Krîza aboriyê ya giran li Kurdistanê bandorê li her qada jiyanê dike. Bi taybetî bandorê li sektora çandiniyê dike. Ji ber buhayê zêde yê sotemenî, zibil, tov, derman û maliyetên din ên çandiniyê, cotkar bi zor û zehmetî çandiniyê dikin. Serokê Odeya Zîreetê ya Yenîşehîr a Amedê Suleyman Îskenderoglû pirsgirêkên cotkaran ji ANF’ê re nirxand.
Îskenderoglû ragihand ku pirsgirêka bingehîn a ku niha cotkar pê re rû bi rû ne maliyeta enerjiyê ye û anî ziman ku piştgiriya enerjiyê ya bi salan dihate dayin, bêyî hincetek bê nîşandan hate betalkirin, ku vê yekê cotkar xitimandiye.
Îskenderoglû got, “Pirsgirêka herî mezin a niha ya cotkarên me rakirina piştgiriya enerjiyê ye. Dema ku ev biryar hate dayin ne bi odeyên zîreetê, ne bi odeyên bazirganiyê, ne bi borsayê ne jî bi saziyeke ku hilberîner û cotkaran temsîl dike şêwirîn. Wezareta Çandiniyê û saziyên pêwendîdar bêyî ku daxuyaniyekê bidin ev piştgirî betal kirin. Cotkar hîn bi sedema vê nizanin. Her roj bi dehan cotkar digerin û dipirsin, ‘Serokê min çima ev piştgirî rakirin, sedem çi ye?’ Bersiveke me ji bo vê pirsê nîne. Ji ber ku ti daxuyanî ji me re jî nehate dayin.
Di sala 2014’an de piştî ku belavkirina enerjiyê hate taybetîkirin, dewletê ji bo maliyeta enerjiyê ya zêdebûyî ya cotkaran sivik bike, piştgiriya enerjiyê da. Di salên destpêkê de ev piştgirî ji sedî 65 bû, piştre gav bi gav hate xistin. Destpêkê daxistin ji sedî 55’an, piştre jî bi salan kirin ji sedî 45, 35 û herî dawî jî ji sedî 25. Cotkar ji ber kêmbûna piştgiriyê ji bo dest ji cotkariyê bernedin fedakariyeke mezin kirin. Lê belê bi sala 2026’an re ev piştgirî bi temamî hat rakirin. Ev jî rewşeke welê nîne ku ji aliyê cotkaran ve bê qebûlkirin.
Enerjî li herêmên ku avdanî bi ava ji binê erdê tê kirin maliyeta herî mezin e. Cotkar ditirsin ku bîra xwe bixebitînin, motora sondajê vekin. Ji ber ku dema elektrîk bi kar anî fatûreyeke ku nikaribe bide derdikeve pêşiyê. Di rewşeke bi vî rengî de ku maliyeta elektrîkê zêde ye, nepêkan e ku hilberîn dewam bike.”
‘EGER EV POLÎTÎKA DEWAM BIKE WÊ ZEVÎ VALA BIMÎNE’
Suleyman Îskenderoglû anî ziman ku polîtîkayên çandiniyê yên şaş cotkaran ji hilberînê dûr dixîne û bi bîr xist ku berê çandiniya pembo ji ber heman sedeman kêm bû.
Îskenderoglû got, “Ji ber polîtîkayên şaş cotkaran dest ji çandiniya pembo berdan û berê xwe dan genim. Îro jî eger cotkarên genim bi heman mercan re rû bi rû bên ehiştin, sibe wê nikaribe wê çandiniyê jî bike. Piştre jî wê hilberîna garis kêm bibe. Dawiya dawî wê zeviyên berhemdar vala bimîne. Ez vê yekê ji niha ve dibêjim. Eger dest ji van polîtîkayan neyê berdan piştî çend salan wê hilberîn bi rengekî cidî kêm bibe.”

