Şemî, 17 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Fehmî Tosun pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mal û milkên welatiyên Efrîn û Serêkaniyê nayên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gezer: Desthilat tehliyeyan wekî tawîzeke siyasî dibîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê: Kes nikare êrîşî nirxên me yên pîroz bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Êdî hinceteke dewleta Tirk a gav neavêtinê nema ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta welatiyê ku li Pîranşarê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê ji bo girtiyên siyasî banga ‘gava şênber’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Em xwedî li şoreşa mirovahiyê derkevin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akademiya Jineolojî ya PAJK’ê: Divê Jineolojî di navenda rêxistinbûna civakî de be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Hatûn Aslan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Bila ev konferans zanîna jiyana azad mezin bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê êrîşên provokatîf ên li Hesekê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Konferansa Jineolojî: Civaka komînal wê bi têkoşîna rêxistinkirî ya jinan were avakirin
Jin

Konferansa Jineolojî: Civaka komînal wê bi têkoşîna rêxistinkirî ya jinan were avakirin

Di roja 2’yan a Konferansa Jineolojiyê ya Ewropa de avakirina civaka komînal a demokratîk hate nîqaşkirin. Dilar Dîrîk desnîşan kir ku divê astengiyên zihniyetê bên derbaskirin. Meral Çîçek jî got, civaka demokratîk bi têkoşîna jinan dibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Konferansa Jineolojiyê ya têkildarî nexşerêya dema nû, lî bajarê Haelen ê Hollandayê dewam dike. Di roja 2’yan a konferansê de ku nêzî 150 delege beşdar bûne, avakirina civaka demokratîk a komînal, veguherîna îdeolojiya rizgariya jinê ber bi hêza polîtîk ve û pêşxistina rêxistinbûna civakî hate nirxandin.

 

Ji xeynî xebatkarên Jineolojiyê, meclîsên jinan û nûnerên rêxistinên komînan, saziyan, çapemeniyê, bawerî, çand-hunerê û dayik tevlî konferansê bûn. Di roja 2’yan a konferansê de têkildarî rêxistinbûna dema nû nîqaş hatin kirin.

Di rûniştina duyem a bi sernavê “Avakirina Civaka Demokratîk a Komînal: Di derbasbûna ji Îdeolojiya Rizgariya Jinê ber bi Polîtîkbûna Rizgariya Jinê ve de rola Jineolojiyê” de akademîsyen Dilara Dîrîk, Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Meral Çîçek û endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya semîner dan. Piştî semîneran delegeyan têkildarî pêşxistina rêxistinbûna civakî nêrîn û pêşniyarên xwe parve kirin.

 

Akademîsyen Dilar Dîrîk têkildarî sosyalîzma reel semînerek da û bal kişand ser astengiyên zihniyetê ya li pêşiya veguherîna civakî û lêgerînên rêxistinbûna nû.

Dilar Dîrîk diyar kir ku divê fêrbûnên heyî û zihniyeta sîstema mêrê desthilatdar were derbaskirin û îfade kir ku sosyalîzma reel ji ber ku rastiya xwe lêpirsîn nake, çêkerên hiyerarşîk ava dike.

Dilar Dîrîk destnîşan kir ku civak divê tevlî pêvajoyê biryardayînê bibe û ji bo pêdiviyên xwe alternatîfan pêş bixe.

Dilar Dîrîk bilêv kir ku kooperatîf û aboriya alternatîf were pêşxistin û got, ji bo pêşxistina rêxistinbûnên nû divê jiyana komînal bi kelecan û afirêneriyê were nirxandin.

JI DELEGEYAN BANGA RÊXISTINBÛNA ŞÊNBER Û XWEGIHANDINA CIWANAN

Bi moderatoriya endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya nîqaş hatin kirin û behsa şopandina encamên xebatên perwerdeyê, derbaskirina nêzîkatiyên hiyerarşîk û burokratîk, tevlîbûna ciwanan a rêxistinbûnan û avakirina têkiliyên demokratîk hate kirin.

Di nîqaşan de pêşniyar hate kirin ku ji bo pêdiviyên ciwanan û zarokan bername bên pêşxistin, rêxistinbûn were mezinkirin û xebatên perwerdeyê bên domdarkirin.

MERAL ÇÎÇEK: DIVÊ HÊZEKE RÊXISTINKIRÎ WERE BIDESTXISTIN

Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Meral Çîçek bi sernavê “Îdeolojiya Rizgariya Jinê wê çawa veguhere hêzeke polîtîk a rêxistinkirî; Jineolojî di vê veguherînê de bi kîjan zanist, rêbaz û amûran cih digire?” semîner pêşkêş kir. Di semînerê de avakirina civaka komînal a demokratîk û rola azadiya jinê ya di vê pêvajoyê de hate nirxandin.

Meral Çîçek diyar kir ku ji destpêka tevgera azadiyê û vir ve jiyana komînal di bingehê feraseta rêxistinbûnê de cih digire û got, civaka komînal a demokratîk di roja me de girîngiyeke hîn mezintir bi dest xistiye.

Meral Çîçek bilêv kir ku sîstema kapîtalîst girêdanên civakî lewaz kiriye û destnîşan kir ku ji bo parastina nirxên civakî, jiyanê û siberojê divê rêxistinbûna komînal were xurtkirin.

