Çarşem, 21 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li bîra Konseya Ewropayê hate xistin. Biryara DMME’yê 12 sal in bi cih nayê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gamze Çakan: Bêdengbûna çekan têr nake, divê jiyaneke azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Camci: Divê ji bo têkoşîna bi xizaniyê re ‘Komuna Bajêr’ were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê siyasetmedarên desthilatldariyê bi berpirsyarî tevbigerin û tevkariyê li aştiyê bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirsûsê ji bo Komkujiya Gara Enqereyê banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Komisyona Jinan a KNK’ê: Rejîma Îranê wê nikaribe jinên Kurd rawestîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanyaya “Sêşema Ji Darvekirinan re Na”: Di mehekê de 72 kes hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 çiyagerên ji aliyê Îranê ve hatin binçavkirin hîn nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her şehîdekî destanek afirand û gihîşt şehadetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên azadiyê: ‘Em ê xwedî li mîrateya berxwedanê ya pêşengên jin derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê daxwaza rawestandina darvekirinê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Kaya: Divê Jineolojî xwe bigihîne jiyana her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Karayilan: Şoreşa Rojava berhema şehîdan e
Kurdistan

Karayilan: Şoreşa Rojava berhema şehîdan e

Mûrat Karayilan şehîdên Rojava bi bîr anî û got, "Ev şehîd nirxên gel e. Şoreşa Rojava berhema şehîdan e. Wezîfeya me, wezîfeya welatparêzan, wezîfeya malbatên şehîdan parastina nirxên şehîdan e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 21 dq.
Parvekirin

Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan li ser şehîdên Rojava axivî ku di dem û herêmên cuda de li nava refên têkoşîna azadiyê şehîd bûn. Peyama Mûrat Karayilan bi vî rengî ye:

 

“Şehîdên me yên hêja yên ku em li Rojavayê Kurdistanê bîranîna wan li dar dixin, bi rêzdarî û hurmetê bi bîr tînin. Em hemûyan di şexsê şehîd Çavreş Dêrsim, Amargî Kobanî û hevala me Dildar de bi rêzdarî û hurmetê bi bîr tînin. Soza xwe ya ji bo wan em careke din dubare dikin. 

Ji bo malbatên van lehengên hêja, bi taybetî ji bo dayîk û bavên wan, tevahî malbatên wan, gelê me yê Dêrik, Cizîr giştî, Kobanê û Efrînê, her wiha malbatên hevalên me yên Ereb, em sersaxiyê dixwazin. Em ji tevahî gelê Kurdistanê re jî sersaxiyê dixwazin. 

Em navê hemû hevalên xwe li vir bi hûrgulî naynin ziman. Di vê bîranînê de, em tenê nav û serpêhatiya hin hevalên xwe bi we re parve dikin. 

Her sê hevalên me xwedî taybetmendiyên girîng in. Her du hevalên me yên pêşî anî ser ziman, birayên hev in. Navê rastîn ê heval Çavreş Dersim Malê Bozan Mustafa ye. Ew di sala 2022’yan de li Garê şehîd dikeve. Navê malbatî yê heval Amargî Kobanî jî Mustafa Mustafa ye. Ew di sala 2024’an de, dema diçe çalakiyekê li Metînayê şehîd dikeve. 

Her du heval ji Kobanê ne û ji eşîra Şêxî ne. Bavê wan, welatparêzê hêja Casim û diya wan dayika hêja Hedîle, du lehengên pir hêja mezin kirine. Ez ji wan re sersaxiyê dixwazim û silavên xwe dişînim. Her çend Amargî ciwan bû jî, ew bi mebesta tolhildanê diçe çalakiyê; birayê wî berê şehîd bûbû. Ew jî li wir şehîd dikeve. Her du lehengên bi rûmet in. We egîdên wiha gihandine û mezin kirine. 

Hevala me Dildar ,Fatma Ahmed di sala 2011’an de li Avaşînê şehîd dikeve. Bavê wê şehîd Qadir di sala 2011’an de li Kobanê şehîd dikeve. Birayê wê şehîd Çiya di sala 2013’an de careke din li Rojava li Kobanêşehîd dikeve. Ev heval jî ji eşîra Ketikî ye. Ew ji malbateke welatparêz û leheng e. Ev malbat sê şehîdên wan hene. 

