Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov gundê Hoşeriyê yê bakurê Minbicê bomberbaran kir. Di encama bombebaranê de Şahir Himêdî Xelawî (24) û kesekî din ku navê wî nehat zanîn birîndar bûn.
Herdu birîndar rakirin nexweşxaneya Minbicê. Ji ber rewşa Şahîr Himêdî Xelawî giran e li nexweşxaneyê hat emeliyatkirin.