Duşem, 19 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    TUAY-DER’ê bertek nîşanî paşxistina berdana girtiyan da: Girtiyan serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîhat Bertan ê piştî 31 salan hate tehliyekirin: Em xwedî li pêvajoyê derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçyîgît a ji DEM Partiyê: Divê mexdûriyeta gel were çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê, xwest ku şaredarî ji bo zimanê Kurdî serî li wezaretê bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûlûs: Xizmeta tenduristiyê divê ji bo her kesî bê pere be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zubeyîr Aydar: Mafê Kurdan jî heye ku li ser kursiya Neteweyên Yekbûyî biaxive

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê goristana ku bi salan qedexe bû hatiye xerakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Dijberên demokrasiyê, ji entegrasyona demokratîk ditirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Şerîf Eşnab ê ku li Îranê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Farqînê meşa li dijî hişbir û fihuşê: ‘Em ê Farqînê bi hev re biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê
Rojane

Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku pêvajo ji ser partiyan re ye û divê  qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê û got, “Pêwîstiya Tirkiyeyê ya lezgîn ew e ku bi aqilekî hevpar pirsgirêkan bi diyalog û muzakereyê çareser bike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bi Serokê Giştî yê Yenî Partiyê Ozgur Ozel re li navenda giştî ya Yenî Partiyê hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê li li Navenda Giştî ya Yenî Partiyê daxuyaniya hevpar hat dayîn. 

Di serî de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û bi lêv kir ku wan serdana sazî û sendîkayan kirine û bi serdana Yenî Partiyê re ew ê dest bi serdana partiyên siyasî bikin.

‘DIVÊ QANÛNA ÇARÇOVEYÎ BIKEVE MERIYETÊ’ 

Tuncer Bakirhan diyar kir ku wan di hevdîtinê de li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gotûbêj kirine û wiha got: “Me krîza aborî û geşedanên li herêmê girt dest û fikir û pêşniyarên xwe gotin. Qanûna çarçoveyî derbas bû û em derbasî merhaleyeke nû bû. Bendewariya hemû kesan ew e ku qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê û sererastkirinên qanûnî bên kirin. Em li ser vê mijarê jî axivîn. Ji bo ew qanûn bê sepandin berpirsyariyeke mezin dikeve ser sazî, sendîka û partiyên siyasî. Divê meclis rol bigire û Serokê Meclisê birêz Numan Kurtulmuş divê bikeve nava hewldanan. Li meclisê jî komîsyonek bihata avakirin lê hê nehatiye avakirin. Divê hemû partiyên siyasî jî di vê komîsyonê de cih bigirin. Divê pêvajo di nava muxalefet û desthilatê de nebe pêşbirkek. Ji bo hemû civakê û demokratîkbûyîna welat e. Divê partiyên siyasî jî di vir de berpirsyariyê bigirin. Ev pêvajo ne tenê di nava 2 partiyan de ye. Yenî Partiyê roleke erênî lîst di pêvajoyê de. Ji bo wê jî ez spasiya xwe pêşkêş dikim. Tevî bi zextan re rû bi rû man jî piştgiriya xwe domandin.”

Tuncer Bakirhan bal kişand ser zextên desthilatê li ser muxalefetê û ev tişt anî ziman: “Li dijî van zextan jî me li her derê helwesta xwe diyar kir. Heke em qala aştiyeke dikin divê dev ji zextên li ser muxalefetê û çapemeniyê berdin. Pêdiviya Tirkiyeyê bi muzakereyan pirsgirêkan çareser bikin. Em ê zêdetir bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî re bicivin û ji bo aştiyê hewldanên me dê mezintir bibin.”

