Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Semsûrê (TUHAYDER’a Semsûrê) li ber edliyeya Semsûrê li dijî taloqkirina tehliyeyên girtiyan daxuyanî dan.
Di daxuyaniya ku gelek kes beşdar bûn de, pankarta “Ne taloqkirina tehliyeyan, ji girtiyên siyasî re azadî” hate vekirin.
Endamê MED TUHAD-FED’ê Erkan Karakaş diyar kir ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re hêviyên têkildarî tehliyeyên li girtîgehan zêde bûne û anî ziman ku daxwaza wan ew e ku girtiyên siyasî azad bibin û tev li jiyana demokratîk bibin.
Karakaş destnîşan kir ku di demeke ku tê armanckirin siyaseta demokratîk bê xurtkirin û aştiya civakî mayînde bibe de berdewamkirina pêkanînên ku vîna azad û tevlibûna demokratîk qels dikin nakokiyeke cidî derdixe holê û anî ziman ku ev polîtîka di heman demê de vîna polîtîk a civakê hedef digire.
Karakaş bang li Serokkomar, Wezareta Dadê û saziyên pêwendîdar ên dewletê kir û xwest ku dawî li bêhiqûqiyan bê anîn û hemû girtiyên di girtîgehan de azad bibin.
Karakaş bi bîr xist ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di nav civakê de hêvî û bendewarî mezin kiriye û got: “Ji bo ev bendewarî veguhere rastiyê divê dawî li bêhiqûqiya bê anîn, azadiya hemû girtiyên di girtîgehan de bê misogerkirin û demildest gavên şênber ên ku wê rêya aştiyê vekin bên avêtin.”
Daxuyanî bi dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû.

