Çarşem, 11 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Pascal Torre: Heta ku Abdullah Ocalan neyê berdan wê fikarên li ser pêvajoyê dewam bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya karkeran a li Habaşê hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê ya Hatayê: Ji bo aştiyê divê di pênc xalan de gavên lezgîn ên demokratîkbûnê bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakî: Girtiyên nexweş berdin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê xwest ku gavên hiqûqî bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Piştî bi salan di bîranînê de gihîştin hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û Tevgera Nifşê Nû serî li Dadgeha Federal da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Ziman û Aştiyê’ ya li Amedê: Bila nasname, ziman û çanda Kurd bê naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo bîranîna şehîd Heqî…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kaniya Şehîd Zinar tasek ava sar

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA: Em bi berxwedana xwe ya bi heybet 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Pêngava ‘Em Hêvî ne, Em Aştî ne’ balê dikişîne ser Qanûna Malbatê
Jin

Pêngava ‘Em Hêvî ne, Em Aştî ne’ balê dikişîne ser Qanûna Malbatê

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca danasîna Qanûna Malbatê pêngav hatiye destpêkirin. Armanca pêngavê bidawîkirina tundiya li ser jinê û bi hişmendîkirina zilaman e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Tebax 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Kampanyaya ‘Em Hêvî ne, Em Aştî ne’ ya ku di 1’ê Tîrmehê de ji aliyê Rêxistina Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Sara ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin, bi hemû leza xwe dewam dike. Armanca pêngava ku wê di dawiya meha Tebaxê de biqede, danasîna Qanûna Malbatê ye. Qanûna Malbatê mafên medenî misoger dike û zewacên pirzewac û zarokan qedexe dike; li tundiya nav malê cezayên giran dide û ji bo parastina jin û zarokan tedbîran digire. Di heman demê de mijarên wekî hevberdan û zewacê bi rêkûpêk dike û hewl dide têkiliyên nav malbatê bi awayekî adîlane pêk bên.

Qanûna Malbatê di bin 6 sernavan de bi giştî ji 41 xalên; zewac, berdan, bandorên hevberdanê, derbara xizman, xizm û sûcên malbatî pêk tên.

Endama Rêxistina Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Sara Delal Osman têkildarî armanc û pêşketina pêngavê agahî da ANF’ê.

 

Delal Osman wiha axivî: “Ji ber zêdebûna tundiya li ser jinan me dest bi pêngaveke wiha kir. Ji ber ku zihniyeta serdest a mêr li gorî kevneşopî û edetên paşverûtiyê li jinan digire, zextê li ser jinan dike û mafên wan desteser dike, ji ber vê yekê me pêwîstî bi pêngavek bi vî rengî dît. Di çarçoveya vê pêngavê de em li şûna hişyarkirina jinan, em giraniyê didin ser hişyarkirina zilaman. Em bi zilaman re nîqaşan dikin û bi kûrahî li ser bingeha malbata demokratîk nîqaşê dikin.

Tundiya li ser jinê bi dawî nebûye. Em dizanin ku meylên tund ên li ser jinê hene û em dixwazin di vê pêngavê de pêşî li komkujî û tundiya li ser jinê ku di bin navê ‘namûs û şerefê’ de tê kirin, bigirin. Di rastiyê de pêwîstiya jinan bi zanebûna hiqûqî hebû. Divê wê bizane ku qanûnên ku mafên jinan diparêzin hene û dem hatiye ku tundiya li ser laş û mejiyê xwe eşkere bike.”

Delal Osman da zanîn ku ev pêngav di çarçoveya pêşxistina Qanûna Malbatê de hatiye kirin û anî ziman ku li gund, bajarok û navçe û bajaran jî serdan hatine kirin û wiha bi dawî kir: “Ev serdan bi awayê serdanên malê, civîn, semîner û panelan pêk tên. Em broşuran belav dikin û der barê her xalên Qanûna Malbatê de agahiyan didin. Armanca pêngavê ew e ku mafên bi qanûnê ji bo jinên ku haya wan ji Qanûna Malbatê nîne re wan serwext bikin û modela malbata demokratîk pêş bixin. Eleqeya civakê ya ji bo pêngavê erênî ye û nîqaş zêde dibin. Gelek kesan Qanûna Malbatê bihîstibû lê naveroka wê nizanibû. Me di heman demê de pirsgirêkên girêdayî pêkhateyên malbatê û tundiyê jî çavdêrî kirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di nobeta li dijî desteserkirinê de qetilkirina rojnamevanan hat protestokirin
Nûçeya Pişt re ROJIN: Em ê bi weşangeriıya xwe ya azad hesab bixwazin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gelek êriş li Başûrê Kurdistanê hate kirin

Serê sibehê li hemberî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Hewlêr û Silêmaniyeyê bi droneyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Ranyayê ji bo Salih Muslim konê sersaxiyê hat danîn 

Li navçeya Ranya ya Raperînê ji bo Salih Muslim konê sersaxiyê hat danîn û sedan…

Ji aliyê Stêrk TV

Lubnan di aliyê rakirina cezayê darvekirinê de gavek krîtîk avêt

Komîteyên têkel ên Parlamentoya Lubnanê pêşnûmeqanûna rakirina cezayê darvekrinê pejirand. Ji bo pejirandina wê divê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Xwendekaran daxwaza perwerdeya Kurdî kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Çîgdem Dogû: Nêzîkatiya AKP’ê ya hiştina pêvajoyê ji demê re rîskên cidî bi xwe re tîne

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

TJA: Em bi berxwedana xwe ya bi heybet 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?