Pêvajoya ku bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de destpê kir, li qada navneteweyî bi dewamî tê nîqaşkirin. Bi taybetî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, demokratîkbûn û meşandina muzakereyê di nava mercên wekhev de, ji sernavên esasî ne ku li nava raya giştî ya navneteweyî tê bilêvkirin.
Parlamenterê Kantona Ticino ya Swîsreyê Dr. Beppe Savary Borioli pêvajo û bûyerên têkildarî mijarê ji ANF’ê re nirxand.
‘EGER TIRKIYE BI RASTÎ JÎ AŞTIYÊ DIXWAZE, DIVÊ OCALAN AZAD BIKE’
Savary diyar kir ku avaniya siyasî ya li Tirkiyeyê li pêşiya çareseriyeke demokratîk asteng e û feraseta rêveberiyê ya Serokkomar Erdogan rexne kir. Savary destnîşan kir ku Rêber Apo kesayetê herî girîng e ku gelên Tirk û Kurd bigihîne paşerojeke hevpar û got, “Bi dîtina min meseleya esasî ev e: Eger Tirkiye bi rastî jî aştiyê dixwaze divê Ocalan berde. Eger vê nake, hingî di her tiştî de bawerî pê nabe. Pirsgirêk ew e ku Tirkiye gelekî dûrî demokratîkbûnê ye. Em baş zanin ku rejîmeke gelekî hişk lê heye. Birêz Erdogan weke sûltanekî tevdigere. Lewma eger bi rastî jî aştî bixwasta wê baş zanîbûya ku divê Abdullah Ocalan berde. Ji ber ku kesê herî girîng ê ku herdu gelan, gelên Tirk û Kurd bigihîne aştiyeke rasteqîn, jiyana bi hev re û hevgirtineke hevpar Abdullah Ocalan e.”
‘DI NAVA MERCÊN WEKHEV DE DIVÊ MUZAKERE BÊ MEŞANDIN’
Savary bal kişand ser nêzîkatiya aştiyê ya ku Rêber Apo afirandiye û ji bo bidawîbûna şer û pêkhatina aştiyeke mayinde işaret bi girîngiya muzakere û dîplomasiyê kir. Savary ragihand ku pêvajoyeke muzakereyê ya ku di nava mercên wekhev de neyê meşandin nikare bi pêş ve biçe û pêvajoya aştiyê ya li Efrîkaya Başûr û azadiya Nelson Mandela weke mînak nîşan da. Savary got, “Bi dîtina min Ocalan dît ku şerê berxwedanê yê navbera PKK û dewleta Tirk rê li ber aştiyê, her wiha rê ber li agirbesteke mayinde venekiriye. Em ji bûyerên li Rojava jî vê yekê dibînin.
Bi dîtina min fêhm kir ku aştiyeke rasteqîn tenê bi hevdîtin û dîplomasiyê, lê belê di nava mercên wekhev de dibe. Li aliyekî mirovekî girtî, li aliyê din jî serokekî dewletê, Serokkomarekî weke sûltan tevdigere. Di rewşeke bi vî rengî de mirov nikare li bendê be ku muzakere di mercên wekhev de bê meşandin. Tiştekî welê nepêkan e. Ji ber vê yekê ez timî li mînaka Nelson Mandela vedigerim. Piştî ku Nelson Mandela hate berdan pêvajoya aştiyê ya li Efrîkaya Başûr bi rastî jî bi pêş ve çû.”
‘EZ BI GUMAN NÊZÎ GARANTIYÊN TIRKIYEYÊ DIBIM’
Siyasetmedar Savary destnîşan kir ku gavên di pêvajoya aştiyê de têne avêtin divê bi garantiyên şênber bêne xurtkirin û got, piştî çekdanînê helwesta Tirkiyeyê wê diyarker be.
Savary ragihand ku ew fikar nêzî paşeroja pêvajoyê dibe û got, “Di vê mijarê de ez hîn jî bi fikar im; ji ber ku dewleteke weke ya Tirkiyeyê heye ku hîn hurmetê nîşanî hiqûqa navneteweyî nade. Gelo wê bi rastî jî li gorî garantiyên ku dide endamên PKK’ê yên çekê dînin, wê tevbigere? Di çalakiya sembolîk de ya ku şervanên jin û mêr ên PKK’yî çek şewitandin, ez jî amade bûm. Li wê derê heyeteke Tirk jî hebû. Lê belê ev gaveke yekalî bû û encamên şênber yekser bi xwe re neanî. Niha mirov dikare bibêje ku Tirkiye welê xuya dike ku weke hin gavan diavêje. Lê belê tam ji ber vê yekê ez gelekî bi fikar im.”
‘JI BO AŞTIYEKE RASTEQÎN ŞERT E KU TIRKIYE DEMOKRATÎK BIBE’
Savary işaret bi avaniya sîstema siyasî ya Tirkiyeyê kir û diyar kir ku erkên parlamentê sînorkirî ye, mekanîzmayên biryardanê li dora Serokkomariyê hatine komkirin. Savary ragihand ku gelên Kurd û Tirk xwedî wê îradeyê ne ku bi hev re bijîn û destnîşan kir ku ev jî bi garantiya sîstemeke demokratîk dibe. Savary got, “Erkên parlamenta Tirkiyeyê gelekî sînorkirî ye. Lewma yê ku qanûnan diyar dike dîsa Serokkomar e. Heta ku Tirkiye veneguherî dewleteke demokratîk a rasteqîn, zehmet e ku di navbera gelên Kurd û Tirk de aştiyeke rasteqîn pêk were.”

