Bi lihevkirina entegrasyonê re ku di 29’ê Çileya 2026’an de di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de hat îmzekirin, li Sûriyeyê pêvajoyeke nû dest pê kir. Lihevkirin, armanc dikir ku avahiya ewlehiyê ji nû ve saz bike, rêveberiyên herêmî di nav pergala navendî de biparêze, vegera ewle ya koçberan dabîn bike û mafên hemû civakan misoger bike.
Lê di vê demê de di navbera xalên lihevkirinê û pêkanînên li ser rûyê erdê de cudahiyên mezin derketin holê. Pêwîstbû vegera ewle ya xelkê ji Efrîn, Serêkaniyê, Şehba û Girê Spî ji aliyê Hikûmeta Demkî ve bihata kirin û malên ku komên çekdar û kesên ji bajêrên din hatine tê de hatine bicîhkirin, werin valakirin.
Di qonaxa heyî de dehan hezar kes vegeriyan Efrînê û di van rojên dawî de zêdetirî 2 hezar kesî berê xwe dan Serêkaniyê. Lê belê hat ragihandin ku komên çekdar û hin malbatên Ereb yên li malan hatine bicîhkirin, van malan vala nakin.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo li ser astengiyên li ber malbatên vegeriyayî ji ANF’yê re axivî.
LI EFRÎNÊ 80 HEZAR, LI SERÊKANIYÊ ZÊDETIRÎ 2 HEZAR KES VEGERIYAN
Îbrahîm Şêxo, da zanîn ku di lihevkirina navbera Rêveberiya Xweser, QSD’ê û Hikûmeta Demkî de li ser vegera ewle ya koçberan lihevkirin çêbûye û ev agahî dan:
“10 hezar malbatên ji Efrînê hatibûn koçberkirin ku nêzîkî 80 hezar kesî dike hemû vegeriyan Efrînê. Li Serêkaniyê jî di navbera 2 hezar û 2 hezar û 500 kesî de vegeriyan. Li Girê Spî heta niha veger çênebûne, di vê mijarê de hevdîtin berdewam dikin. Her wiha hezar û 300 malbatên Şehbayê jî li Hesekê û Qamişloyê dimînin û ji bo vegera wan ti xebat tune ye.”
‘LI EFRÎNÊ NÊZÎKÎ 2 HEZAR MAL RADESTÎ XWEDIYÊN WAN NAYÊN KIRIN’
Şêxo, anî ziman ku komên çekdar û hin malbatên Ereb malên xelkên vegeriyane vala nakin û ji bo radestkirina wan daxwaza pereyan dikin. Şêxo wiha domand: “Ev serçete û malbatên Ereb ji bo vegerandina mal û milkan pereyek pir zêde dixwazin. Li gorî mezinahiya malê û tiştên hundir, ji 2 hezar heta 10 hezar dolarî daxwaz dikin.
Weke ku di lihevkirina 29’ê Çileyê de hatibû diyakirin, mal û milk radestî xwediyan nebûn. Rêveberiyên herêmê, bi taybetî ya Efrînê, nekarîn biryareke rasteqîn ji bo radestkirina malan bidin.
Li Efrînê nêzîkî 2 hezar malên ku Erebên ji derve hatine tê de hatine bicîhkirin nayên radestkirin. Ev kesên mal girtine Erebên Dera, Hums û Hamayê ne; tevî ku hin ji wan çûne jî malan teslîm nakin.”
Şêxo, diyar kir ku hin malbatên nikarin biçin malên xwe di xaniyên kirêyî de an jî li ba xizmên xwe dimînin. Her wiha da zanîn ku li 5 gundên Efrînê hîn jî baregehên leşkerî yên dewleta Tirk hene û ji ber vê yekê şênî nikarin vegerin malên xwe.
‘KOMÊN ÇEKDAR JI SERÊKANIYÊ DERNAKEVIN’
Îbrahîm Şêxo, destnîşan kir ku li Serêkaniyê jî heman pirsgirêk hene û di navenda bajêr de gelek komên çekdar hene.
Şêxo got: “Piraniya van komên çekdar ji taxa Xiwêran a Hesekê ne. Heta niha tenê komeke biçûk ji malbatan derbasî navenda Serêkaniyê bûye. Derneketina van komên çekdar rê li ber vegera malbatan digire.”
‘ZEYTÛN Û ERDÊN ÇANDINIYÊ JÎ NAYÊN RADESTKIRIN’
Şêxo, da xuyakirin ku piştî destpêkirina vegerê pirsgirêkên ewlehiyê yên wekî revandin û binçavkirin çênebûne, lê destdanîna ser mal, zeytûn û erdên çandiniyê berdewam dike.
Şêxo wiha axivî: “Pirsgirêkên ku derdikevin, têne çareserkirin, lê destdanîna ser milkan berdewam e. Zeytûn û erdên çandiniyê hîn jî di destê xwe de digirin û nadin xwediyên wan.
Ev biryar jî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye girtin. Dewleta Tirk û komên çekdar li ser vê mijarê lihev kirine. Li Efrînê Sindoqa Serweriyê heye û bi vê rêyê dest datînin ser dahataya xelkê. Ji sedî 35’ê berhemê wekî bac distandin, lê piştî bertekan ev rêje daxistin ji sedî 20’î.”
‘LI EFRÎNÊ JI BO PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ TI XEBAT TUNE YE’
Şêxo, da zanîn ku malbatên vegeriyayî rastî pirsgirêkên aborî jî tên; hin welatiyên ku kar nabînin neçar dimînin biçin Qamişlo û Helebê, lê li wan deran jî bi zehmetiyên debarê re rû bi rû dimînin.
Îbrahîm Şêxo, bal kişand ser dewamkirina pirsgirêka perwerdehiya bi zimanê dayikê û diyar kir ku ji bo dabînkirina mafê perwerdehiya Kurdî ti xebat nayê meşandin.
Di dawiyê de Şêxo, diyar kir ku lihevkirinên li ser masê yên di çarçoveya Peymana 29’ê Çileyê de li ser erdê bi cih nayên û astengiyên li ber vegera ewle ya welatiyan berdewam dikin.