Meral Çîçek bal kişand ser geşedanên siyasî yên li Rojhilata Navîn û îfade kir ku gelê Kurd ji bo parastina destkeftiyên xwe pêdivî bi rêxistinbûneke xurt dibîne.

VEGUHERÎNA DEMOKRATÎK A CIVAKÊ BI TÊKOŞÎNA JINÊ YA RÊXISTINKIRÎ PÊKAN E

Meral Çîçek, diyar kir ku di kurbûna pirsgirêkên civakî de qelsbûna rêxistinbûnê bi bandor e. Meral Çîçek, bal kişand ku li hemberî tundî, xwekujî, krîza aborî, pirsgirêkên nasnameyê yên ciwanan û windakirina nirxên çandî divê torên piştevanî bê xurtkirin.

Meral Çîçek, diyar kir ku misogeriya bingehîn a jiyana civakî exlaq e û destnîşan kir ku nabe têgeha exlaqê bi têgihiştina “namûsê” ya mêrserwer re bê tevlîhevkirin. Çîçek got: “Mebesta me ji exlaqê; pîvanên jiyaneke baş, bedew, rast û azad e.”

Çîçek, anî ziman ku veguherîna civakî tenê bi têkoşîna azadiya jinan pêkan e û got ku divê civaka komînal a demokratîk li ser bingeha azadiya jinê bê ava kirin. Çîçek, bal kişand ser girîngiya beşdariya zêdetir a jin û ciwanan a di nav rêxistinbûnê de.

BINGEHÊN RÊXISTINBÛNA KOMÎNAL A DEMOKRATÎK

Meral Çîçek, destnîşan kir ku divê rêxistinbûna komînal a demokratîk vîna civakê esas bigire û got ku nîqaşa hevpar, biryardana bi hev re û pêkanîna biryaran a bi pêşengiya jin û ciwanan divê bibe pîvan.

Çîçek, anî ziman ku demokrasî tenê bi hilbijartinan pêk nayê û got ku divê hişmendiyeke rêxistinbûnê ya ku beşên cuda yên civakê digire nava xwe, bê pêşxistin. Çîçek, da xuyakirin ku divê komûn li gorî pêdiviyên hevpar bê cem hev û di navbera xwe de têkiliyên demokratîk ava bikin.

JINEOLOJÎ BINGEHA ZANIST Û ÎDEOLOJIYA JI NÛ VE AVAKIRINA CIVAKÊ YE

Çîçek, anî ziman ku divê jin ne tenê di asta nûnertiyê de, bi fikir û şêwaza jiyana xwe jî tevlî veguherîna civakî bibin. Çîçek, her wiha diyar kir ku Jineolojî di ji nû ve avakirina civakê de bingehê zanistî û îdeolojîk ê girîng e û destnîşan kir ku divê azadiya jinê di jiyana rojane û têkiliyan de cih bibe.

Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya, jî got ku di avakirina civakeke nû de divê ramana dogmatîk bê derbaskirin û hilberîna zanîna hevpar bê pêşxistin. Kaya, diyar kir ku Jineolojî dikare têkoşîna hevpar û piştrevaniyê ya di navbera jinên welatên cuda de xurt bike.

PÊŞNIYARÊN NÛ YÊN RÊXISTINBÛNÊ JI ALIYÊ DELEGEYAN VE

Di konferansê de delegeyan anîn ziman ku divê azadiya jinê bibe hêzeke siyasî û şêwaza rêxistinbûnê yên heyî bên pêşxistin. Pêşniyar hat kirin ku qadên hevdîtinê yên jinan bên zêdekirin û xebatên ku beşên cuda yên civakê digire nava xwe, bên dewlemendkirin.

Her wiha hat diyar kirin ku li hemberî tundiya li ser jinê û qirkirina jinan divê komîteyeke taybet bê avakirin. Hat pêşniyarkirin ku ji bilî civaka Kurd, ji bo beşên cuda yên civakê jî xebat bên xurtkirin.

Rûniştina duyemîn a Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê bi nirxandin û pêşniyarên ji bo rêxistinbûna demê bi dawî bû. Hat ragihandin ku konferans dê bi rûniştina sêyemîn berdewam bike.

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HAELEN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayikên Şemiyê aqûbeta Fehmî Tosun pirsîn
Nûçeya Pişt re Cenazeyê şehîd Zehra li Hesekê hate veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rola îdeolojiyê di cîhana nûjen de

Guhertina nîzama cîhanê li hember kaosê, bêpêşbînîbûn û mezinbûna berbiçav a nûjeniya teknolojîk, gelek têgeh…

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

Ji KE’yê biryara Demîrtaş û Yuksekdag: Divê demildest bên berdan

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di biryara dawî ya têkildarî dosyaya Selahattîn Demîrtaş û Fîgen…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Li pêşiya avakirina Tirkiyeyê êdî ti hincetên bibin asteng nema

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan bi daxuyaniyekê biryarên kongreya PKK'ê silav kir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Jinan tecrûbeyên Jineolojiyê û pêwîstiyên dema nû nîqaş kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJK: Em xwedî li şoreşa mirovahiyê derkevin!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Akademiya Jineolojî ya PAJK’ê: Divê Jineolojî di navenda rêxistinbûna civakî de be

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Dayika Aştiyê Hatûn Aslan koça dawî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?