Em van şehîdan, bi taybetî van şehîdên ku îro bîranîna wan tên ragihandin careke din bi rêzdarî û hurmetê bi bîr tînin.

LI DIJÎ ŞOREŞA ROJAVA KOMPLOYEK HATE MEŞANDIN

Weke ku me berê jî got, ji beşên din dîtir ji Rojavayê Kurdistanê gelek kes tevlî gerîla bûn û ber bi têkoşînê ve çûn. Berê hin kesên gelê me yê Rojavayê Kurdistanê wiha digotin: “Em birayên biçûk in. Rojavayê Kurdistanê beşeke piçûk e û Kurdistan sê parçe ye. Em nikarin li vir şer bikin. Divê em li parçeyên din ên Kurdistanê şer bikin, wan rizgar bikin û piştî rizgarbûna wan vegerin û em jî rizgar bikin.” 

Lê xebata tevgera me û xebata Rêber Apo ev tişta pûç kir. Weke ku Rêber Apo got: “Na, hûn dikarin şoreşger bibin, xwe bawer bikin, hûn dikarin biçin parçeyên din ên Kurdistanê rizgar bikin û paşê vegerin û xwe jî rizgar bikin.” 

Bi giştî, ev perspektîf hate pêşxistin û bi keda Rêber Apo şoreşgerî di nav gel de hate geşkirin. Bi rastî jî ev yek pêk hat. Me dît ku kesên ji Rojavayê Kurdistanê çûn her devera Kurdistanê, şer kirin û paşê vegeriyan. Li Rojavayê Kurdistanê jî şer kirin û wê derê azad kirin. 

Weke ku me berê got, tevlêbûna gelê Rojavayê Kurdistanê zû dest pê kir. Lê tevlêbûna girseyî bi taybetî di sala 1987’an de çêbû û ji wê demê şûnde xurtir bû. Di vê pêvajoyê de gelek hevalên me roleke girîng lîstin. Di nav wan de heval Xebat Dêrik, Dijwar Ruhanîkê, heval Mihêdîn, heval Mûstafa Gulo û heval Nurettîn Sofî hebûn. Piştre salên şûnde heval Omer, heval Herekol, heval Mehmûd Kusî ji Kobanê, Derwîş ji Kobanê û heval Rifet Seydo ji Efrînê tevlî bûn. 

Her wiha gelek hevalên jin jî beşdar bûn. Heval Dicle Kobanê, heval Rûken Efrîn, heval Peyman ji Kobanê, Nazê Abdî, heval Şîlan Kobanê, heval Şervîn Dêrik, xwişka heval Îsmaîl û heval Zeynep ji Efrînê di nav wan de bûn. 

Tevlêbûna girseyî ya ciwanên Rojavayê Kurdistanê ji bo tevgerê pêşveçûnê girîng ava kir. Hêzeke nû û kaniyeke nû derket holê. Cewherê vê hêzê bi fikr û ramanên Rêber Apo re eşkere bû. Ev hêz di şoreşê de roleke girîng lîst û bû sedema geşbûn û xurtbûna wê. 

Weke ku tê zanîn Şoreşa Rojava bi xwe bi şehîd çêbû. Şoreşa Rojava dengê xwe li dinyayê belav kir û gelek aliyên cîhanê tê de hêvî dîtin. Ji ber vê yekê, gelek enternasyonalîst jî tevlî şoreşê bûn. Ji ber ku ev şoreş ne şoreşeke asayî bû. Lê em dizanin ku li hemberî vê şoreşê û pêvajoya wê komployek hate destpêkirin. Bêguman, di vê pêvajoyê de şaşî û kêmasî jî çêbûn. Ger wiha nebûya mirov van şert û mercan berê baştir analîz bikira, dibe ku bikaribûya pêşî li hin encaman bigirta. 

