Çarşem, 21 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gamze Çakan: Bêdengbûna çekan têr nake, divê jiyaneke azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Camci: Divê ji bo têkoşîna bi xizaniyê re ‘Komuna Bajêr’ were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê siyasetmedarên desthilatldariyê bi berpirsyarî tevbigerin û tevkariyê li aştiyê bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirsûsê ji bo Komkujiya Gara Enqereyê banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana Sermîn Demîrbag cara 8’emîn hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê êriş bir ser Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Şoreşa Rojava berhema şehîdan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komisyona Jinan a KNK’ê: Rejîma Îranê wê nikaribe jinên Kurd rawestîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanyaya “Sêşema Ji Darvekirinan re Na”: Di mehekê de 72 kes hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 çiyagerên ji aliyê Îranê ve hatin binçavkirin hîn nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her şehîdekî destanek afirand û gihîşt şehadetê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê daxwaza rawestandina darvekirinê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elîf Kaya: Divê Jineolojî xwe bigihîne jiyana her kesî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li bîra Konseya Ewropayê hate xistin. Biryara DMME’yê 12 sal in bi cih nayê anîn
Rojane

Li bîra Konseya Ewropayê hate xistin. Biryara DMME’yê 12 sal in bi cih nayê anîn

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê da û jê re ragihand ku biryara binpêkirinê ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya têkildarî Rêber Apo zêdeyî 12 sal in bi cih nayê anîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriyê ji Rêber Apo re dike, ji ber ku biryara binpêkirinê ya DMME’yê ji sala 2014’an û vir ve bi cih nayê anîn serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropaye da.

Di serlêdanê de hate diyarkirin ku Komîteya Wezîran heta dawiya Hezîrana 2026’an dem dabû Tirkiyeyê. Buroya Hiqûqê destnîşan kir ku derketina doza “Koma Gurban” a ji rojeva mafên mirovan an neşopandina pêvajoya çavdêriyê bi mekanîzmayên bibandor, derfetê dide ku ji rojeva Tirkiyeyê jî derkeve û ji berpirsiyariyên xwe yên peymanî û destûrî bireve û ev yek xwest: “Tirkiye di demekê de ku diviyabû ji bo cîbicîkirina biryarên DMMEyê tavilê gavan biavêje û heta dawiya Hezîrana 2026an agahî bide, tenê piştî ku Komîteyê, Koma Gurban xist rojeva 1-3yê Kanûna Pêşîn, her çend ti nûbûnekê di nav xwe de nehewîne jî planeke çalakiyê pêşkêş kiriye. Pêwîst e ev yek ji aliyê prosedura ‘çavdêriya pêşketî’ ya Komîteyê û pêvajoya şopandina cîbicîkirina biryaran ve were nirxandin.”

Serlêdana ku Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li Sekreterya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir, bi vî rengî ye:

“1 – Ev agahdarî, di çarçoveya çavdêriya cîbicîkirina biryarên ku ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve hatine dayîn de, li gorî xala 9.1ê ya Rêziknameya Navxweyî ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê tê pêşkêşkirin.

2 – Ev agahdarî vê yekê dike mijar ku hîn jî pêdiviyên biryara DMMEyê ya Ocalan Jimaraya 2’yan a sala 2014’an nehatine cîbicîkirin; biryara ku destnîşan kiribû xala 3yemîn a Peymanê hatiye binpêkirin ji ber cezayê heta hetayê yê girankirî yê ku li gorî qanûnên rê nade serbestberdana bişert û piştî demeke diyarkirî ya herî kêm mekanîzmayeke çavdêriyê pêşbînî nake li serlêder Abdullah Ocalan hatiye birîn ê ku ev nêzîkî 28 sal in li Îmraliyê tê girtin.

