În, 23 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sebahat Bîçer: Ji bo girtiyên nexweş divê gavên mirovî û hiqûqî bêne avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zurichê wê ‘Konferansa Entegrasyona Demokratîk’ bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tûgçe Tatarî: Ev aştî ji bo welêt firsendek e, ne tenê ji bo Kurdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    MED TUHAD-FED û TUHAYDER’a Semsûrê bertek nîşanî taloqkirina tehliyeyan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî nerazîbûna nîşanî desthilatdariyê da: Pêngavên aştiyê çima tên sekinandin?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Kerkûkê li gundê Kurdan di bin gefa rûxandinê de ne: Zêdetirî 70 malbat di bin rîskê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê du Kurdên din jî revand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hate îdîakirin ku hêzên YRK’ê baregehek Îranê xiste kontrola xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ez diçim, hineyê li destê min bidin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HANA: Rejîma Îranê Kurdan direvîne û winda dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diherike Dîcle bi hezkirina ax û welat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûşen Yakût: Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştina qetilkirina jinan bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Ji bo ku Kurdî bi destûra bingehîn were misogerkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin’
Rojava

‘Ji bo ku Kurdî bi destûra bingehîn were misogerkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Hesen Mihemed diyar kir ku ji bo li Sûriyeyê Kurdî bi destûra bingehîn were misogerkirin ew ê têkoşîna xwe bidomînin û got: "Divê gelê Kurd xwedî li zimanê xwe derkeve. Ji bo vê yekê ked, xebat, berxwedan û têkoşîn hewce ne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Li Rojavayê Kurdistanê, bertekên li hemberî biryara hikûmeta demkî ya Şamê ya têkildarî Kurdî berdewam dikin û di 17’ê Cotmeha 2026’an de li Qamişloyê Hewldana Bi Qanûnan Misogerkirina Kurdî û Qebûlkirina Kurdî ya weke Zimanê Fermî a Sûriyeyê hate îlankirin. Endamê Hewldana Bi Qanûnan Misogerkirina Kurdî û Qebûlkirina Kurdî ya weke Zimanê Fermî a Sûriyeyê Hesen Mihemed, têkildarî xebat û armancên hewldanê axivî.

Hesen Mihemed di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku roja îroyîn bi awayekî cidî hewcehî bi hewldana berbehs heye û got: ‘’Me jî ji bo avakirina vê hewldanê hewlek nîşan da; armanca me ew e ku em zimanê xwe bikin zimanekî fermî. Ji ber ku ev 15 sal in xwendekarên li Rojava bi awayekî giştî bi Kurdî dixwînin û perwerdeya xwe distînin. Mixabin ku di biryara dawîn de Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê bes du sê saet dan Kurdî.

Gelê Kurd, weke di xala 13’emîn a Qanûna Bingehîn de hatiye diyarkirin, gelekî xwecihî ye. Weke hemwelatiyên Sûriyeyê mafê Kurdan heye. Divê bizimanê xwe biaxivin û perwerdeyê bistînin. Lê belê mixabin ku di demên dawîn de ji van mafan paşve gav hatiye avêtin. Ji ber vê yekê ev xebata ku em bi rê ve dibin ew e ku Kurdî li ba Erebî weke weke zimanekî xwecihî were qebûlkirin û statuyeke fermî bi dest bixe. Di gel ku Ereb bi zimanê xwe dixwînin û perwerdeyê dibînin divê Kurd jî bi zimanê xwe perwerdeyê bistînin. Ji ber vê yekê me avakirina hewldaneke bi vî rengî girîng dît.’’

JI BO KURDÎ BIBE ZIMANÊ FERMÎ KARÊ ME WÊ DEWAM BIKE

Hesen Mihemed bal kişanda ser hewldanên ji bo statuya fermî ya Kurdî û got, “Divê kurdî di destûra bingehîn a Sûriyeyê ya paşerojê de weke zimanê fermî bê qebûlkirin. Em ê karên xwe di vê çarçoveyê de dewam bikin.  Qebûl dikin ku Kurdî zimanekî xwecihî ye û Kurd welatiyên Sûriyeyê ne. Eger mafên ku bi devkî soza wan hatiye dayin di destûra bingehîn de neyê bicihkirin, wê ev yek neyê wê wateyê ku ev maf hatine naskirin. Di rewşeke bi vî rengî de di mijar amfên Kurdan de wê nikaribe qala edaleteke rasteqîn bê kirin. Ji ber vê yekê em hewl didin. Saziyên mafên mirovan, saziyên civaka sivîl, UNESCO û UNICEF hene. Bi taybetî di mijara perwerdeya zarokan de gelek sazî hene ku axaftina her gelî ya bi zimanê xwe, perwerdeya bi zimanê xwe diparêzin.