Peymana 5’ê Çileyê ya li Parîsê hate çêkirin û êrîşa 6’ê Çileyê ya li ser Helebê ne tişek ji rêzê bûn. Ev hemû bi erêkirina hêzên navneteweyî pêk hatin. Ji ber vê yekê, Rêber Apo ev yek wekî komploya duyem şîrove kir. 

GAV BI GAV XWESTIN KU ŞOREŞA ROJAVA TINE BIKIN

Ji bo vê divê mirov van bûyeran ji rêzê negire dest û kêmasiyên tê de çêbûne jî veneşêre. Divê em bizanibin ku ne şehîdên Rojava, ne yên Bakur û ne jî yên parçeyên din ên Kurdistanê û ne jî şehîdên Rojava bi xwe vala neçûn. Wan encameke mezin û dîrokî derxistine holê. Xwîna şehîdan vala neçûye; berhemek ava kiriye.

Niha erka her kesî çi ye? Vê berhemê biparêze. Erka me, ya hemû welatparêzan û ya malbatên şehîdan ev e: em ê çawa berhema şehîdan biparêzin? 

Şoreşa Rojava berhema şehîdan e. Li wir şoreşek pêk hat, lê wekî me got, ew bi komployê re rû bi rû ma. Di encama vê pêvajoyê de peymanek hate çêkirin: Peymana 29’ê Çileyê. Ev peyman, herî kêm gelek destkeftiyên gelê me yê Rojavayê Kurdistanê diparêze. 

Lê hin aliyên ku ji vê yekê razî nebûn, ne dixwestin ku ev destketî hebin. Her çiqas ne razî bin jî, mecbûr man wê qebûl bikin. Niha dixwazin wê vala bikin. Hêdî hêdî, bi rêbazên cuda û bi provokasyonan, dixwazin Şoreşa Rojava bêwate bikin. 

Mijara ziman û kiryarên li Hesekê pêk tên, li Kobanê pêk hat di vê çarçoveyê de pêk hatin. Ev hemû proje ne. Li hemberî van hewldanan divê mirov çi bike? Niha hin kes ji dûr ve temaşe dikin û hin kes şaş dibin. Berî her tiştî, divê em vê yekê bibêjin: şert û mercên nû divê rast werin xwendin û kes xwe şaş neke. 

Ev ne dem e ku mirov ji xwe bêhêvî bibe û dev ji têkoşînê berde. Ev nêzîkatiyeke şoreşgerî nîne. Tu şoreş jî her tim li ser xetekê ya rast û yekser pêş nakeve; carinan pêdivî ye ku paşve gav jî were avêtin. Girîng ew e ku mirov vê yekê bibîne û li gorî şert û mercên heyî tevbigere. 

Berî her tiştî, divê em xwe li hev bînin û rêxistinbûna xwe xurt bikin. Ma ev êrîş nînin? Ev hewldanên gav bi gav in ku dixwazin Şoreşa Rojava tune bikin. 

Lê heke şert û mercên heyî rast werin xwendin, rêbazên têkoşînê li gorî wan bên diyarkirin û em bi hêz li ser wan bingehan pêş biçin, wê demê em dikarin, li ser bingeha destketiyên heyî, ji bo gelê Kurd, gelê Ereb, Asûrî û Suryanî û tevahî gelê Sûriyeyê pêlekeke nû ya şoreşgerî, azadî û demokrasiyê pêş bixin.Derfetên vê yekê hene. Di vê pêvajoyê de ya girîng ew e ku em şert û mercan rast bibînin û li gorî wan tevgerîn e.

DIVÊ TÊKOŞÎN ÊDÎ BI RÊBAZÊN SIYASÎ, CIVAKÎ Û ÇANDÎ BÊNE MEŞANDIN

Niha dema entegrasyonê ye. Her wiha dema têkoşîna siyasî, civakî û çandî ye. Divê hemû hêzên xwe li gorî vê tevger bikin. Hêzên parastinê jî astekî wan heye ew cuda. Divê rola xwe bilîzin. Lê têkoşîn niha bi giranî bi rêbazên siyasî û civakî pêş dikeve. 

