Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan, di pêşniyarpirsên ku daxwaz kir Wezîrê Edaletê Akîn Gurlek bibersivîne de diyar kir ku li girtîgehan mafê azadiya îfadeyê û mafê daxwaznameyê yên girtiyên siyasî bi rêya cezayên dîsîplînê tên binpêkirin.
Di pêşniyarpirsa hatî amadekirin de hat gotin ku cezayên dîsîplînê yên hucreyê ku ji ber bikaranîna peyva “Birêz Ocalan” di daxwaznameyên ji Wezaretê re hatine şandin de li Alî Adiman hatine birîn, wekî hincet ji bo paşxistina berdana wî ya 6 salan hatine nîşandan.
Newroz Uysal Aslan, di pêşniyarpirsa xwe de destnîşan kir ku heke peyveke ji aliyê hiqûqî ve ne sûc be û bibe hinceta cezayê hucreyê binpêkirina hiqûqî ye û got ku tevî biryara Dadgeha Bilind jî li girtîgehan derhiqûqiyên bi vî rengî berdewam dikin.
Parlamenter DEM Partiyê, daxwaz kir ku bê eşkerekirin heta niha ji ber peyva “Birêz Ocalan” li çend girtiyan cezayê hucreyê hatiye birîn, berdana çend kesî hatiye astengkirin û ji serlêdanên li dijî van biryaran hatine kirin çend ji wan encam bûne.
Newroz Uysal Aslan, diyar kir ku ev sepandin azadî û mafên girtiyan binpê dike û ji Wezareta Edaletê daxwaz kir ku daxuyanî di vê mijarê de bide.

