Navenda Çand û Hunerê û Komîna Şanoyê merasîma bîranîna şehîdên 19‘ê Cotmehê li ser gora hunermend Osman Oso ya li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê li dar xist. Malbatên şehîdan û hejmarek hunermend û şênî amade bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê malbat û hevalên şehîd Osman Oso ve axaftin hatin kirin. Di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.
Bi navê Navenda Çand û Hunerê Gulbihar Rûbar axivî û bal kişand ser keda şehîdan di parastina nirxên çandê.
Gulbihar Rûbar anî ziman ku Tevgera Çand û Hunerê deyndarê şehîdan e û xwedîderketina li keda wan ji tevahî xebatkarên qada çand û hunerê tê xwestin.
Birayê şehîd Osman, Hecî Oso jî anî ziman ku ew ê xeta şehîdan bişopînin û bi nirxên ku ji wan tê koşiyane ve girêdayî bin.
Her wiha kurê şehîd Osman, Diljan Osman jî behsa têkoşîna bavê xwe û şopa ku li du xwe hiştiye kir.
Di dawiyê de pêşangehek bi wêneyên şehîd Osman hat vekirin û sînevîzyonek li ser têkoşîna wî hat temaşekirin.