Divê mirov li ser du mijaran bi cesaret tevbigere. Yekem, mijara biratiya gelan e. Divê mirov bi cesaret perspektîfa Rêber Apo ya neteweya demokratîk biparêze. Em dibînin ku hêzên nijadperest êrîşî vê perspektîfê dikin. Ew dixwazin di navbera gelan bi taybetî di navbera Kurd û Ereb de dijminatiyê çêbikin. 

Ev tê çi wateyê? Ev tê wê wateyê ku ew dixwazin perspektîfa neteweya demokratîk bêwate bikin û gelan berdin hev. Ji ber vê yekê, pêwîst e em bi cesaret li hemberî vê siyaseta dijminatiyê têkoşînê bikin. Divê em biratiya gelên Ereb, Kurd, Asûrî, Suryanî û Ermenî biparêzin û li her derê biparêzin. Di vê mijarê de divê em bê tawîz û bi cesaret tevbigerin. 

Mijara duyem entegrasyon e. Em ê çawa entegrasyonê pêk bînin? Bi entegrasyoneke demokratîk. Divê mirov ji bo vê yekê têkoşînê bike û têkoşîna siyasî û civakî bimeşîne. Divê vê têkoşînê bi cesaret bimeşîne. Entegrasyon di bingehê xwe de tê wateya hevkariyê û dualî dibin yek. Lê divê her du alî hevdu qebûl bikin. Divê Kurdan wekî Kurd qebûlkirin. Entegrasyon ev e. Ne ku aliyek were û her tiştî ferzî aliyê din bike. Ev ne ferzkirin e; ev hevdu qebûlkirin e. Tu divê aliyê din qebûl bikî û ew jî divê te qebûl bike. Ji bo vê yekê divê mirov têkoşînekê bimeşîne. 

Di vê têkoşînê de divê mirov her tim ji bo şer û xirabûna rewşê bahane çêneke. Her tişt xera nabe. Divê kes qiyamet raneke. Di du milan de wê qiyametê rabikin. Yek, hin alî hene dibêjin her tişt çû, her tişt me ji dest da. Ne wisa ye. Hin destketî hene. Divê mirov wan biparêze, wan pêş bixe û doza şehîdan bidomîne. Divê mirov bi rêbazên nû yên têkoşîna siyasî, demokratîk, civakî û çandî xwe xurt bike û dicê xwe bi rêxistin bike. Destketî hene; ne ku her tişt ji dest çûye. Di heman demê de, dema mirov têkoşîna siyasî dike, ev nayê wê wateyê ku şer dê dîsa dest pê bike. Divê mirov vê yekê rast fam bike. 

Rojavayê Kurdistanê pişta xwe heye û ne tenê ye. Berî her tiştî, tevahî gelê Kurd piştgirî da wê. Ev yek di meha Çileyê de jî eşkere bû. Rojavayê Kurdistanê bi têkoşîna xwe ya li dijî DAÎŞ’ê, bi berxwedana Kobanê û bi berxwedana jinên azad li cîhanê cihê xwe girtiye. 

Em dibînin ku desthilata Şamê ji bo ku xwe wekî aliyekî erênî nîşan bide, gelek caran hewce dibîne ku bi rayedarên Rojava re têkiliyê deyne. Hewceyî wê dibînin. Lê ev nayê wê wateyê ku hemû tişt bi hêsanî têne dayîn. Şoreşa Rojava jî bingeha xwe û sengerên xwe ava kiriye. Divê mirov li ser van bingehan têkoşîna siyasî û civakî bi hêztir bimeşîne. Ya niha pêwîst ew e kuxwe zû komî ser hev bike û di têkoşînê de bibin yek.

DIVÊ SAZIYÊN FERMÎ NEÇAR TEVNEGERIN

Ew kesên ku niha li Hesekê ala Sûriyeyê radikin û nijadperestiyê dikin, ew gelê Ereb temsîl nakin. Ew bang dikin dibêjin; bila dewlet were. Pêwîste bê gotin; jixwe em dewlet in. Ma ne me entegrasyon kiriye, em şirîkê dewletê ne. Dewleta vir em in. Ti kî yî? Divê bersiv bê dayîn. Yanî ji bo saziyên fermî bi fikar tevnegerin. Derkevin pêşberî wan bêjin; Hûn kî ne? Em rê nadikn ku kes li vir tevliheviyê dexe. 

