Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hêzên YRK’ê yên ser bi Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) li dijî Baregeha Soman Firîşte ya ser bi gundê Digaga ya ser bi navçeya Sewlawe çalakiyeke xurt li dar xistiye.
Hate ragihandin ku gerîlayên YRK’ê bi qasî du saetan baregeh xistine jêr kontrola xwe û gelek çekên giran (doşk, hewan) tine kirin. Li aliyê din jî hinek wesayîtên leşkerî jî tine kirine.
Hate ragihandin di encama şer de bê ku ziyan bigihêje hêzên YRK’ê ji herêmê vekişiyane.
Heta niha li ser encam û kuştî û birîndarên hêzên rejîma Îranê ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