3 – Komîteya Wezîran, di civîna xwe ya 1537’emîn a 17’ê Îlona 2025’an de, derbarê Koma Gurban ku biryara Ocalan Jimara 2’yan jî tê de cih digire, biryareke navberê îlan kir. Ji aliyê Komîteyê ve hat tespîtkirin ku têkildarî cîbicîkirina biryaran tedbîrên pêwîst ên qanûnî an tedbîrên din ên guncav hîn nehatine girtin û heta dawiya Hezîrana 2026’an der barê pêşveçûna têkildarî cîbicîkirina biryarên DMME’yê yên di koma dozê de cih digirin agahî hatibû xwestin. Di berdewamiyê de ligel pêşniyarên cur bi cur ên teşwîqkar bang li rayedaran hatibû kirin ku bêyî derengxistineke zêdetir tedbîrên pêwîst bigirin.

4 – Lê belê Tirkiyeyê di vê heyamê de di biryara Ocalan Jimara 2’yan de ji bo ku piştî demên diyarkirî çavdêriya cezayên heta hetayê yên girankirî pêk were, ti sererastkirineke qanûnî ya ku mekanîzmayekê pêşbînî bike nekiriye. Heta dawiya Hezîrana 2026’an a ku Komîteyê dabû jî ti agahî an plana çalakiyê pêşkêş nekiriye.

Qanûna bi hejmara 7595’an

5 – Ji encama civîna sala 2025’an a ku Komîteyê têde derbarê pêvajoya siyasî ya li Tirkiyeyê tê birêvebirin de rêyên alternatîf ên derbarê cîbicîkirina biryaran de anîne ziman û pêşniyarên kirine tê zanîn. Tam jî derbarê vê yekê de di Meclisa Tirkiyeyê de di 10’ê Tebaxa 2026’an de Qanûna bi hejmara 7595’an a ‘Derbarê Bihêzkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekbûna Civakî de’ hatiye qebûlkirin. Ji ber ku ketina meriyetê ya rêzikên ku qanûn di nav xwe de dihewîne bi şertên cur bi cur ve hatiye girêdan, qanûn hîn neketiye meriyetê.

6 – Lê belê qanûna navborî, îstîsnayên kategorîk ên derbarê serbestberdana bişert ranekiriye, her wiha ji bo cezayên heta hetayê yên girankirî lêkolîneke giştî, dewranî û takekesî jî neaniye. Berevajî vê, di qanûnê de di vê mijarê de cih ji sererastkirinên nû yên îstîsnayî re hatiye dayîn.

7 – Xala 6’an a Qanûna bi hejmara 7595’an a bi sernavê ‘Taloqkirina Înfaza Hikmên Mehkûmiyetê’; cih daye hukmê ‘Ji bilî kesên ku ji ber sûcên beriya dîroka 1/6/2005’an hatine kirin bi cezayê heta hetayê an cezayê heta hetayê yê girankirî hatine mehkûmkirin..’. Ev sererastkirin serlêder birêz Ocalan li derveyî çarçoveya qanûnê dihêle. Hukmek ku rê li ber serlêder digire da ku ji qanûnê sûd wernegire. Ev sererastkirina îstîsnayî, xeleka dawî ya pirsgirêkên binesaziyê ye ku di biryara Ocalan Jimara 2’yan de bûne sedema dayîna biryara binpêkirinê.

Serlêdana tekekesî ya li di Dadgeha Destûra Bingehîn

8 – Ji bo nehiştina binpêkirina ku DMMEyê di biryara xwe ya Ocalan Jimara 2’yan de tespît kiriye, serlêdana li meqamên herêmî di sala 2022’yan de ji aliyê me ve ji bo agahdariya Komîteyê hatibû pêşkêşkirin. Derbarê vê yekê de em dixwazin ji Komîteyê re bidin bibîrxistin ku di serlêdana takekesî ya ku di 3’yê Kanûna Pêşîn a 2021’an de li ser navê birêz Ocalan li Dadgeha Destûra Bingehîn hatibû kirin de jî hîn ti pêşketinek çênebûye û tevî dema derbasbûyî jî ti biryar nehatiye dayîn. Ev rewşeke din e ku ligel berdewamkirina binpêkirinên sîstematîk nîşan dide ku rêyên bibandor ên serlêdanê yên ku dê binpêkirinên heyî ji holê rakin nîn in.

