Pêncşem, 22 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyê 30 salan Altûn: Divê em 24 saetan ji bo azadiya Rêber Apo bixebitin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nerazîbûna Misir û Îsraîlê li dijî peymana deryayî ya Tirkiye û Lîbyayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sevda Karaca: Polîtîkayên şer yekîtiya gel û têkoşîna kedê asteng dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozof Berardi: Abdullah Ocalan ronahiya heviyê ya tarîtiya vê serdemê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Firat: Weqfa Cemê bi destê qeyûmê Şaredariya Esenyûrtê dixwaze qeyûm dîne ser Cemxaneya Kiraçê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP: Em ê li gorî rexne û daxwazên gel nexşerêyekê amade bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HANA: Rejîma Îranê Kurdan direvîne û winda dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê bang li Îranê kir: Aqûbeta Xalid Berzincî diyar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Bersiva pêwîst ji Muxafizên Şoreşê yên Îranê re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran di navbera Başûr û Rojhilat de dîwar lê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rûşen Yakût: Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştina qetilkirina jinan bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Ez diçim, hineyê li destê min bidin’
Kurdistan

‘Ez diçim, hineyê li destê min bidin’

Jînda ku bi eşkere got, wê tevlî karên ciwanan bibe, hat malê û ji xwişk û birayên xwe re got, 'Ez diçim, hineyê li destê min bikin'. Jînda ku hine anî û li destê xwe kir, serê sibehê ji malê derket.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 20 dq.
Parvekirin

Pêvajoya ku piştî Banga Aşitî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ya 27’ê Sibata 2025’an dest pê kir, tevî kêmasiyan jî didome. Yek ji biryara kongreya xwefesixkirina PKK’ê, gerîlayên ku di dem û cihên cuda şehîd bûne lê belê ji ber şert û mercên şerî nasnameyên wan nehatin eşkerekirin, di hefteya dawîn a meha Tebaxê de êdî li gel raya giştî hatin parvekirin.

Di nava demeke kurt de eşkerekirina bi sedan nasnameyên gerîlayên şehîd, li ser gelê Kurd bandoreke manewî ya kûr kir. Nasnameyên hatin eşkerekirin, careke din nîşan dan ku şerê qewimî çi qasî mezin bû. Di serî de malbatên şehîdan Kurdistanî xwedî li xizmên xwe yên şehîd derketin û li gelek deverên Kurdistanê û li Ewopayê merasîmên sersaxiyê û bibîranînê hatin lidarxistin. Di axaftinên van merasîman de di serî de malbatên şehîda kesên beşdar dibûn, anîn ziman ku ew bi xizmên xwe serbilind in û ew ê têkoşîna wan bidomînin.

‘EM BI ŞEHÎDÊN XWE SERBILIND IN’

Birayê mezin ê Şehîd Jînda Şerker (Bêrîvan Meryem Ûzkaş) Îdrîs Ûzkaş ê di merasîma li Swîsreyê hate lidarxistin de axivî, got: ‘’Em bi şehîdên xwe serbilind in. Bi saya wan roja îroyîn em serbilind in. Roja îroyîn tişta ku dikeve berê me jî ew e ku em xwedî li wê têkoşîna wan derkevin ku ji b wê canê xwe feda kirine.’’

Îdrîs Ûzkaş yekî diaxive û yarîker e lê belê dema ku qada xwişka xwe dikir, nedikarî biaxive. Carna sekinî û em hemû bi hev re bê deng diman. Dema ku wêneyê li ser telefonê nîşanî min da bê deng bû. Helbet ne hêsan bû. Şehadeta xwişka wî ya ku hine li destê wê dan û ew şandin, bandoreke mezin lê kiribû.

