Çarşem, 2 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tê payîn ku geşedanên dîrokî çêbibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropayê serdana rêxistina Stenbolê ya DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hefteya krîtîk: Ji Rêber Apo bang, ji PKKê gaveke nû tê hêvîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Îranê ji destpêka salê ve zêdeyî 400 kes hatine darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din li Gemlîkê erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Ewropî ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji KCK’ê daxuyaniya têkildarî ‘Komkujiya Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya KNK’ê bi Partiya Komunîst a Îranê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Madeya 140’an li ser gelê Şengalê veguherî hesabekî nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Jinan: Me îradeya Ekîn nîvîsand dîrokê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xweseriya aboriya jinê lingeke sereke ya azadiya jinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Atabey hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê ji bo zarokan şahiya çandî hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çapa nû ya pirtûka Zekî Bayhan a ‘’Sozyalîzma Demokratîk’’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Şerê Têkel’ hate çapkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Kebîre li Swîsreyê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fatoş Erekli, ku êrîşeke nijadperestî lê hate kirin: Kes nikare me bitirsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji UTAMARA Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Kongra Star xwe li ser şoreşa mejî ava dike’ BI DÎMEN
Jin

‘Kongra Star xwe li ser şoreşa mejî ava dike’ BI DÎMEN

Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Gulistan Gulo got, "Di nava civakê de pirsgirêka jinê pirsgirêkeke bingehîn e. Ji ber vê yekê Kongra Star xwe li ser şoreşa mejî ava dike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Adar 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Gulistan Gulo li ser karên komîteya perwerdeyê ya Kongra Star ji ANF’ê re axivî.

 

Gulistan Gulo got, “Komîteya Perwerdeyê ya ku xwe di bin sîwana Kongra Star de bi rêxistin kiriye xwedî roleke gelekî girîng e û got, “Ji ber ku ji dema avabûna Kongra Star ve karê perwerdeyê bingehîn û girîng e. Kongra Star xwe li ser deh aliyan ava dike, bi rêxistin dike û Komîteya Perwerdeyê jî yek ji wan e. Kongra Star sîstemeke kar ava dike ku jinê ji xwe re dike esas.

Di n ava civakê de pirsgirêka jinê pirsgirêkeke bingehîn e. Ji ber vê yekê Kongra Star xwe li ser şoreşa mejî ava dike. Bi vî rengî zext û zordariya hezaran salî ya li ser mejî û bedena jinê dixwaze ji holê rake, bi fikir, îdeolojî û hişmendiyeke nû xwe ava bike, bibe xwedî rol û îrade.

Lewma em dibêjin Kongra Star di nava civakê de şoreşeke mejî ye. Kongra Star bi vê mîsyona xwe di nava civakê de xwedî roleke mezin e. Perwerde di heman demê de mafekî bingehîn ê mirovan e û bi taybetî ji bo jin bibe ya xwe, nebe nabe. Komîteya Perwerdeyê ku di bin sîwana Kongra Star de xwe weke pêwîstiyekê birêxistin kiriye, ji aliyê pêkanîna şoreşa guherîn, veguherîn û mejî ve di nava civakê de bi roleke cidî radibe. Komîteya Perwerdeyê ji bo karibe li her qada civakê bi bandor be û xwe belav bike, li ser komun, meclîs, bajarok, akademî û meclîsên giştî xwe bi rêxistin dike. Ji ber vê yekê jî jin di serî de li komunan perwerdeyê werdigirin.

Li vê derê bi rêbaza semînerê rojekê yan jî du rojan perwerde tê dayin. Her wiha di asta bajaran de jî akademiyên me hene. Li van akademiyan perwerdeyên girtî û vekirî hene. Dewreyên me yên perwerdeyê hene ku 20-25 rojan dewam dikin. Ji van dewreyan encamên xurt bi dest dikevin. Guhertinên li nava jinan bi çavan têne dîtin, li van dewreyan pêk tên. Em jî ji nava wan jinan hatin. Em beriya perwerdeyê cuda bûn, piştî perwerdeyê guhertinên cidî rû dan. Li van dewreyan jin xwe jinûve nas dikin, rastiya sîstema mêtingeriyê ya hezaran salan û bênasname hiştina jinê hîn dibin. Hîn dibin bê çawa dikarin xwe perwerde bikin, hebin û biparêzin. Ji ber vê jî piştî van perwerdeyan jin di kesayetiya xwe de guhertinên cidî dikin.