Plana çalakiyê û pêvajoya şopandinê

9 – Piştî ku lîsteya rojeva civîna 1577’emîn a dîroka 1-3’yê Kanûna Pêşîn a 2026’an ji aliyê Komîteyê ve hat weşandin û hat ragihandin ku Koma Gurban di rojeva civînê de cih girtiye, hat dîtin ku Tirkiyeyê di 5’ê Çiriya Pêşîn a 2026’an de planeke çalakiyê pêşkêş kiriye. Lê di nav plana çalakiyê de agahiya ku gava qanûnî ya derbarê cîbicîkirina pêdiviyên biryara Ocalan Jimara 2’yan hatiye avêtin an dê were avêtin cih nagire.

10 – Ji ber vê yekê em dixwazin bala Komîteyê bikişînin ser dema pêşkêşkirina plana çalakiyê ya Tirkiyeyê. Tirkiye di demekê de ku diviyabû ji bo cîbicîkirina biryarên DMME’yê tavilê gavan biavêje û heta dawiya Hezîrana 2026’an agahî bide, tenê piştî ku Komîteyê koma Gurban xist rojeva 1-3’yê Kanûna Pêşîn, her çend ti nûbûnekê di nav xwe de nehewîne jî planeke çalakiyê pêşkêş kiriye. Pêwîst e ev yek ji aliyê prosedura ‘çavdêriya pêşketî’ ya Komîteyê û pêvajoya şopandina cîbicîkirina biryaran ve were nirxandin.

11 – Cihgirtina Koma Gurban a ku biryara Ocalan Jimara 2’yan têde cih digire di her civîna mafên mirovan de û şopandina wê bi prosedurên ne rawestayî, ne qutbûyî ango bi bandor, bi rêkûpêk û bi îstîkrar, dikare rê bide ku welatê endam jî gavên pêşdetir biavêje. Pêşketinên heta îro nîşan dane ku derketina koma dozê ji rojeva mafên mirovan an neşopandina pêvajoya çavdêriyê bi mekanîzmayên bibandor, derfetê dide ku ji rojeva Tirkiyeyê jî derkeve û ji berpirsiyariyên xwe yên peymanî û destûrî bireve.

Wekî encam;

Koma doza Gurbanê ya ku biryara Ocalan Jimara 2’yan tê de cih digire di çarçoveya prosedura pêşketî de bikeve rojeva her civîna (DH) mafên mirovan.

Divê berdewamiya rewşa binpêkirinê ya heyî ji nû ve were tespîtkirin.

Di çarçoveya tesbît û prensîbên ku di biryara Ocalan Jimara 2’yan de hatine destnîşankirin de, daxwazkirina ku gavên çareseriya qanûnî bên avêtin û derbarê van gavên hatine avêtin de paşveagahî bê dayîn.

Divê pêvajoya şopandinê ji rewşeke statîk bê derxistin û bi mekanîzmayên nû û çalak bê domandin.

Ji ber ku zêdetirî 12 sal in ji biryara Ocalan a Jimara 2’yan re derbas bûne, em daxwaz dikin ku ev pêvajo bi hevkariya Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê û Serokatiya Meclisa Konseya Ewropayê jî were şopandin.

Ji ber van sedeman, em daxwaz dikin ku biryar were dayîn.

Silav û rêz.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Karwanê 6’an ê koçberên Serêkaniyê berê xwe da warê xwe
Nûçeya Pişt re Îranê êriş bir ser Herêma Kurdistanê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KJK: Jin û gelên me yên berxwedêr û têkoşer bi ser ketin

Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku sekn û îradeya li Wanê û Kurdistanê hate nîşandan hêvî…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk li Şehbayê zarokek qetil kir

Di êrişên artêşa Tirk a dagirker de yên roja Şemiyê li Şehbayê kir, Faris Îbrahîm…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê piştî mîtîngê meş hate lidarxistin

Girseyê piştî mîtînga “Azadiyê” ya li Amedê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Îranê êriş bir ser Herêma Kurdistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karayilan: Şoreşa Rojava berhema şehîdan e

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Îsraîl bû şirîkê sektorî yê Forûma Giravên Pasîfîkê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Kobanê wê ji bo 68 şehîdan merasîma bîranînê bê lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?