‘ZÛ DEV JI DIBISTANÊ BERDA’

Jînda, di sala 1989’an de li navçeya berxwedêr Nisêbîna girêdayî Mêrdînê, weke zorêkê heftemîn ê malbeteke welatparêz ê 4 bira û 7 xwişkan ji dayîk dibe. Zarokatiya wê li Taxa Abdulkadîr Paşa ya Nisêbînê derbas dibe. Cihana fikrî û hestî ya Jînda ya ku di nava atmosfereke ku lê exlaqê civakî û hişmendiya neteweyî xurt in, mezin dibe, ji ber tevlîbûnên ji malbat û derdora nêzîk yên ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê di temenên zarokatiyê de teşe digire.

Jînda ya ku li Nisêbînê dest bi dibistana seretayî dike, piştî pola çaremîn dev ji dibistanê berdide. Ji ber nasnameya welatparêz a malbatê zexta dewletê her ku diçe zêde dibe. Destpêkê birayê wê mezin Îdrîs piştre jî her du birayên wê yên din derbasî Stenbolê dibin. Di sala 2000’an de jî hemû malbat koçî Taxa Kanarya a girêdayî navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê dikin.

Jînda ya ku li Nisêbînê dev ji dibistanê berdide, li Stenbolê demekê li malê dimîne. Malbata Ûzkaş, di sala 2008’an de atolyeyeke tekstîlê vedikin. Hemû endamên malbatê di vê atolyeyê de dest bi xebatê dikin.

Îdrîs Ûzkaş, wiha qala wê serdemê dike:

‘’Birayên min ên mezin di atolyeyên tekstîlê ên cuda de dixebitîn. Dema ku malbat derbasî li wir bû ji bo ku hemû kes bi hev re bixebite, me biryar da ku em atolyeyeke tekstîlê vekin. Ji bilî min hemû x wi şk ûbirayên min li wê atolyeyê dixebitîn. Jînda jî hê di zarokatiya xwe de  li wir dest bi xebitînê kir. Heya sala 2014’an li wê atolyeyê xebitî.’’

Îdrîs Ûzkaş ê diyar kir ku Jînda ya ku dema ji zarokatiyê derbasî ciwaniyê bû jî gelekî hesas bû û ev yek naîn ziman:

‘’Taxa Kanaryayê, cihekî gelekî mezin e. Însanên ku ji bajarên cuda hatine, li vir herêm bi herêm bi cih bûne. Li cihê ku em lê diman zêdetir malbatên ji Mêrdîn û Şirnexê hebûn. Jîndayê li pêşiya deriyê mala me kulîlk çandibûn. Li ber pencereya odeya wê jî gelek kulîlk hebûn. Wê tim li wan dinêrî.

Ew bes ne bi kulîlkan re di heman demê de bi hemû kesên liatolyeyê jî eleqedar dibû. Bi demê re me atolye mezin kir. Ji bilî xwik û birayên min 30-40 kesên din li ba me dixebitîn. Jînda bi hemû kedkaran re yek bi yek eleqedar dibû.’’

‘’STRANA TU KULÎLKA AZADIYÊ YÎ DIYARÎ KIR’

Jînda êdî ji zaroktiyê derbasî ciwaniyê bûbû. Ji ber ku li derdoreke welatparêz mezin bûbû, xwe ji geşedanên li derdora xwe dûr nagire û di nava xebatên ciwanan de cih digire. Ev yek dibe yekem nakokiya di navbera Jînda û dayika wê de.

Birayê wê Îdrîs bi van qotinan qala wê serdemê dike:

‘’Min karê tekstîlê nedikir. Birayên min ên din bi atolyeyê re eleqedar dibûn. Dayîka min gazî min kir û ez çûm malê. Got ku Jînda çûye. Xwişk û birayên min qala mijarê kirin. Jînda, wê rojê çend caran li radyoya ku l atolyeyê guhadriya wê dikir, geriyaye û daxwaza stranan dike. Wê serdemê li ser radyoyê daxwazkirina stranan mode bû. Jînda bi radyoyê re eleqedar dibû. Strana Ahmet Kaya ya bi navê ‘Tu Kulîlka Azadiyê yî’ diyarî xwişk û birayên xwe dike.

