Şemî, 1 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Îranê 8 jin di bin metirsiya darvekirinê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş tevahiya rojê bê av ma: Nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tevî tîştên ku piştî pêvajoya berê hatin jiyîn jî hêviya aştiya civakî neqediyaye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîmên Tolhildana Şehîdên Kurdistanê: Li Bane û Rebetê 2 kes hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora 6 mehan a binpêkirinên li girtîgehan hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Elvan Koçer: Em ê rê nedin belavbûna fihûş û tiryakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Têkoşîna civaka Êzidî têkoşîna mirovahiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Munzurê di roja duyemîn de berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê kolberek qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Korîdora Mirovî’ bîranîna fermanê: Ev rê şahidê jiyan û berxwedanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mam Bircûn: Derveyî Êzidatî û Serok Apo em xwe bi navekî din hilnedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hejmara Tebaxê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Îradeya çareserkirina pirsgirêka sedasalî, rûbirûbûn e’ der

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di nava mehekê de 26 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Me Şengal ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa ku doza welatekî dinivîsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinek li Kelarê hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 saziyên jinan têkildarî mafp jinan û statuya Kurdan bi Guterres re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Comerd piştî 28 salan li Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Komîsyona Jinan a KNK’ê: Şengal divê bibe herêmek xweser!
Jin

Komîsyona Jinan a KNK’ê: Şengal divê bibe herêmek xweser!

Komîsyona Jinan a KNK’ê şehîdên Qirkirina Şengalê bi rêzdarî bi bîr anî û got, hem ji bo Êzidî bikarin xwe biparêzin, hem jî çand û baweriya xwe bi rengekî azad bijîn, divê êdî Şengal bibe herêmek xweser.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Tebax 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komîsyona Jinan a KNK’ê bi wesîleya salvegera 12’an a Fermana Şengalê ev daxuyanî da:

“Di salvegera 12’emîn a jenosîda Şengalê de, em li ber bîranîna hemû kesên ku me winda kirine, bejna xwe ditewînin.

Li Şengalê 3’yê Tebaxa 2014’an di heman demê de du komkujî pêk hatin. Yek jê ji bo îmhakirina fîzîkî ya Ezîdiyan bû, ya din jî komkujiyeke çandî bi rêya feminizid bû ku li ser jinên Ezîdî pek hat. Ji ber ku yên ku hilgirên çand û nasnameya resen ya Êzidiyatiyê, jin bûn. Armanc ne tenê îmhakirina fîzîkî ya Êzidiyan bû, lê belê ji holê rakirina wan a bi temamî ji ser rûyê erdê bû.

Bi berxwedana xwe ya bi hezaran salan, jinên Êzidî weke hilgirên çand û nasnameyê cewherê eslî yê nasnameya Kurdî li ser piya hilgirtine. Ji ber vê sedemê jinên Êzidî rastî êrîşên herî hovane yên sedsalê hatin. Jinên Êzidî hatin revandin, rastî destdirêjiyê hatin, êşkence li wan hate kirin û li bazarên koleyan hatin firotin. Bi hezaran jin hîn jî winda ne.

Jenosîda 3’yê Tebaxa 2014’an di bin maskeyê DAÎŞ’ê de pêk hat. Di van çend rojên dawî de, di bin maskeyê pevçûna Şîe-Sunî de li derdora Şengalê metirsiyek heye. Lê di esas de ev rageşî di çarçoveya armancên stratejîk ên nû de ji bo bidestxistina kontrola herêmê ye.

Şengal, ku bi sedsalan e ji bo Êzidîyan cihekî pîroz e, dikeve nav herêmeke sînorî ya ji aliyê erdnîgarî ve girîng e. Ew cihek e ku Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi hev ve girê dide. Şengal her wiha dikeve nav parêzgeha Mûsilê ku gelek caran bûye cihê pevçûnên desthilatdarên Tirk, Ereb û Fars. Mûsil her wiha herêmeke ku di bin çavdêriya hêzên cîhanî de ye jî.

Îro, Êzidxan careke din di navbera şerê hêzên cîhanî û herêmî de ye.

Weke din, ji bilî pêşkêşkirina alîkariya mirovî, ti hikûmet û parlamenên ku jenosîd nas kiribûn, ti tedbîrên siyasî negirtin da ku pêşerojeke ewle ji bo Êzidiyan mîsoger bikin.

Lê belê, daxwaza ku ji aliyê rêxistinên jinan û civaka sivîl ve li Ezidxanê dihat kirin, di çarçoveya yasayî ya Iraqê de dayîna statuya otonom bû.

Ji bo mîsogerkirina dadmendiyê li Şengalê, pêwîst e ku jinên Êzidî yên winda bên dîtin û cezayên tawanan li wan kesên ku komkujî teşwîq kirine û pêk anîne, bên birîn.

Her çend naskirina jenosîda li dijî Êzidiyan pêşketineke erênî be jî, mixabin heta niha di pratîkê de gefên li ser serê Êzidiyan ji holê nehatiye rakirin. Divê hikûmet û parlamenên ku jenosîd nas kirine, bi rêya hikûmeta Iraqê, di warê handana dîplomatîk û siyasî de jî rolekê bilîzin, da ku mîsoger bikin ku xweserî ji Êzidiyên li Şengalê re were dayîn, da ku ew karibin xwe biparêzin.

Êdî divê Şengal bibe herêmeke xweser, da ku Êzidî bikaribin hem xwe biparêzin û hem jî bi azadî bawerî û çanda xwe bi cih bînin.

Êdî divê Şengal bibe herêmeke xweser, da ku jinên Êzidî bikaribin bê tirs û azad bijîn.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Meclîsa Îştar bang kir: Em li dijî tundiyê têkoşîna hevpar pêş bixin
Nûçeya Pişt re Li Îranê 8 jin di bin metirsiya darvekirinê de ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Wanê ‘Daristana Rojîn Kabaîş’

Şaredariya Westan û Komeleya Ekolojiyê ya Wanê ji bo bîranîna xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş a…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şarbajêr û Balekayetî êrîşên SÎHA’yê

Dewleta Tirk a dagirker bombe li herêma Balekayetî ya Hewlêrê û Şarbajêr a Silêmaniyeyê barand.

Ji aliyê Stêrk TV

Balafira leşkerî ya Rûs ket: 29 kes mirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku balafireke wan a veguhestina leşkerî li ser Qirimê kete…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Îranê 8 jin di bin metirsiya darvekirinê de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Meclîsa Îştar bang kir: Em li dijî tundiyê têkoşîna hevpar pêş bixin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Aydin û Balikesîrê şewat didomin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

53 hezar koçberên Fasî vegeriyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?