Serokwezîrtiya Fransayê piştî bûyerên talan û tundiyê yên dawiya hefteya borî li bajarên cuda rû dan, ferman da waliyan ku qedexeyên derketina derve yên herêmî pêk bînin.
Li hin taxên Parîsê wê roja Duşemê ji saet 23.00’an heta Sêşemê saet 06.00’an qedexeya derketina derve bê sepandin. Li hin herêmên Parîsê ji roja Duşemê saet 20.00’an û pê ve lidarxistina xwepêşandanan jî hat qedexekirin.
Li hin herêmên diyarkirî yên şaredariyên Lille, Douai, Wattignies û Denain ên li bakur wê şevên Duşem û Sêşemê di navbera saet 20.00 û 06.00’an de qedexeya derketina derve hebe. Waliyê Nordê ragihand ku wê şaredarî hin sînorkirinan bigire ser xwe.
Şaredara Denainê Anne-Lise Dufour-Tonini, li seranserê bajar qedexeyeke derketina derve ku wê heta roja Yekşemê derbasdar be ragihand. Li Coulaines a nêzî Le Mansê jî ji bo kesên temenê wan di bin 18 saliyê re ye, ji roja Duşemê saet 23.00’an û pê ve derketina derveyî malê ya bi tenê hat qedexekirin.
Walîtiya Guadeloupe jî, piştî çalakiyên xwendekarên lîseyê û bûyerên tundiyê yên di dema xwepêşandanên li dijî buhabûnan, li bajarên Pointe-à-Pitre û Les Abymesê ji bo zarokan qedexeya derketina derve ragihand. Hat ragihandin ku di bûyeran de sê polîs bi çekê birîndar bûne.
Li beşeke herêma Presqu’île ya Lyonê îşevi saet 21.00’an heta sibe saet 06.00’an qedexeya derketina derve bê sepandin. Bi biryara Waliyê Herêmê Étienne Guyot ji avahiya şaredariyê heta Place Carnotê ji bilî îstîsnayên wekî rewşên tenduristiyê, sedemên malbatî û vegera malê, mayîna li qadên giştî hat qedexekirin. Rojnamevan û rayedarên hilbijartî wê ji ber xebatên xwe yên pîşeyî ji sînordarkirinê bêpar werin girtin. Li heman herêmê îro di navbera saet 18.00-21.00’an de xwepêşandan, meş û civîn jî hatin qedexekirin.
Konfederasyona Giştî ya Karkeran (CGT) jî heta ku daxwazên wan pêk bên banga berdewankirina çalakiyên li dijî polîtîkayên ewlehiyê û “stratejiya kaosê” ya hikûmetê kir. Sendîkayê da zanîn ku di 17’ê Cotmehê de gelek xwepêşanderên aştiyê birîndar bûne.