Pêwîst e sazî û rayedarên fermî xwe nekin rêza duyem. Divê berpirsiyarên wan jî rola xwe bilîzin. Her wiha sazî û hêzên siyasî divê bikaribin zêdetir biaxivin, bersiv bidin û li Sûriyeyê raya giştî çêbikin û têkoşînê bimeşînin. 

Divê têkoşîn li ser milê çend kesan neyê hiştin. Her kes divê beşdarî wê bibe. Niha dema şer nîne; dema têkoşîna siyasî, axaftin, bersivdayîn û tevgera girseyî ye. Divê gelê Kurd mafên xwe biparêze. Ew mafên xwe hene û di hikûmeta Sûriyeyê de cihê xwe heye. Li gorî şert û mercên heyî, pêwîst e ku temsîla doza şehîdan bê kirin û xeta şehîdan bê pêşxistin. 

Gelê me li vir kedek dayîye û gelek fedakariyên mezin kiriye. Gelê Ereb û gelê Kurd bi hev re xwîn rijandine. Êdî kes nikare vê rastiyê paşve bibe û me vegerîne rewşa berê. Divê me re xwe bigihînin malbatên Ereb ên şehîdên me û hevalên me. Divê em bi eşîrên ku nêzîkatiyeke erênî nîşan didin re têkilî û hevkariyê pêş bixin. 

Em dizanin ku hin kes dixwazin tevliheviyê çêbikin û nêzîkatiyên provokatîf pêş bixin. Em dizanin kî li pişt van hewldanan e û kî wan destek dike. Ji ber vê yekê, pêwîst e hemû sazî, kesayetî û bi taybetî malbatên şehîdan zû xwe komî ser hev bikin û rêxistina xwe xurt bikin. Divê li hemberî van kiryaran bersivên bi bandortir bên pêşxistin. Li her deverê, civaka me divê xwe bike hêzeke xwedî îrade. Rast e ku hêzên parastinê hene û divê ew rola xwe bilîzin. Divê ew ne pasîf bin û xwe bêhêz nîşan nedin. Heke ew bêhêz bin, çima wan çek hildane? Di heman demê de, divê gelê me jî xwe biparêze; hem bi hêza xwe ya civakî û hem jî bi rêxistinkirina xwe. Divê li tu derê kesek bê parastin nemîne. 

Hin dest dixwazin li Sûriyeyê pêşî li gelê Kurd bigirin. Ev yek eşkere ye. Lê gelê Kurd bi xwîna şehîdên xwe di vê welatê de cihê xwe çêkiriye. Ew dikare di Sûriyeyê de bibe aktorek bingehîn. Bi perspektîfa neteweya demokratîk û bi biratiya gelan jî dikare têkoşîna xwe bi hêz bidomîne. Zemîna vê yekê jî heta astekê hatiye avakirin. Divê em li ser wê bingeha heyî tevbigere. Wisa nebe ku mirov tenê bibêje: “Me ev kir, me ew kir.” Divê ji kiryarên pêk hatine re berpirsiyarî hebe û hesab jî bê dayîn. Kesên ku berpirsiyar in, divê bersiv bidin. Lê ev nayê wê wateyê ku mirov meydanê ji bo kesên din vala bihêle. Na, divê em vê meydanê dagirin, wê bi civaka demokratîk tijî bikin û bi xebat û têkoşîna siyasî û civakî pêş biçin. Divê tevgera civaka demokratîk bilind bibe, xurt bibe û pêş bikeve.

BERXWEDANEKE DÎROKÎ KIRIN Û ŞEHÎD BÛN

Armanca me ev e. Hemû şehîdên me, hemû welatparêz, hemû heval û tevahî gelê me berpirsiyariya vê yekê hildigirin. Di serî de, malbatên hêja yên şehîdan divê di vê çarçoveyê de hişyar bin, xeta şehîdên xwe biparêzin û li berhemên wan xwedî derkevin. Hemû welatparêzan jî divê li xeta şehîdan xwedî derkevin. 