BI DARÊ ZORÊ HINEYÊ LI DESTÊ XWE DIDE

Jînda Şerker a bi awayekî eşkere diyar kir ku êdî ew ê di nava xebatên ciwanan de cih bigire, tê malê û ji xwişk û birayên xwe re dibêje; ‘Ez diçim, hineyê li destê min bidin.’ Dayîka min xwe jê aciz dike û jêre dibêje; ‘Tu hê zarok î, tu nikarî.’ Lê belêJîndabi biryar e. Jînda ya ku hineyê tîne û li destê xwe dide, sibehê ji malê bi desthinekirî derdikeve.

Hê beriya wê ji xwişk û birayên xwe re gotibû ku ew ê beşdarî xebatên ciwanan bibe. Ji bilî dayîka min hemû kesan biryara wê erê kiribû. Jixwe weke malbat em tim di nava xebatan de bûn û bi partiyê re xweş û beş bûn. Yanî em malbateke wisa ne ku partiyê dizanin û nas dikin…’’

Îdrîs Ûzkaş çûna Jîndayê ne bi dilê dayîka wan bû û ev yek anîn ziman:

‘’Dayika min guherîna Jîndayê ferq dike. Dayîka min û bavê min hinekî cudatir lê dinêrîn, me bi awayekî cudatir lê dinêrî. Dayîk bi awayekî mafdar cudatir lê dinêrin.

Jînda li Stenbolê bi awayekî çalak dest bi xebatan kir û êdî nedihat malê. Dayîka min êdî tim pirsa wê dikir. Min jî ew anî pêşberî dayika xwe. Min rojekê ew anî malê. Dayika min li odeyê rûdinişt. Min ji dayika xwe re got; ‘Lê binêre, tu dibêjî ku keçika min xapandin. Vaye keça te li vir e. Ger tu bikarî kea xwebixapînî, bixapîne da ku ji malê dernekeve.’ Du rojan li malê ma. Tevahiya du rojan tim li ba dayîka min bû. Di dawiyê de dayîka min jî li hemberî biryardariya wê sekinî.’’

Îdrîs Ûzkaş demaku qala biryardariya xwişka xwe dike balê dikşîne ser baweriya wê ya ji rêya hilbijartî re. Îdrîs Ûzkaş da zanîn ku dema Jînda cara ewil biryarê dide ew li Stenbolê bûye û axaftina di navbera xwe de wiha tîne ziman:

‘’Rojekê min ew dît. Em gelekî axivîn. Min ji wê re got; ‘Hemû kes nikare giraniya vê yekê rake. Tu yê bikaribî vê giraniyê rakî? Ger tu jixwebawer bî, rêya te vekirî be. Lê belê ger tu nikaribî bikî ez ê giraniya vî karê birûmet li ser milên te rakim.’

Ez hembêz kirim û got; ‘Bira jixwe ez dizanim bê ka rêya min çi qasî birûmet e. Ez ji bo zindîhiştina rûmeta malbat û gelê xwe ketime ser vê rêyê. Ji min bawer bikin.’

‘EW JI BO ME TIM BÊRÎVAN BÛ’

Jînda, li Stenbolê beşdarî xebatên metropolê dibe. Di pêavjoyê de di nava kîjan çalakî û bernameyê de were dîtin, kesên nas malbatê xeberdar dikin. Her çend Jînda car caran were malê jî  zêde tê şopandin.

Îdrîs Ûzkaş wiha qala wê serdemê dike: ‘’Malbatê û hevalên wê hemû kesan navê wê weke Bêrîvan dizanî. Lê belê navê wê yê lisernasnameyê Meryem bû. Di xebatan de êdî navê xwe yê rastîn bi kar anî. Li derdora me tu kesan navê Meryemê bi kar nedianî. Şopandin êdî zêde bûbûn.’’

