çalakiya 5’ê Mijdarê jî amadekariyên xwe bidomînin.
Her wiha koordînasyonê axaftina Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron a roja Yekşemê ya li ser televîzyonê jî rexne kir û weke ‘’gotineke vala’’ pênase kir.
Koordînasyona sendîkayên weke CFDT, CGT, FO, Unsa û FSU’yê bang li xebatkarên dewletê û sektora taybet kirin ku 5’ê Mijdarê beşdarî grev û xwepêşandanan bibin.