Ma em nabêjin ku şehîd şehîdê her kesî ye? Her çiqas ji malbatekê derketibe jî, ew şehîdê vî welatî û şehîdê tevahî Kurdistanê ye. 

Hevalên ku em îro bîranîna wan radigihînin her wiha hemû kesên ku li Bakurê Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê şehîd bûne, di berxwedaneke dîrokî de canê xwe dane. Ew li hemberî dijminekî ku dixwest hebûna gelê me tune bike, berxwedan kirin. Heke plana dijmin li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi ser biketa, wê demê Şoreşa Rojava jî bi tevahî tune dikir. Lê niha ew nikare wê tune bike. Niha xeta Rêber Apo li dar e, têkoşîna tevgerê û hebûna Rojavayê Kurdistanê hîn jî berdewam in. Tevger hîn jî heye. Lêbelê, plana wan ew bû ku hemû tiştan tasfiye bikin û tevgerê têk bibin. Niha jî hewl didin ku wê teng bikin. 

Armanca hewldanên li dijî Şoreşa Rojava ev e: ew dixwazin wê teng bikin, bêwate bikin û gel ji wê dûr bixin. Planek wiha demek dirêj e ku tê pêşxistin û belavkirin. Ji ber vê yekê, pêwîst e ku her kes li hemberî wê hişyar be, zû rêxistina xwe xurt bike û li gorî şert û mercên heyî bi rêbazên guncav têkoşînê bimeşîne. Divê em bi vê yekê doza şehîdên xwe yên leheng bi ser bixînin. 

Erka her kesî ev e. Li ser vê bingehê, ez careke din ji tevahî malbatên şehîdên me yên hêja re sersaxiyê dixwazim. Divê ew bizanibin ku ev şehîd nirxên gelê me ne. Berxwedana wan bû sedema ku em îro xwedî van destketiyan bin, bikaribin biaxivin, tevbigerin û têkoşîna xwe bidomînin. 

Ev hemû di saya van lehengan de pêk hatiye. Pêvajoya îro ya li Bakurê Kurdistanê jî di saya van lehengan de hatiye rojevê. Hemû tişt bi hev ve girêdayî ne. Ji bo vê yekê, me egîdên pir hêja dane. Lê bi saya wan em îro li ser piyan in û dixwazin doza gelê xwe hîn zêdetir pêş bixin û bi ser bixînin. 

Divê em şehîdên xwe yên leheng bikin kesên nemir. Em careke din dibêjin: şehîd ronahiya roja me û siberoja me ne; şehîd çavkaniya hêza me ne. Divê em wan ji bîr nekin. 

Li ser vê bingehê, em dibêjin: 

Şehîd namirin! Şehîd namirin! 

Bijî, bijî Serok Apo!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îsraîl bû şirîkê sektorî yê Forûma Giravên Pasîfîkê
Nûçeya Pişt re Karwanê 6’an ê koçberên Serêkaniyê berê xwe da warê xwe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rojnamevan Seyît Evran li ser gora xwe hat bibîranîn

Li Qamişloyê bi boneya salvegera şehadeta rojnamevan Seyît Evran mûm hatin vêxistin û hat tekezkirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Humsê serdegirtina gund û gefên kuştinê

Komeke çekdar ya eşîrên bedewî bi ser gundê El Hayik ê gundewarê Humsê de girtin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dersimê endamê rêveberiya ESP’ê Çelebî hate binçavkirin

Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Orhan Çelebî di saetên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li bîra Konseya Ewropayê hate xistin. Biryara DMME’yê 12 sal in bi cih nayê anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Îsraîl bû şirîkê sektorî yê Forûma Giravên Pasîfîkê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê wê ji bo 68 şehîdan merasîma bîranînê bê lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Karwanê şeşemîn ê koçberên Serêkaniyê bi rê dikeve

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?