Rejîma Îranê zext û êrişên xwe yên li ser rojhilatê Kurdistanê roj bi roj didomîne. 19’ê Cotmeha 2026’an welatiyê bi navê Şîrvan Suleymanzade (27) yê ji bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên rejîma Îranê hate binçavkirin û Şîrvan revandine cihekê ne diyar.
Li gorî agahiyên ji heremê Şîrvan Suleymanzade di sala 2019’an de jî bi hinceta “endamê partiyên Kurdistanî” hatibû girtin û 5 salan di girtîgehê de mabû.
Malbata wî heta niha di derheqê aqûbet û rewşa tenduristiya wî de ti agahî nehatiye girtin.
Rejîma Îranê di di heman rojê de li bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê xwendevanê dibistana amadeyî yê bi navê Diyarî Abdî li nêzê Pira Mêrdox a bajar binçavkirine û revandine cihekê ne diyar.
Heta niha ti agahî di derheqê Diyarî de nehatine girtin.

