Nîqaşên ku piştî biryara “Bêhukmiya Teqez ” a derbarê 38’emîn Kongreya Asayî ya CHP’ê de destpêkirin, didom in. Piştî biryarê, li ser navê Serokê berê yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu serlêdanên nû yên qanûnî hatin kirin.
Hat ragihandin ku parêzerê Kiliçdaroglu Celal Çelik ji bo radestkirina Navenda Giştî ya CHP’ê cara duyemîn serî li Emniyeta Polîsan a Enqerê daye. Di serlêdanê de ewlehî û prosedurên radestkirinê hatine xwestin. Her wiha hat ragihandin ku parêzeran serî li Walîtiya Enqerê jî daye.
Di demekê de ku Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel û endamên partiyê li Navenda Giştî nobedariya xwe didomînin, bi hatina hin parlamenter û endamên partiyê ku alîgirên Kiliçdarogul ne li ber avahiyê demek kurt rageşî çêbû.
Cîgirê Serokê Koma CHP’ê Murat Emir, ragihand ku Kiliçdaroglu û Ozgur Ozel bi telefonê axivîne û diyar kir ku her du aliyan nûner wezîfedar kirine da ku li ser dîroka kongreya nû nîqaş bikin.

