Daxuyaniya Fermandariya YRK’ê bi vî rengî ye:
“Di van demên dawî de li ser hêzên me carek din ji aliyê rêjîma Îranê ve êrîş têne kirin. Ji bo ku raya giştî jî bizanibe her êrîşeke tê kirin, em parve dikin. Me berê jî diyar kiribû, niha careke din em tînin ziman ku li hemberî her êrîşeke li ser gel û hêzên me, em ê mafê xwe yê parastina rewa bikar bînin.
Rejîma Îranê li herêma Şaho ji 13’ê Cotmehê û vir ve hêzeke supayê pasdaran tevî çekên giran û dronên bombebarkî yên kamîkaze bi cih kiriye. Di dîroka 13’ê Cotmehê de dijmin bi dronên kamîkaze û çekên giran herêma deşta Qilbê bombabaran û topbaran dikin. Her wiha 15’ê Cotmehê di seatên serê sibê de despêkê bi çar dronên kamîkaze û piştre heta saetên nîvro herêma Kela Terzan ji aliyê hêzên supayê pasdaran ve tê bombebarankirin. Di herêmê de gelek leşker hatine bicihkirin û xuya dibe ku di tevger û êrîşên xwe yên li ser hêzên me de li wê herêmê bi israr in.
Em dixwazin vê jî diyar bikin ku ji aliyê hêzê me ve hişyariyên pêwîst ji bo van êrîşan hatiye kirin. Lê ev nayê wê wateyê ku em ê her tim di asta hişyariyan de rawestin. Ev êrîş ger ku dewam bikin weke Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê heta dawî em ê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin û bersiva pêwîst raber bikin.”