‘XALA 7’AN A DEMOKRATÎKBÛNÊ HÊ PÊK NEHATIYE’

Ozgur Ozel jî ji bo serdanê spasiya hevserokan kir û wiha got: “Demokrasî bi azadiya muxalefetê pêkan e. Desthilat ji bo muxalefetê bêdeng bike hemû hêza xwe bikar tîne. Di vir de rola muxalefetê ew ê ku tevî cudekariyan jî hevkariya bi hev du re zêde bikin. Aştî ji bo berjewendiya hemû kesan e. Ji bo wê jî helwesta me ya roja yekem a ji bo pêvajoyê niha jî teyît dikin. Me hemûyan rapora komîsyonê îmza kir. Di raporê de xala 6’an bi qanûna çarçoveyî pêk hat. Lê xala 7’an a demokratîkbûyînê hê pêk nehatiye. Siyasetmedar hê girtî ne. Hê jî qeyûm tayînî li ser şeredariyan dikin. Tevî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî Osman Kavala nayê berdan. Tevî biryarên Dadgeha Destura bingehîn jî Tayfun Kahraman nayê berdan. Hê jî ji rojnamegeran re operasyon tê kirin. Li dijî hemû muxalefetê zexteke mezin heye. Ji Halk TV re qeyûm hat tayînkirin û tê bêdengkirin. Ji aliyekî vê nikarin welat bi rê ve bibin û bi fonan welat ketiye nava krîzê û ji aliyê din vê jî rapora bi xwe îmza kirine pêk naynin. Em ê jî bi hemû beşên muxalefetê re werin li cem hev û bi hev re têbikoşin.”

Tuncer Bakirhan li ser pirsa konferansa li Hewlêrê bi lêv kir ku gelek dînamîkên li herême tev li konferansê bibûn û di konferansê de jî li ser pêvajoyê gotûbêj hatine kirin û got ku li hemberî gavên erênî yên Tevgera Azadiyê divê dewlet jî gavan biaveje. Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku pêvajoya li vir serkeftî encam bigire Tirkiye dê li Rojhilata Navîn xurt bibe.

Tuncer Bakirhan li ser nelirêtiya fonan jî bi lêv kir ku divê hemû berpirs bên cezakirin.

Tuncer Bakirhan li ser pirsa rojnamegeran a derbarê gotinên Şewirmendê Serokkomar Mehmet Uçum a têkildarî pêşhilbijartinan de diyar kir ku wan li ser pêşhilbijartinan tu hevdîtin nekirine û di rojeva wan de tune ye.

Ozgur Ozel jî li ser heman pirsê destnîşan kir ku ji bo pêşhilbijartinan dengê Tîfaqa Komarê têr nake û wiha got: “Ji bo pêşhilbijartin bibe ji bilî AKP û MHP’ê hewceyî bi dengên 40 parlamenteran heye. Birêz hevserok got di rojeva me de tune ye. Weke Yenî Partî jixwe em li dijî vê yekê ne. Madem wisa ye bila Mehmet Uçum derkeve eşkere bike li gor çi dibêje em ê pêşhilbijartin bikin. 40 dengan dê li ku bînin?”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Serokwezîrê Fransayê: ‘Heke hewce bike em dikarin rewşa awarte ragihînin’
Nûçeya Pişt re TUAY-DER’ê bertek nîşanî paşxistina berdana girtiyan da: Girtiyan serbest berdin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Seda Selek û Serhan Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan

Pêşkêşvana Halk Tv’yê Seda Selek û midûrê berpirs ê Halk Tv’yê Sehan Asker ku di…

Ji aliyê Stêrk TV

Peyama girtiyan a ji bo Newrozê: Werin em li dora azadiya Rêbertiyê bên ba hev

Girtiyên di greva birçîbûnê de ne ji Newroza Rihayê re peyam şandin û gotin, “Agirê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li gelek welatan li dijî qaçaxçiyên narkotîkê operasyon: 270 kes hatin binçavkirin

Hat ragihandin ku di encama operasyona ‘Pangea XVIII’ ku bi koordînasyona Interpolê li 90 welatan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

TUAY-DER’ê bertek nîşanî paşxistina berdana girtiyan da: Girtiyan serbest berdin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nîhat Bertan ê piştî 31 salan hate tehliyekirin: Em xwedî li pêvajoyê derbikevin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Koçyîgît a ji DEM Partiyê: Divê mexdûriyeta gel were çareserkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partiyê, xwest ku şaredarî ji bo zimanê Kurdî serî li wezaretê bide

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?