VEGERA BOTANÊ

Di sala 2014’an de li Kurdistanê hem li Rojava hem jî li Bakur têkoşîneke zêde hebû. Li Kobanê li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê berxwedaneke pir mezin hebû, li Bakurê Kurdistanê jî hevdîtinên di navbera dewleta Tirk û Rêberê Gelê Kurd de berdewam dikirin.  Di serdema ku weke Pêvajoya Çareseriyê dihat binavkirin de di gel ku geşedanên dihatin payîn rû nedan di heman demê de li Kurdistanê nîşaneyên berxwedaneke nû derdiketin holê.

Tam di vê serdemê de ji malbatê re tê gotin ku Jînda li Şirnexê ye. Birayê wê yê mezin wiha qala wan rojan dike:

‘’Jînda herî dawiyê di meha Cotmehê de hate malê, piştre bi me re nekete têkiliyê. Nasên me ji me re gotin ku ew li Cizîrê ye. Piştre ji me re nameyek û du wêne şandin. Ez rabûm û çûm Cizîrê. Di wê serdemê de hê berxwedana xwerêveberiyê dest pê nekiribû. Min Heval Mehmet Tûnç dît. Jixwe beriya wê jî me hevûdu nas dikir. Got ku Jînda li Şirnexê xebatan bi rê ve dibe lê belê me rû bi rû hevûdu nedît.

Hefteyekê beriya qedexeyên derketina derve yên li Cizîrê ez li wê herêmê bûm. Heval Mehmet jim re got; ‘Li vir yanî di nava xebatên Botanê de cih digire. Lê belê a niha em nizanin bê ka li Silopyayê ye, Nisêbînê ye yan li Cizîrê ye.’

Piştre berxwedanên xwerêveberiyê dest pê kirin. Dema ku qedexeyan dest pê kirinêdî hemû têkilî qut bûn. Du sê hevalên ji Başûr gotin ku serdemekê li Kerkûkê xebat bi rê ve birine û ji wir jî derbasî perwerdeyan bûye. Êdî piştre me jê agahî nestand. Dema ku dewletê maseya pêvajoyê hilweşand serdemeke şer û pevçûnan a dijwar dest pê kir. Di van şert û mercan de jî agahîstandin gelekî zehmet bû.

Du salan beriya niha li Navenda Polîsan a Vatanê polîs ji ber min gazî birayê min, dayîka min û bavê min dikin. Ji wan hem pirsa min hem jî ya Jîndayê dikin. ‘Vaye, me di şikeftan de belgeyên wan bi dest xistine.’ Çend heb wêneyên wê deynin pêşiya wan. Dibêjin; ‘Ev wêne yên wê ne. Ev belge jî nîşan didin ku perwerdeya çekên giran distîne. Haya we û agahiya we jê heye?’

FÎLMÊ BÊRÎTAN

Di vîdeoya ku piştî şehadeta Jînda tê weşandin de, Jînda tîne ziman ku fîlmê Bêrîtan bandorê li beşdarbûna wê dike.

Fîlmê ku dêrhêneriya wê ji aliyê Halîl Dag (Halîl Ûysal) ve tê kirin, di nava şert û mercên çiyayan de hatibû kişandin û li ser jiyana şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) e. Fîlmê Bêrîtan bandoreke mezin li civakê kir.

Îdrîs Ûzkaş wiha qala bandora filmî ya li ser malbatê û têkiliya Jîndayê ya li gel fîlmî dike:

Min ew roportaja xwişka xwe temaşe kir. Dibêje ‘Fîlmê Bêrîtan.’ Fîlm nû derketibû. Min fîlm anîbû. Min hemû malbat yanî bes ne malbata me bi tenê hemû malbat kom kiribû.  Odeyeke me ya mezin hebû. Ode tije bûbû. Hemû kesan bi baldariyeke mezin fîlm temaşe kir. Jîndayê jî temaşe dikir. Bi rastî jî Fîlmê Bêrîtan bandoreke mezin li me kir. Hê jî dema ku ez temaşe dikim ez jê bandor dibim. Jînda jî di axaftina xwe de qala vê yekê dike.’’

