Nûnertiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Sêrt Botanê têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û ji bo ku gavên şênber bên avêtin li pêşiya avahiya Edliyeya Sêrtê daxuyanî da. Rêveber û endamên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî tevli daxuyaniyê bûn û daxwaza berdana girtiyan kirin.
Nûnerê TUAY-DER’a Sêrt Botanê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên cezayên wan qediyane û nayên berdan.
Rêveberê TUAY-DER’a Sêrt Botanê Fûat Yildirim daxuyanî xwendin. Fûat Yildirim di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û diyar kir ku bi banga Rêber Apo re serdemeke nû dest pê kiriye û hêviyên aştiyê her ku çûye mezintir bûye. û got, “Di demeke wiha de, dayik û malbat bi hêvî û baweriyeke mezin li bendê bûn ku deriyên zindanan bê vekirin. Ji bo azadiya girtiyên siyasî kelecan û hêviyeke mezin daye avakirin. Daxwaza girtiyên siyasî ew e ku di demek kurt de bigihêjin azadiya xwe.”
Fûat Yildirim anî ziman ku mexdûriyetên girtîgehan tevî cezayên girtiyên siyasî qediya ye jî berdana wan li paş dixin û bi şewitandina înfazê re rê li ber azadiya wan digirin û ev tişt anî ziman: “Di serdemeke ku ji bo bihêzbûna siyaseta demokratîk û ji bo aştiya civakî bibe domdar hewldan berdewam dikin. Polîtîkayên şerê taybet ne tenê bi rêbazên leşkerî sînordar in. Armanc dikin ku bi bandorkirina cîhana fikrî, nirxên exlaqî û îradeya siyasî ya civakê re, civakê ji nirxên wê yên resen dûr bixin.”
BANG LI WEZARETA DADÊ HAT KIRIN
Di dawiya axaftina xwe de Fûat Yildirim diyar kir ku tiştên diqewimîn nîşan didin ku li girtîgehan her diçe zext hîn girantir dibin û wiha qala şert û mercên zindanan kir: “Disa jî normalkirina vê pêvajoya ku em tê de ne, rêbazeke zêdetir adil û wijdanî ferz dike. Em ji vir, di serî de ji birêz Serokkomar re, ji Wezareta Dadê re û ji sazî û rayedarên dewletê yên têkildar re bangeke eşkere dikin; Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku em tê de ne, di nav hemû gelan û hemû beşên civakê de hêvî, bawerî û biryardariyê mezin dike.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû.

