Hevdîtinên di navbera Tevgera Azadiya Kurd û dewleta Tirk de ketine sala duyemîn. Di vê pêvajoyê de, bi hewldanên Rêber Apo, dewleta Tirk gavên nû avêt û pêvajo kete qonaxek din. Ji destpêka Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve, pêvajoyên çareserkirina pevçûnên li gelek deverên cîhanê wekî mînak hatine nîşandan û hewl hatiye dayîn ku pêvajoya di navbera dewleta Tirk û Tevgera Azadiya Kurd de bi van mînakan were fêmkirin.
Lê Tevgera Azadiya Kurd û Rêber Apo ji destpêka pêvajoyê ve bi awayekî cuda birêve birin mînakên cîhanê pir derbas bûne, ji bo gelê Kurd cihê xwe di nav gelên cîhanê de bigire bi sebr gav avêtin.
Di nav mînakên cîhanê yên tê axaftin de li Spanyayê ETA, li Îngiltereyê ÎRA, li Kolombiyayê FARC û li Meksîkayê EZLN hene. Bi rastî di nava van mînakan de aliyên ku hevpar balê dikşînin hene. Hevdîtinên piştî seedema pevçûnan pêş ketin û pêvajoya piştî wê nebûn serketinek tevahî an serketinek. Encamên her çar mênakan bi rastî ji serdema ku hevdîtin pêk dihatin ne gelekî wêdetir bûn, gelelîli pişt wê bûn.
MÎNAKÊN SPANYA Û ETA’YÊ
ETA ya ku ji bo rizgarkirina Welatê Bask a di bin mêtingeriya Spanyayê hat damezrandin, bi taybetî di têkoşînên rizgariya neteweyî û tevgerên sosyalîst ên salên 1970’an debi bandor bû û li ser bingeha sosyalîzma reel bi armanca avakirina netewe-dewleta sosyalîzmê derket holê. Di vê pêvajoyê de ETA li dijî hikûmetên Spanya û Fransayê gelek êrîşên çekdarî û bombeyî pêk anîn.
Hevdîtinên yekem ên di navbera ETA û Spanyayê de di sala 1989’an de li Cezayîr a ku dibin mêtingeriya Fransayê de bû pêk hatin, lê van h3vf,tinan de ti encam derneketin. Di vê pêvajoyê de hikûmeta Spanyayê jibo paşxsitin û piştgiriya gel a bi re ETA’yê re qels bike tevî ku ji Fransa û hêzên paramîlîter alîkarî girt jî, hişt ku hevdîtin veşartî berdewam bikin.
Piştî van hevdîtinan, ETA di sala 1998’an de agirbest ragihand. Pêvajoyê agirbestê demek dirêj bi awayekî parçekirî berdewam kir jî, ETA di 20’ê Cotmeha 2011’an de ragihan ku dawî li têkoşîna çekdarî aniye.
ETA bêyî ku ti destkeftiyek bi dest bixe têkoşîna çekdarî bi dawî kir û piştre di 11’ê Nîsana 2018’an de fesixkirina xwe ragihand, di rastiyê de encama polîtîkayên wê yên xelet û windakirina piştgiriya ji gelê Bask bû.
Rêxistina ku di 31’ê Tîrmeha sala 1959’an de hatibû avakirin û armanca wê şerekî demdirêj ê rizgariya neteweyî bû, destûra bingehîn a Spanyayê ya di sala 1978’an de hatibû derxistin û xweserî dida herêman qebûl nekir û bi vê yek re ji şaşiyên xwe yên herî mezin kir. Tevî ku di çarçoveya xweseriya ji bo Herêma Baskê de mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û rêveberiya xweser hebû jî, ETA’yê ragihand ku ew vê rêziknameyê nas nake. Lê dîsa jî, gelê Baskê tevî helwesta ETA’yê pişgiriya Destûra Bingehîn a Spanyayê kir.
Qebûlnekirina xweseriya hatî dayîn û domandina têkoşînê ya bi armanca avakirina netew-dewlet ji aliyê ETA’yê ve, bi derbasbûna demê re bû sedema kêmbûna pişgiriya gel. Bi taybetî çalakiyên ku berî berdana têkoşîna çekdarî pêk anîn, berteka di nav gelê Baskê de zêde kir. Meşên ku bi dirûşma “Êdî bes e”(Basta ya) hatin lidarxistin, nîşan dan ku ETA’yê pişgiriya gel bi rêjeyeke mezin winda kir.
Di vê pêvajoyê de hikûmeta Spanyayê bi politîkayên şerê taybet re berê xwe da qutbûna peywendiya di navbera ETA û gel de. ETA’yê jî tevî ku ev rewş didît, li cihê guherandina politîkayên xwe, di nava xwe de ket nava şerekî navxweyî. Ev rewş, pêvajoya ku rê li ber dawîbûna rêxistinê vekir, leztir kir.