ŞEHADETA JÎNDAYÊ

Di daxuyaniya Komîteya Şehîdan a ji bo Jîndayê de ev îfade cih digirin:

‘’Dema ku li Eyaleta Avaşînê erkên xwe yên şoreşgerî û meşa xwe ya fedaî bi biryardarî domand, di 3’ê Tîrmeha 2018’an de di encama êrîşa hewayî ya li ser qada Aris Faris a girêdayî Avaşînde  tevlî karwanê şehîdan dibe.

Em hevrêya xwe gerîlaya pêşeng a YJA Starê Jînda Şerker a çanda welatparêziya Mêrdînê ya esîl ji metropolan anî sîperên Qendîl, Cîlo û Avaşîn û bi sekna xwe fedaî dibe, bi rêzdarî, minetdarî ûdilsoziyeke mezin bi bîr tînin. Di serî de malbata welatparêz a hêja ya hevrêya me leheng û gelê Mêrdînê em ji hemû gelê me yê Kurdistanê sersaxiyê dixwazin.’’

LI HEMÛ MALAN ŞEHÎDEK HEYE

Yek ji faktora sereke ya jiyana Jîndayê beralî dike jî şehîdên malbata wê û derdora wê ya welatparêz e ku di nav de mezin dibe. Yekem şehîdê malbatê Celal Acar e ku Jînda weke xalê xwe dizane û pismamê dayîka Jîndayê ye. Celal Acar ê ku di salên ku hê nû têkoşîna azadiyê pêş diket de weke milîs beşdarî xebatan dibe, piştî ku deşîfre dibe êdî venegare malê. Dema ku ji bo cenazeyê birayê xwe tê gund, îxbara wî tê kirin, ji aliyê leşkeran ve tê girtin û di nava gundî de tê qetilkirin. Jînda jî, birayê wê Îdrîs jî gelek caran ji dayîka xwe guhdariya çîroka Celal dikin.

Şehîdekî din ê malbatê Ahmet Ûzkaş e ku di nava milîsên yekem de cih digire. Ahmet Ûzkaş ê ku li Mêrsînê tevlî xebatan dibe, piştî ku demekê li Manîsayê dimîne vedigere Stenbolê. Lê belê ew israr dike ku biçe çiyayan. Ahmet, di sala 1990’an de di navbera Cizîr û Nisêbînê de di encama qelibîna wesayitekê de tevlî karwanê şehîdan dibe.

Îdrîs Ûzkaş (Tekoşer Cûdî) ê neviyê mamê Jîndayê, di Adara 2018’an de li Hezoyê şehîd dibe.

Zakîre Dogalay (Viyan Rûken) a keçmeta wê, di sala 2012’yan de di şerekî li Çelê de birîndar dibe. Tevî ku hevalên xwe winda dike jî bi awayekî birîndar derbasî Metînayê dibe. Li vir li nexweşxaneyê şehîd dibe.

Kurxaletê wê Ridvan Acar (Dilxwaz Kerboran) jî di sala 2015’an de li Kobanê tevlî karwanê şehîdan dibe.

MALBAT AŞTIYÊ DIXWAZIN

Îdrîs Ûzkaş di dewama axaftina xwe de têkildarî pêvajoya ku li gel banga Rêber Apo dest pê kir, van yekan tîne ziman:

‘’Ez ê bi awayekî eşkere biaxivim. Weke gel em li dijî şer in, daxwaza aşitiyê dikin. Ez vê yekê weke birayê şehîdekê û weke endamê malbateke ku gelek şehîdên wê hene, dibêjin. Me bedêleke cidî da lê belê em dixwazin êdî aşiti çêbibe. Roja îroyîn dema em lê dinêrin bi taybetî kesên xwedî li pêvajoyê derdikevin û ji bo serkeftina vê wê têdikoşin, yan malbatên şehîdan in yan malbatên gerîlayan in yan jî malbatên girtiyan in. Yanî yên bedêl dane, ked dane ew heval in ku di nava xebatan de cih girtine.

