Nivîsandin û parvekirina her xelekek ji bernameya Starên Azadiyê, sînorên hest û ramanan, dîwarê pêşberî xeyal û daxwazê dixe xwarê. Guhdarîkirin, dîtin, bihîstin, parvekirin, vegotin û bûyîna dengê rastiyê, bi her tîp û awazê re pira di navbera bîrdoziya azad û jiyana nû de ava dike. Bi vegotineke kûr, hîsên afirînerî, huner û azadiya ramanê tîne ziman.
Pirî caran, qalikên birînên kevin ên ku hatine kewandin, di bin vê ronahiya nû de diqelişin; çawa ku bihar qalikê zivistanê û serê axê diqelişe û şîn dibe, bi vî rengî qalikên birînên kevin jî bi bihara hizr, çand û hunerê tên qetandin û nûbûn dest pê dike. Her nûbûnek bi xwe re çîrok, lêhengî, heqîqet, têkoşîn û berxwedaniyê zindî dike. Xala herî zêde jî ew xalê ku rêhevaltiya dinava kêliyên zor û zehmet yên têkoşînê, bîranîn, soz û peymanên tolhildan û xeyalên azadiyê re, wateya herî pîroz dide vê nûbûnê.
Dema ku rêhevalên hev yên doz û sozê qala wan bîranîn û demên têkoşînê dikirin, bayê herî nazîk ji bihûşta Heftanînê dihat xwe li rû û dilê me dialand. Çiya bixwe şahidê wan demên bi êş lê bi rûmet bû; her zinarekî navê lêhengiyekî, her bayê ku ji lûtkeyan dihat behna bîranînên hevalên ku canê xwe feda kiribûn dianî. Wê gavê, di nava bêdengiya pîroz a çiyayan de, soz hatibû dayîn: soza rumet jiyînê, soza çûyina Garzanê hebû.
Hemû gelî û çiyayên Heftanînê şopên wê soza Bihara Kurdistanî û Kurdistana bûyî parçek ji Heftanînê di hûndirê xwe de dihewand. Ew soza ku di dilê Heftanînê de hatibû dayîn, ne tenê bîranînek bû; ew ronahiyek bû ku rêya Garzanê û her quncikekî welêt ronî dikir. Di her tîp û awaza vê bernameyê de, ew çiyayên bilind, ew zinarên ku li ber bayên sar serî natewînin, xwe di nava dilê guhdaran de didîtin. Rêhevalên ku bi salan mil bi mil li wan lûtkeyan geriyabûn, niha bi vê pira huner û azadiyê re careke din digihîştin hev. Ew êdî ne tenê dengê derbasbûnekê bûn, ew pêkanîn û şopandina soza serdemê bûn.
Jibo me jî weke yekîneyê guhdarîkirin bi serê xwe dibû şopandin û zindîkirina wan kêliyên li bihûşta Heftanînê hatibûn jiyîn. Her çiqas dîtina wêneyekî dişibiya bi çavên rût li rojê temaşekirinê jî, lê dîsa jî dîtin û hînbûna wê rastiyê, hêz dida milên me ku em ala têkoşînê hîn bilindtir hildin. Niha em dixwazin hin vegotin û parvekirinên gerîla Kurdistan Heftanîn yên jibo lêhenga azadiyê ya nemir Bahar – Sakîne Îmam de bi wê re parve bikin. Hûn bi xwe jî bi xwendin û guhdarkirina wê bernameyê de hevaltiya ku bi ked, xwîn û ramanên azad hatibû hûnandin, di dilê her yek ji me de careke din şîn bibe.
Ji bo ku em vê rastiyê hîn çêtir hîs bikin û guh bidin dengê çiyayan, em bi vê roportajê berdewam dikin: ” Çawa ku berf dihele û giya serê xwe ji bin axê radike û li rojê temaşe dike, ez dikarim bêjim ku hinekî welatparêziya me jî bi wî ruhî re bibû yek. Ew herikandina ruhê welatparêziyê, bi zanabûna PKK’ê re dema gihîşt hev, êdî veguherî tolhildanê. Ji bo wê, hevala Bihar her dem digot: ‘Hevala Kurdistan, divê em biçin tola van hevalan hilînin. Ew heqareta ku di kesayeta hevalên şehîd de li me hatiye kirin divê bê pirsîn. Bila bizanibin ciwanên Kurdan çawa tolhildêr û serhildêr in’.”
Ez dikarim bêjim ku hevala Bihar di hevaltiya xwe de ez pir bandor kirim. Kurdistan welatê me hemûyan e, lê belê gotineke pêşiyan heye dibêje: ‘Giya li ser koka xwe şîn dibe.’ Mirov li ku derê hatibe dinê, cihê wê di dilê mirov de cuda ye. Mînak, hemû stranên hevala Bihar li ser Garzanê bûn. Gelek caran min henek pê dikirin û min digot: ‘Ma qey cihên din ne welatê te ye?’ Wê jî digot: ‘Rast e, cihên din jî welatê min e, lê divê ez herim wê derê û wê derê xweş nas bikim. Cihê ku ez jê hez dikim, divê ez li wê derê gerîlatiya xwe bikim û li wir li dijmin bidim.’
Tişta herî zêde ku digot ev bû: ‘Ez dixwazim bi çavê gerîla li gundê xwe temaşe bikim. Ez dixwazim wan hestên ku mirov li pişta mala bavê xwe û gundê xwe gerîlatiyê dike jiyan bike ka çawa ye. Dema em li malê bûn û heval dihatin mala me, di nav me de kelecaneke cuda dihate jiyandin. Ew jî wek me mirov bûn, lê belê hestek wisa di nav me de çêdibû me digot qey ev mirov ji cihekî cuda hatine. Ji bo vê, ez dixwazim vê hestê li qada xwe jiyan bikim.’ Ez dikarim bêjim ku mijara ku herî mezin bandor li min dikir ya hevala Bihar, yek jê ev bû.
Weke yekîne jibo me ev çîrok dibû pireke hestyarî ya dinavbera ” bîranîn, êş, rûmet û soz” de dihat hîskirin. Ji ber ku me deng û bîranînên hevalên ku canê xwe feda kirine nas dikir, ev ne tenê karekî teknîkî bû; ev berpirsiyariyeke exlaqî û rûmetê ye. Me bi rastî jî barê sozê digirt ser milên xwe. Ew dengê ji Heftanînê dihat, ji me re bû fermana parastina bîranînan. Ji Heftanînê heta Garzanê, ev deng nîşan dide ku têkoşîn tu carî namîne û her dem bi bihareke nû dest pê dike.
Em bi hêvî ne ku hûn jî bi hemû xweşikbûn û rûmeta biharî di dil û ramanên xwe de hîs bikin. Bernameya Starên Azadiyê bi xeml û bedewiya Bihara Heftanînê dibe mêvanê dil û hişê we.
ÇAVKANÎ – JIN TV- STARÊN AZADIYÊ

