Di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de, daxwaza çûyîna rojnamevanan a ji bo Girava Îmraliyê û hevdîtina wan a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dewam dike. Ji bo civakîbûna pêvajoyê pir caran behsa girîngiya çûyîna rojnamevan hatiye kirin. Di vê derbarê de, nûnerên rêxistinên rojnamevanan jî dîtin û nirxandinên xwe parve kirin.
Serokê Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê rojhilat (GGC) Felat Bozarslan û Endama Desteya Rêveber a Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Semra Turan, diyar kirin ku divê rojnamevan jî tevlî vê pêvajoyê bibin.
‘DIVÊ HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ DI VÊ PÊVAJOYÊ DE CIH BIGIRIN’
Semra Turan, diyar kir ku ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku nêzî du sal in berdewam dike biser bikeve, tevlîbûna hemû beşên civakê gelekî girîng e. Semra Turan, da zanîn ku rojnamevan jî dixwazin bibin parçeyekî vê pêvajoyê û got: “Ev pêvajo ne tenê pêvajoyeke di navbera du aliyan de ye. Bi rastî pêvajoyeke ku hemû beşên civakê di nav xwe de dihewîne. Ji ber vê yekê em bawer dikin ku divê hemû beşên civakê di nav vê pêvajoyê de cih bigirin. Pêvajoyek, tenê bi vê awayî dikare biser bikeve.”
‘BERPIRSYARIYÊN HEYÎ NAYÊN BICIHANÎN’
Semra Turan, bal kişand ku pêvajo di navbera dewletê û Abdullah Ocalan de bi rê ve diçe, lê ji bo ku ev pêvajo di nav civakê de belav bibe gavên hewce nayên avêtin. Semra Turan, teqez kir ku ji bo aştiyeke mayînde divê civak tevlî pêvajoyê bibe. Semra Turan got: “Fesixkirina rêxistinê, an jî şewitandina çekan bi tenê pêvajoyê nagihîne encamê. Ji bo ku em bigihîjin vê encamê, divê aştî bibe malê civakê. Ji bo vê jî divê hemû beşên civakê di nav vê pêvajoyê de hebûna xwe nîşan bidin.”
‘DIVÊ ROJNAMEVAN BIÇIN ÎMRALIYÊ’
Semra Turan xwest ku astengiyên li ber rojnamevanan bêne rakirin da ku ew karibin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û fikrên wî bigihîjînin raya giştî. Semra Turan, da zanîn ku rojnamevan li şûna şer û binpêkirina mafan, dixwazin avakirina aştiyê benivîsîn. Semra Turan, diyar kir ku divê çapemenî bi awayekî rast rewşa heyî civakê agahdar bike û zimanê aştiyê esas bigire.
‘EM DIXWAZIN ALIYÊ KU KÊM MAYE BI HEVPEYVÎNAN BÊ TEMAMKIRIN’
Felat Bozarslan, jî anî ziman yek ji muxatabên pêvajoyê, Îmralî ye û got ku divê rojnamevan bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û dîtinên wî bigihîjînin raya giştî. Bozarslan, bi bîr xist ku di çarçoveya pêvajoyê de komîsyon hatiye ava kirin û nîqaşên li ser qanûnan hene, lê aliyê civakîbûna wê kêm maye.
Bozarslan, got ku rojnamevanên li herêmê dixebitin ji nêz ve bi pevçûn, tundûtûjî û binpêkirina mafan re rûbirû ne; zêdetirî çil sal e ku ew şahid û mexdûrên vê hawîrdora şer in. Bozarslan, bal kişand ser girîngiya pêvajoyê ji bo şert û mercên jiyana gelê herêmê û diyar kir ku berpirsiyariya rojnamevanan heye ku vê pêvajoyê bi civakî bikin.
‘DIVÊ ZIMANÊ AŞTIYÊ BÊ BELAVKIRIN’
Bozarslan, diyar kir ku di çapemeniyê de zimanê cihêker û biçûkxistin berdewam dike û got ku bi taybetî di çapemeniya rojava de zimanê aştiyê bi têra xwe nayê bi kar anîn. Bozarslan, destnîşan kir ku çapemeniya Kurd di vê mijarê de ezmûneke serkeftî bidest xistiye û got ku divê zimanê aştiyê di çapemeniya navendî de jî belav bibe.