Piştî hilbijartinên Hezîrana 2015’an hilbijartineke derbeyê hate kirin û di bin navê tevgera siyasî ya Kurd û PKK’ê de bi awayekî topyekûn li ser Kurdan şerekî tunekirinê hate destpêkirin. Diyar e ku beşek dibe vî şerî ji dûr ve nebîne lê belê însanên di nav de vê yekê baş hîs dikin. Yanî me hûyan qirêjî, bêdawîbûn û bêqaîdebûna şerî dît.

Roja îroyîn ger gihîştine vê qonaxê ev yek bi saya têkoşîn û bedêlên şehîdan e.

Li ser Rêber Apo nêzîkî pênc salan tecrîd hate sepandin. Di vê pêvajoya tecrîdê de tu agahî jê nehatin wergirtin; têkildarî tenduristiyê de jî ti kesî agahî nestand. Kurd xwedî li vê pêvajoyê derketin. Di serdemên herî dijwar de jî tim di nava çalakîbûnê de bû.

Xwedîlêderketina vê pêvajoyê, di serî de erkê me malbatên şehîdan e. Pêşxistina têkoşînê erkê me ye. Bi taybetî erkê malbatên şehîdan e. Ez di wê baweriyê de me ku bi taybetî li ser kesên dibêjin ez Kurd im û welatparêz im, xwedî li nasnameya Kurdî derdikevin, deynek e.

Ti kes ji niha û pê ve nikare maf û hiqûqa Kurdan tune bihesibîne. Gelê Kurd li gel Rêber Apo kete vê rêyê. Wê dawiya wê jî Rêber Apo bîne. Hemû kes wisa difikire û dibêje.

Weke min anî ziman, kesên ku di nava vê têkoşînê de bedêl dane wê vê yekê bibêjin. Lê belê yên bedêl nedane, her roj li ser medyaya dijîtal yan jî li ser platformên cudatir weke ku heya niha ew têkoşiyane ji bo zirarê bidin vê têkoşînê gelek tiştan tînin ziman. Têkildarî Kurdbûn, însanbûn û fikara wan însanan gumanên min hene. Ji ber ku ger tu bixwazî xwedî li vê têkoşînê derkevî, bixwazî ev têkoşîn ser bikeve tu yê xwedî li ala van şehîd û lehengan derkevî û tu yê li dora vê pêvajoyê bibî çember.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Girtiyê 30 salan Altûn: Divê em 24 saetan ji bo azadiya Rêber Apo bixebitin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Yewnanistan û Kolombiyayê parêznameya ‘Sosyolojiya Azadiyê’ hat nîqaşkirin

Parêznameya Rêber Apo ya bi navê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ di çalakiyên li bajarê Hanya yê Yewnanistan…

Ji aliyê Stêrk TV

Artêşa Kolombiyayê: ELN li herêma Chocó 39 sivîl revandin

Artêşa Kolombiyayê ragihand ku ELN li herêma Chocó ya bakur û rojavayê Kolombiyayê di nav…

Ji aliyê Stêrk TV

Raportora NY Morgera: Veguherîna enerjiyê divê xweza, av û xurekê biparêze

Raportora taybet a avhewa û mafên mirovan a NY’ê Elisa Morgera diyar kir ku veguherîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Gazî û xelkê Kobanê serdana malbatên şehîdan dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nerazîbûna Misir û Îsraîlê li dijî peymana deryayî ya Tirkiye û Lîbyayê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sevda Karaca: Polîtîkayên şer yekîtiya gel û têkoşîna kedê asteng dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?