Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1125’emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD’ê ya Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Fehmî Tosun hate pirsîn ku beriya 31 salan di 19’ê Cotmeha 1995’an de hatibû windakirin.

