Çarşem, 5 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    CHP’ê jî pêşnûmeya ‘qanûna çarçoveyê’ îmze kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşnûmeya ‘qanûna çarçoveyê’ pêşkêşî Meclîsê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Îmzeyek ji bo demokrasiyê û paşeroja me ya hevpar e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xalên ‘Qanûna Çarçoveyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê pêşnûmeya “Qanûna Çarçoveyê” îmze kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    AKP: Pêşnûmeya ‘Qanûna Çarçoveyê’ wê îro teqez pêşkêşî Meclîsê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Platforma Ked û Demokrasiyê piştgirî da qanûna çarçoveyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wargeha Mexmûrê di salvegera 12’emîn de êrişên DAÎŞ’ê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê: ‘Tenduristiya Rêber Apo tenduristiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga li dijî darvekirinan: Nerazîbûn têrê nake, gav divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bîranîna Şengalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna li Şengalê bi dawî bû: Xweseriya Şengalê biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Têkoşîna jinên Êzîdî wê azadiyê misoger bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Komîteya Zindanan a PKK-PAJK’ê: Çareserî bi îdeolojiya rizgariya jinê dibe
Jin

Komîteya Zindanan a PKK-PAJK’ê: Çareserî bi îdeolojiya rizgariya jinê dibe

Komîteya Zindanan a PKK-PAJK'ê diyar kir ku di sedsala 21'ê de îdeolojiya ku karibe krîza sîstemî çareser bike îdeolojiya rizgariya jinê ye û destnîşan kir ku îdeolojiyên bi serweriya mêr bersivê nade pirsgirêkên civakî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Adar 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Komîteya Zindanan a PKK-PAJK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê daxuyaniyek weşand û got, “Jiyana mirovan tenê dema ku azad be, bi wate ye; jiyaneke dûrî ji azadiyê li ku dibe bila bibe ew der ji bo jinê her tim mîna zindaneke tarî ye. Lewma jiyana Modernîteya Kapîtalîst ji bo jinan her tim zindaneke tarî ye. Hêzên hegemon di bin navê jiyana modernîteyê de ji bo civakê bixapîne her tim qala wekhevî, azadî û biratiyê dike.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku mîna her demê di vê demê de jî jin bi roleke dîrokî radibin ku rûyê rast ê hêzên sîstema hegemon raxin pêş çavan û hate gotin, “Ev rol gaveke xurt e ku di asta stratejîk de bê nirxandin. Yekemcar di vê pêvajoyê de jin di asteke rêxistinbûyî de li hev kom bûn û bi rengekî rêxistinî nerazîbûna xwe ya ku mafê çalakiya demokratîk e li hemberî sîstemê nîşan dan. Ev jinên berxwedêr hêz û potansiyela xwe ji mîrateya şoreşa Neolîtîk wergirtin.

MAFÊ ÇALAKIYA DEMOKRATÎK BI KAR ANÎN

Li bajarê New York ê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi hezaran jinên ku li febrîqeyeke testîlê ketin greva birçîbûnê, ji bo şert û mercên kar û dema wê bê sererastkirin, ji bo muçeyên wekhev bi çalakiya xwe bi têkoşîna cewherî ya jinê, di asta dîrokî de greva birçîbûnê dan destpêkirin. Ev berxwedana jinê li dijî mejiyê zayendîperest ê sîstema hegemon rêbazeke çalakiya demokratîk e. Jinan li dijî Modernîteya Kapîtalîst mafê xwe yê çalakiya demokratîk bi kar anîn ku mafekî azadî û wekheviyê ye. Rêbertî dibêje ‘Her bûyer û kêlî bi qasî ku şoreşê bike pêwîst e’. Modernîteya Kapîtalîst ji bo greva birçîbûnê bişikîne ku mafê demokratîk ê jinan e û ji bo pêşî li belavbûna têkoşîna wan bigire, deriyê febrîqeyê girt ku cihê berxwedanê bû. Bend li dora febrîqeyê danî û agir berda febrîqeyê. Li vê febrîqeyê 129 jinên berxwedêr ên di greva birçîbûnê hatin şewitandin û qetilkirin. Sîstema hegemon xwest bi komkujiyê têkoşîna jinê ya berxwedêr bitepisîne, lê tevî vê yekê jî têkoşîna jinê pêl bi pêl belav bû û gihîşt vê astê. Ev meşaleya azadiyê bi pêşengiya Tevgera me ya Azadiya Jinê dewam dike.

ÎDEOLOJIYA RIZGARIYA JINÊ

Rêbertî bi îdeolojiya rizgariya jinê re ku sala 1998’an ragihand, nîşan da ku enerjiya herikbar a jinê ku di 8’ê Adarê de hate nîşandan, nikare bê astengkirin û ji niha û pê ve jî wê neyê astengkirin. Îdeolojiya me ya rizgariya jinê ji xwe re kir armanc ku li dijî rastiya kolekirina jinê, jin xwe bispêre hêza xwe, bibe xwedî îrade, di jiyan û têkiliyên xwe de bibe hêmana bingehîn û xwedî sekneke serbixwe. Ji ber vê yekê bi îdeolojiya rizgariya jinê re ku Rêberê me di 8’ê Adara 1998’an de ragihand got ‘Êdî ne tenê 8’ê Adarê divê roj hemû yên jinan be’.