Piştî ku ETA’yê xwe fesix kir jî, ji ber ku dest ji armanc û stratejiya xwe berneda, pêvajoyeke nû ya geşedanê derneket holê. ETA ji ber pêvajoya ku pêş diket bi rengekî rast nexwend, bedela wê bi xwe fesixkirinê da.
DANÛSTANDINÊN ÎRA Û ÎNGÎLTEREYÊ
Têkoşîna serxwebûnê ya li Îrlandayê, bi qasî dîroka rêveberiya mêtinger a Îngîltereyê ya li ser wî welatî kevn e. Serhildanên yekem ên birêxistinkirî di sala 1848’an de bi avakirina Biratiya Komarparêz a Îrlandayê (ÎRB) re dest pê kirin. Di salên piştre de çalakiyên li dijî Îngîltere û alîgirên mêtingeriyê berdewam kirin. ÎRB’yê di navbera salên 1870-1916’an de gelek çalakî pêk anîn. Vê têkoşînê ji gelê Îrlandayê pişgirî dît. Sinn Féin a ku di sala 1905’an de hatibû avakirin jî di hilbijartinên sala 1918’an de bi girtina ji sedî 46,9’ê dengan bû nûnerê qanûnî yê gelê Îrlandayê.
Li gorî qeydên Teşkilata Polîsan a Îrlandaya Bakur, ÎRA’yê di navbera salên 1969-2000’î de 35 hezar û 798 çalakî, 21 hezar û 49 talanên çekdarî û 15 hezar û 51 êrîşên bi bombeyan pêk anîn. Di pevçûnên di navbera ÎRA û Îngîltereyê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan.
Danûstandinên yekem ên di navbera ÎRA û Îngîltereyê de di sala 1972’an de dest pê kirin û bi navber berdewam kirin. Çalakî û xebatên birêxistinkirinê yên ÎRA’yê pişgiriya gel a li Îrlandayê bêhtir bi hêz kir. Di sala 1994’an de piştî hevdîtina Serokê DYE’yê Bill Clinton a bi rêberê Sinn Féin Gerry Adams re, ÎRA’yê di 31’ê Tebaxa 1994’an de agirbest ragihand.
Di dema Tony Blair de, di sala 1997’an de danûstandin hatin zêdekirin. Di sala 1998’an de “Peymana Îniya Bixêr” hat îmzakirin. ÎRA’yê piştî vê peymanê ragihand ku wan çekên xwe danîne. Îngîltereyê jî girtiyên Îrlandayî serbest berdan. Li Îrlandaya Bakur pergala rêveberiya herêmî hat sepandin û hat qebûlkirin ku biryar li ser pejirandina piraniya gel bêne girtin.
Îro li Îrlandayê hin jî komên çekdar hebûna xwe diparêzin. Ji van koman ên herî navdar xwe wek “ÎRA ya Rastî” binav kirine. Tevî ku di encama danûstandinên di navbera ÎRA û Îngîltereyê de hin destkeftî hatin bidestxistin jî, ÎRA’yê nekarî di cihê sosyalîzma netew-dewlet de paradîgmayeke nû bişopîne. ÎRA ya ku têkoşîna xwe di zemînê qanûnî de domand, bi derbasbûna demê re beşek ji pişgiriya gel winda kir.
Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên ÎRA’yê di pêvajoya çekberdanê de rû da. Di nav rêxistinê de yekitiya ramanê ya tam çênebû. Ji ber vê yekê di dema danûstandinên aştiyê de hin endam ji ÎRA’yê veqetiyan û rêxistinên nû ava kirin, hinan jî danîna çekan red kir. Ji ber ku ÎRA’yê nekarî ji bo dema nû sîstemeke nû ya ramanê pêş bixe, nekarî bersiveke têrker bide pirsên ku ji aliyê şervan, kadro û gel ve dihatin pirsîn.
Îro Îrlandaya Bakur bi sîstemeke li ser bingeha rêveberiya herêmî tê birêvebirin. Lê belê Sinn Féin a ku nekarî xeteke polîtîk a rast diyar bike bike, li Îrlandayê wergirtina pişgiriya ji sedî 27’ê ya gel berdewam dike. Berevajî ETA’yê, ÎRA piştî danûstandinên aştiyê û çekberdanê li cihê têkçûn an jî binkeftinê, veguherî tevgereke siyasî ya bi hêz.
Sibe: Mînakên wek FARC-EZLN’ê û pêvajoya ku PKK’ê dimeşîne

