Duşem, 5 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DYE balafirên xwe yên B-1 ji Baregeha Fairfor a Îngilistanê vekişand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hidir Ozturk: Hêvîdar im ev rûreşî di nava aştiyê de ronî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji muzîkjenên Derya Reş peyam: ‘Divê hunermend aştiyê biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li gelek bajaran hate bibîranîn: Em ê xeyalên wê pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirsûsê serdana girseyî ya ji bo taziyeya şehîd Delîl Nergis

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li cihê şehîd bûyî, hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran di rojeva parlamentoya Herêma Kurdistanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêzanê heftemîn ê Mexmûrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Hemrînî: Bexda li Şengalê li modela çareseriyê digere

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 27 jin û 6 zarok hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Mexmûrê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li ser girtiyên jin dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê di salvegera 4’emîn de Nagihan Akarsel bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > YPG: Fermandar Nûreddîn Sofî li tevahiya Kurdistanê têkoşiya
Rojava

YPG: Fermandar Nûreddîn Sofî li tevahiya Kurdistanê têkoşiya

YPG’ê di salvegera 5’emîn a şehadeta Nûreddîn Sofî de ew bi bîr anî û got, li tevahî Kurdistanê li dijî êrîş û polîtîkayên tunekirinê têkoşiya.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi boneya salvegera 5’emîn a şehadeta fermandar Nûreddîn Sofî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî bi vî rengî:

”Di 6’ê Nîsana 2021’an de Fermandarê me yê mezin Nûreddîn Sofî, di encama êrişa dewleta dagirker a Tirk de li Garê gihaşt şahadetê. Em fermandarê xwe û pêşengê şoreşa Rojava bi rêz û minetdarî bi bîr tînin û di serî de ji malbata wî ya welatparêz û ji gelê berxwedêr ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Fermandar Nûreddîn di sala 1970’yî de li gundê Mîşerfê yê Qamişloyê ji dayik bûbû. Ji ber vê jî Rojava, ji bo fermandar Nûreddîn Sofî cihekî taybet bû. Malbata wî malbateke welatparêz, xwedî kevneşopiyên olî-exlaqî û bi çanda xwe ve girêdayî bû. Dema li Helebê zanîngehê dixwîne Apoyiyan dinase û di 1990’an de tevlî Tevgera Azadiya Kurd dibe. Bi salan li çiyayên Kurdistanê têdikoşe. Di serî de li Heftenîn, Zagros, Qendil, Serhed, Amed, Botan û li gelek deverên kurdistanê têkoşîna Kurdistanê dimeşîne. Fermandar Nûreddîn Sofî, di sala 2013’an de bi şerê navxweyî yê Sûriyeyê re vedigere Rojava û dibe pêşengê şoreşê. Bi salan di têkoşîna azadiya Kurdistanê de bûbû xwedî tecrûbeyên bêhempa. Bi tecrûbeyên xwe yên leşkerî û siyasî, di pêşxistina şoreşa Rojava û gihandina wê de heta roja îro de xwedî kedeke sereke ye.

Di van salan de, Sûriye û giştî herêm ber bi guherîneke mezin ve diçû. Ev guherîn an dê gelan bigihanda pergaleke azad û demokratîk, an jî dê wan ber bi qeyraneke kûrtir ve bikişanda. Ji bo Sûriye, ku xwedî avahiyeke kozmopolît a ji civakên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Tirkmen û Çerkezan pêk dihat, rêvebirin û modelek nû pêwîst dikir. Şoreşa Rojava ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de hat ragihandin, weke pêşengê azadî û demokrasiyê dest bi avakirina pergala xwe kir. Ew ne tenê li Sûriyê, lê li hemû herêmê li dijî qeyrana ku dihat jiyîn bû pergaleke alternatîf. Şoreşa Rojava, bû şoreşa hevpar a gelên Sûriyeyê. Ji aliyekî ve li dijî dewletên paşverû yên herêmê, ji aliyê din ve jî li dijî komên cîhadîst bû navenda şoreşa gel.

Şoreşa Rojava bi keda mezin û bi qehremaniya pakrewanên xwe ve û di berdêla bi hezaran şehîdan ve ji nav tunebûnê hat afirandin. Bi fermandarên mezin, şervanên qehreman û gelê me yê fedakar, dîrokeke nû hat nivîsandin. Bêguman, yek ji pêşengên şoreşa me jî rêhevalê me, fermandarê mezin Nûreddîn Sofî ye. Bi hatina xwe ya Rojava re di gelek waran de kar û xebat meşand. Fermandar Nûreddîn Sofî, di avakirin û pêşxistina YPG û YPJ’ê de kedeke mezin da. Her wiha di avakirina pergala komîn, sazî û rêxistinên Rojava de xebatên serkeftî meşand.

Hevrê Nûreddîn Sofî, çanda ji malbatê girtî, bi çanda rexistinî re gihand hevdû û di dîroka Kurdistanê de bû fermandar û kesayetek efsanewî. Di şer de fermandarekî piralî bû. Bi zanîna xwe ya kûr û tecrûbeyên xwe yên bêhempa, xwedî dewlemendiya taktîkê bû. Di demên herî dijwar de jî heval Sofî çareseriyekê peyda dikir. Qet bêçare û bêalternatîf nedima. Her dem nêrînên hevalên li kêleka xwe digirt û li ser vê bingehê biryar dida. Rêheval Nûreddîn Sofî, entelektuelekî Kurdistanî bû. Di biryarên xwe de zelal û bi cesaret bû. Fermandar Nûreddîn Sofî, rêhevalê xeta jina azad bû. Ti carî bi kevneşopî nêz nebû û li ser bingeheke rast nêzî xeta jina azad bû.

Hevalê Sofî ji kevn heta nû, ji ciwan heta temen mezinan li ser her mirovê ku ew naskirî bandoreke mezin a manewî, rêxistinî, leşkerî û jiyanî hişt. Her wiha ji bo me jî mîrate û xetek şoreşgerî ya mezin hişt. Fermandar Nûreddîn Sofî 32 salan ji bo Kurdistanê têkoşiya û 8 salên dawî jî li Rojavayê Kurdistanê xebat meşand. Wî, li çar beşên Kurdistanê li dijî hemû êriş û polîtikayên tunekirinê têkoşiya û bi vî awayî navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka Kurdistanê neqişand.

Di şexsê Fermandar Nûreddîn Sofî de; em hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Di serî de ji malbata rêheval Nûreddîn Sofî, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku dê armanca şehîdên xwe bigihînin serketinê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Bavê min gotibû, divê tu mafên feqîran biparêze’
Nûçeya Pişt re ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meclisa Gelan a Demokratîk bi awayekî awarte kom bû û biryaran girt

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayika ku 34 sal in li cenazeyê kurê xwe digere: Diyariya herî mezin hestiyê kurê min e!

Sîdar Tûtmaz diyar kir ku hestiyên kurê wê Seyfettîn Tûtmaz ê beriya 34 salan şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

Derhêner Emîn Alper ku di Festîvala Fîlman a Berlînê de bi fîlmê 'Kûrtûlûş' xelata Hirçê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Fransayê xwepêşandanên xwendekaran berfireh dibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekarên Kobanê nerazîbûn nîşanî biryara Wezareta Xwendina Bilind dan

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Xelata Tibê ya Nobelê ya 2026’an dan Hegemann û Nagel

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê xwendekar ji bo piştgiriya Rojava meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?