Em di wê baweriyê de ne ku eger em hewldanên xwe, karên xwe dewam bikin, bi biryardarî bimeşînin em ê bigihêjin mafên xwe. Em ê bi saziyên ku pêwendiya xwe bi mafên zarokan re heye, saziyên hiqûqê, saziyên navneteweyî re tekiliyê dînin. Di heman demê de em ê bi saziyên neteweyî re yên ku li qada perwerdeya ziman û perwerdeyê dixebitin têkiliyê dînin. Em ê bi saziyên civaka sivîl, rewşenbîr û kesên bi mafên gelan re eleqedar in têkiliyê dînin. Em dixwazin bi hemû saziyên ku pêwendiya xwe bi mafên ziman re heye têkiliyê dînin. Bi saziyên civaka sivîl û navneteweyî re hem li nava Sûriyeyê hem jî li derveyî Sûriyeyê danûstandinên me çêbûn. Beriya ku hewldanê ava bike û bikevin nava tevgerê me têkilî bi wan re danîn û serdana wan kir. Bi nûnerên Asûrî, Ermenî, Keldanî û civakên din re me hevdîtin kr. Bi sazî û kesên ji gelên cuda re me têkilî danîn.

Me eşkere kir ku em hewldaneke sivîl in, bi ti partiyeke siyasî ve girêdayî nîne û hewldaneke aştiyane dimeşînin. Amranca me ew e ku Kurdî li destûra bingehîn a Sûriyeyê ya paşerojê bibe zimanekî fermî û mayinde. Em parçebûnê naxwazin. Daxwaza statuya fermî ji bo zimanekî nayê wê wateyê ku zimanekî din kêm bibe, ji holê rabe yan jî welat parçe bibe. Berevajî vê yekê ev tê wateya dewlemendiyekê. Li gelek welatên cîhanê 2, 3, 4 heta bi 5 zimanan perwerde tê dayin. Em jî dixwazin ev li welatê me pêkan be. Di vê mijarê de em daxwaza piştgiriyê dikin. Kesên ku me hevdîtin bi wan re kirin gotin, ew piştgiriyê didin me, dikarin tevlî hewldana me bibin û Kurd xwedî vî mafî ne. Gotin wê bibin parçeyek ji hewldanê.”

PERWERDEYA BI PIR ZIMANÎ DEWLEMENDÎ YE, NE PARÇEBÛNA WELATEKÎ YE

Hesen Mihemed destnîşan kir ku pir zimanî dewlemendî ye, nayê wateya parçebûna welatekî û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Niha li Sûriyeyê li qada perwerde û ziman wê parçebûnek rû nede. Ya tê xwestin, Kurdî di destûra bingehîn de bê garantîkirin. Ev rewş wê ji bo perwerdeya giştî ya li Sûriyeyê û ji bo çanda welêt dewlemendî be. Em dixwazin di vê çarçoveyê de kar bikin. Em dixwazin gelên li derdora me jî di vê mijarê de tevbigerin. Perwerdeya bi zimanê dayikê ya mirovan û qebûlkirina zimanên dayikê li destûra bingehîn bi rengekî fermî, nayê wateya parçebûna welêt. Ev yek lawazbûna zimanekî din an jî qelsbûna zimanê piraniyê yê li Sûriyeyê nîne. Mînak, em Erebî binirxînin. Dema ku Kurdî bû xwedî statuya fermî, ev yek ji bo Erebî wê nebe windahiyek, lê wê bibe dewlemendiyek.

Ev rewş wê perwerdeya li welêt, feraseta giştî û dewlemendiya zimanî zêde bike. Yek ji karên me jî ew e ku dengê xwe bigihînin sazî û kesên pêwendîdar. Em hewl didin xwe bigihînin wan saziyan ku hem bi mafên zarokan re mijûl dibin hem jî bi perwerdeya zarokan a bi zimanê dayikê eleqedar dibin. Heta niha me karîbû dengê xwe bigihînin hin kes û saziyan, bi taybetî li derveyî Sûriyeyê. Lê mixabin hîn me nekariye xwe bigihînin her kesî û hemû saziyan. Ji ber ku ev hewldana me beriya demeke kurt ava bû. Ji bo dengê xwe bigihînin her kesî hewldanên me dewam dikin. Sazî û welatên pêwendîdar li ser axaftin, hînbûn û perwerdeya zarokan a bi zimanê xwe yê dayikê peyman îmze kirine. Divê her zarok bi zimanê xwe yê dayikê biaxive, perwerdeyê bibîne. Axaftina bi zimanê dayikê û perwerdeya bi zimanê dayikê mafê her welatiyan û gelan e.

Di sala 1993’an de Sûriyeyê mohra xwe danî binê peymanekê ku zarok bi zimanê xwe yê dayikê biaxive û hemû gel bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne. Ji ber vê jî em ê hewl bidin ku xwe bigihînin saziyê pêwendîdar. Divê ew ji me re bibin alîkar. Em hêvî dikin ku bi ser bikevin. Dixwazim vê bipirsim; Li Swîsreyê bi pênc zimanan, li Kanadayê bi du zimanan, li Efrîkaya Başûr bi çar an jî pênc zimanan perwerde tê dayin. Gelo ev welat parçe bûn? Ya jî ev rewş ji bo wan metirsî bû? Berevajî vê yekê li van welatan hezkirin û wekhevî xurt bû. Di navbera civakan û gelan de diyalogek û feraseteke rast afirî. Ev dewlemendiyek e; divê di navbera mirovan de feraseteke çandî bi pêş bikeve.”

