Sendîka, roja Çarşemê li Matignonê bi Serokwezîr Sebastien Lecornu re civiyan û têkildarî daxwazên xwe yên civakî daxwaza bersivekê kirin.
Piştî bûyerê Sekretera Giştî ya Konfederasyona Karkeran a Giştî (CGT) Sophie Binet axivî. Binet diyar kir ku hikûmetê guh nedaye daxwazên wan û got: ‘’Em ji bo hêrsa civakî bersivên lezgîn û şênber bistînin, hatin. Serokwezîr û hikûmetê ti tedbîr diyar nekirin, guh nedan daxwazên me.’’
Sekretera Giştî ya CGT’ê Sophie Binet da zanîn ku pirsgirêk ne hêrsa heyî ye, polîtîka ne ku rê li ber vê hêrsê vedikin û bang kir ku sendîka bi hev re ji 5’ê Mijdarê û pê ve seferberiyekê îlan bikin û grevê bikin.
2 HEZAR Û 500 KES HATIN BINÇAVKIRIN, 174 KES HATIN GIRTN
Wezîrê Edaletê Gerald Darmanin diyar kir ku piştî bûyerên dema seferberiya 17’ê Cotmehê nêzîkî 2 hezar û 500 kes hatine binçavkirin û 917 kes ji bo darizandinê ji dadgehan re hatine sewqkirin.
Gerald Darmanin da zanîn ku nezaretxaneyên girtîgehan bi temamî tije bûne û anî ziman ku derheqê 174 kesan de jî biryara girtinê hatiye standin.