JI BO BÛYÎNEKE NÛ YA CIVAKÎ

Di sedsala 21’ê de îdeolojiya ku krîza sîstemî ya civakê dikare çareser bike îdeolojiya rizgariya jinê ye. Îdeolojiyên bi serweriya mêr nikarin bersivê bidin pirsgirêkên civakî. Ji xwe ji ber ku îdeolojiyên dijberê civakê ne çareser nakin, berevajî çareseriyê pirsgirêkan diafirînin. Ji xwe fonksiyonên xwe yên çareserkirina pirsgirêkan jî nîne. Li hemberî nasnameyên îdeolojîk ên bi mohra mêr ê serwer, îdeolojiya rizgariya jinê xwedî wê hêzê ye ku bi civakê gavê bide avêtin. Aqlê hegemon di sedsala 21’ê de ragihand ku pêwîstî bi îdeolojiyan nîne, bi vî rengî xwest civakan bê îdeolojî û bê nasname bihêle. Îdeolojî nasnameyeke civakê ye û bêyî vê nasnameyê jî bûyîneke nû ya civakî pêk nayê.

DIVÊ EM JI SERKETINA PÊNGAVÊ BAWER BIKIN

Yek ji mijarên bingehîn ên ku divê em di çarçoveya pêngavê de binirxînin ev e; Divê em heta dawiyê ji serketina pêngavê bawer bikin, ji bo encameke bi vî rengî pêk were bi hemû hêza xwe bixebitin. Derfetên serketinê gelekî zêde ne, faşîzma AKP-MHP’ê di bin navê ‘Plana têkbirinê’ de di şerê li dijî me de bi rengekî cidî têk çûye, ji aliyê têkçûna konseptên êrîş û qirkirinê ve li ser hev derbê dixwe. Eger li her qada ku em lê ne em bi rola xwe rabin, divê em bi hişmendiya ku nêzî serketina pêngavê ne têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin. Ev pêvajo pêvajoya serxistina armancên me ye. Dijmin bi hemû derfetên xwe wê êrîş bike û bixwaze vê pêngava me bê encam bihêle, lê belê serweriya moral, îdeolojî, leşkerî û siyasî bi temamî di destê me de ye. Rêber Apo bi Berxwedana Îmraliyê re pêşengiya herî bi heybet ji her qad û çepera têkoşînê re dike, ev berxwedana bêhempa li her qadê li ser bingeha xeta fedaîtiyê bersiva xwe dibîne.

LI ZINDANÊ BERXWEDAN ESAS E

Li zindanan li gel ewqas êrîş û hovîtiyê, ji bo şert û mercên xwe yên li zindanan greva birçîbûnê nehate destpêkirin. Hevalên me yên li zindanan ji bo pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Ev berxwedana greva birçîbûnê li gel êrîşên dijmin hemûyan bi biryardarî dewam dike. Dewamkirina pêngavê li zindanan bi berxwedaneke mezin, nîşaneya xeta fedaîtiyê ya li zindanan a tevgera me ye. Lewma çawa ku gerîla li çeperên şer, li tunelan, li çiyayên Kurdistanê li ser xeta fedaî li ber xwe didin, hevalên me yên li zindanan jî ji xwe re dikin esas ku li ser xeta fedaîtiyê li ber xwe bidin. Bi çalakiya greva birçîbûnê re li zindanan nîşan didin ku çawa li ber xwe didin. Li wê derê ya ku li ber xwe dide ruhê berxwedêr ê hevala me Sakîne Cansiz e ku li gel êşkenceya faşîzma 12’ê Îlonê li ber xwe da.

DIVÊ BALA ME HEMÛYAN LI SER SERKETINA PÊNGAVÊ BE

Ji bo serketina pêvajoya pêngavê divê em hemû li her qada lê ne bi hemû hêz, enerjî, danhevî, potansiyela xwe giraniyê bidin ser serketina pêngavê. Li ser vê bingehê divê em bi biryar, bawerî, fedakarî kar bikin. Dilsoziya bi Rêbertî re, bidawîkirina hevrêtiya kêm û bicihanîna berpirsyariyên dîrokî û demî, tenê bi serxistina pêngavê dibe. Li ser vê bingehê em 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di serî de li hevrêyên xwe yên li zindanan bi vê biryardariyê li ber xwe didin û li dayikên xwe yên hêja yên di Nobeda Edaletê de ne pîroz dikin û berxwedana wan silav dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Kongra Star xwe li ser şoreşa mejî ava dike’ BI DÎMEN
Nûçeya Pişt re Jinên Efrînê: 8’ê Adarê roja têkoşîna li dijî desthilatdariyê ye BI DÎMEN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ukrayna li herêma Kursk a Rusyayê qadeke 800 km2’ê kontrol dike

Li gorî daneyên Enstîtuya Lêkolînên Şer (ISW) a DYE’yê, Ukrayna ji şeva Duşemê ve li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo rojnamevan Serdar Karakoç bang hat kirin

Rojnamevan, siyasetmedar, parêzer û parêzvanên mafên mirovan nerazîbûn nîşanî girtina rojnamevan Serdar Karakoç dan û…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Şemiyê ji bo Baskin ê ku di bin çavan de hatibû qetilkirin kombûn

Dayikên Şemiyê ji bo Abdûlmecît Baskin ê ku 1993’yan ji aliyê dewleta Tirk ve hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?