GELÊ KURD DIVÊ XWEDÎ LI KURDÎ DERKEVE

Hesen Mihemed anî ziman ku destpêkirina hewldanê gelekî deng veda û got, “Ji ber ku her kes dibêje, dem hatiye ku gelê Kurd bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne. Bi rastî jî gelek keda şehîdan, xwendekar û mamosteya di vî warî de heye. Çalakiyên ji bo Kurdî têne lidarxistin, karên li welêt û derveyî welêt, bi saya gelek têkiliyan hewldaneke girîng hate nîşandan. Piştgirî ji van hemûyan re hate dayin û mirovan piştgiriya xwe eşkere kirin. Em êdî dixwazin ku ev karî li ser zemîneke saziyî bimeşînin û ji bo Kurdî bibe zimanê fermî bixebitin. Weke hewldan me serdana partiyên siyasî yên Kurd kir. Bêyî cudahiyê bixin navbera wan me hevdîtin bi hemû partiyan re kir. Ji ber ku em hewldaneke aştiyane, serbixwe, sivîl û bêalî ne. Divê her kes beşdarî vê hewldanê bibe, piştgiriyê bike û alîkariyê bide karên me. Ji ber vê jî me serdana partiyên siyasî yên cuda yên li Sûriyeyê kir û ew vexwend ku beşdarî hewldana me bibe. Ji ber ku Kurdî zimanê hevpar ê gelê Kurd e, ne yê derdorekê ye.

Lewma em dixwazin siyasetê bidin aliyekî û weke kesên serbixwe vî karî bikin. Armanca me ew e ku ev hewldan karê serketî bike û Kurdî weke zimanê tevahiya gelê Kurd bê qebûlkirin. Lewma em hewl didin her kesî li hev bicivînin. Hêviya me ew e ku partiyên Kurd di çarçoveya vê hewldanê de bibin yek û di mijarên din de jî bi hev re tevbigerin. Lewma me hewl da ku her kesî tevlî vê hewldanê bike û piştgiriya wan werbigire. Piraniya partiyan piştgirî dan me. Gotin ku karê em dikin hêja ye û wê tevlî me bibin. Weke hewldanekê daxwaza me ew e ku gelê Kurd bi berpirsyariya xwe rabe. Beriya ku berê xwe bide saziyên cuda gelê Kurd bi hemû derdorên xwe yên civakî, siyasî, rewşenbîr û akademîk bi berpirsyariya xwe rabe.

Di serî de xwendekar, mamoste û malbat em li bendê ne ku her kes di vê mijarê de berpirsyariyê bi cih bîne. Weke hewldan hêviya me ew e ku ev gel xwedî li zimanê xwe derkeve. Îro roja têkoşînê ye ku ziman bê garantîkirin û di destûra bingehîn a Sûriyeyê ya nû de bi rengekî fermî û mayinde bê bicihkirin. Ji bo vê jî ked, kar, berxwedan û têkoşîn divê. Hêviya me ew e ku malbat hemû zarokên xwe bişînin dibistanên bi perwerdeya bi zimanê dayikê. Di heman demê de em dixwazin kesên ku di saziyên pêwendîdar ên heyî û li qada perwerdeya zarokan cih digirin alîkariyê bi me re bikin. Bi vî rengî em ê karibin Kurdî bikin zimanekî fermî yê Sûriyeya paşerojê. Em Sûriyeyeke bi pir zimanî, pir rengî û wekhev dixwazin. Hêviya me ew e ku em bi hev re bixebitin û gelê Kurd bibe xwedî mafên xwe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Sebahat Bîçer: Ji bo girtiyên nexweş divê gavên mirovî û hiqûqî bêne avêtin
Nûçeya Pişt re Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevdîtina Şandeya Îmralî û Partiya DEVA: Sererastkirina qanûnî divê were kirin

Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol li…

Ji aliyê Stêrk TV

Trump ji bo Netanyahu xilas bike zextê li dadgeriya Îsraîlê dike

Serokê Dewletên Yekbûyî yê Emerîkayê (DYE) Donald Trump anî ziman ku dewamkirina doza nelirêtiyê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Êlihê êrîşa çekdarî: 24 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Qubînê piştî êrîşa doh bi şev ku di encamê de malbatek hate qetilkirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sebahat Bîçer: Ji bo girtiyên nexweş divê gavên mirovî û hiqûqî bêne avêtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tûgçe Tatarî: Ev aştî ji bo welêt firsendek e, ne tenê ji bo Kurdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hawarî: Eger gelên Sûriyeyê mafên xwe misoger nekin dibe ku sedsalek ji dest biçe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?