HEM BI KURDÎ HEM JÎ BI EREBÎ PERWERDE TÊNE DAYIN

Di sala 2023’an de me Akademiyên Branşan ava kir. Di van akademiyan de perwerdekarên ku karibin civakê perwerde bikin têne amadekirin. Li Akademiya Zeynep Sarûxan jin xwe ji her alî ve perwerde dikin. Li van deveran bi rastî jî perwerdekarên ku karibin civakê perwerde bikin û pêşengiyê jê re bikin têne amadekirin. Her wiha gelek dewreyên me yên perwerdeyê ji bo jinan hatin lidarxistin. Dewreyên li ser mijarên Jineolojî, dîroka jinê, dîroka Rojhilata Navîn sosyolojiya azadiya jinê hatin meşandin. Jin di van dewreyan de beş bi beş kûr bûn, lêkolîn kirin. Ji van dewreyan encamên gelekî erênî bi dest ketin. Jinên ku di van dewreyan de perwerde dîtin wê li ser branşên ku min qalê kir hem bi Kurdî hem jî bi Erebî perwerdeyê bidin.

Akademiya me ya perwerdeya jinê ya Leyla Agirî jî heye. Her wiha di asta kantonan de akademiyên me hene. Yanî em destpêkê ji komunan destpê dikin, piştre li akademiyên li bajaran, akademiyên li kantonan û herî dawî jî li akademiyên giştî perwerdeyê didin jinan. Bi vî rengî jin qonax bi qonax timî têne perwerdekirin. Bi vî rengî jin ne tenê tevlî dewreyeke perwerdeyê dibin, piştî dewreyekê qonax bi qonax dibe xwedî şens ku derbasî dewreyeke hîn bilind bibin. Perwedeyên ku li nava civakê destpê dikin, piştre vediguherin dewreyên perwerdeyê, dewreyên li akademiyan û branê. Bêguman hemû dewreyên li akademiyan xwedî demekê ne. Hinek ji wan mehekê, hinek jî 3 mehan dewam dikin. Di vir de ya esas perwerdeya li nava civakê ye. Ew jî li gund, bajarok û komunan e.

Ji ber vê yekê dem bi dem em dest bi pêngavan dikin. Di vê demê de ji bo 8’ê Adarê me pêngavek dan destpêkirin. Komîteya Perwerdeyê li gund, bajarokan li her qada civakê belav dibe û qala girîngî û wateya 8’ê Adarê dike. Lewma Komîteya Perwerdeyê li nava civakê xwedî roleke gelekî girîng e. Yek ji armancên me yên bingehîn jî afirandina kadroyên pêşeng ji van akademiyan e. Em dixwazin kadroyên perwerdekar biafirînin. Heta astekê ji van perwerdeyan jinên ku karibin perwerdeyê bidin û pêşengiyê bikin hatin afirandin. Lê belê ev kar hîn jî dewam dike.”

Gulistan Gulo anî ziman ku weke Kongra Star ew bi giranî ji bo jinan kar dikin û got, “Lê belê li gel vê yekê karên me ji bo mêran jî hene. Rêber Apo weke wezîfeya sereke perwerdekirina mêran kir erk ji jinan re. Rêber Apo got, ‘Jin ne tenê xwe, her wiha divê mêr jî perwerde bike’. Têkildarî vê yekê hin projeyên me hatin amadekirin. Ji bo perwerdekirina mêran hin projeyên me hebûn. Lê belê di vê mijarê de hin zor û zehmetî rû dan. Ji ber ku mêr perwerdekirinê ji bo xwe weke pêwîstiyekê nabîne. Her wiha em li nêzîkatiyên welê rast hat kuk digotin Kongra Star wê çawa me perwerde bike. Tevî vê yekê jî me paşve gav neavêt û ev proje dewam kir. Li hemû bajaran me destpêkê ji bo mêrên li saziyan perwerdeya ji bo sê rojan birêxistin kir.

Dikarim bibêjim ku vê yekê bandoreke erênî li nava civakê kir. Encamên girîng ji van dewreyan hatin wergirtin. Perwerdekirina mêr ji aliyê jinê ve, qebûlkirina ji aliyê mêr ve gaveke mezin û girîng bû. Em niha ji vê jî derbas bûne. Êdî gelek dewreyên perwerdeyê ji bo mêr dimeşînin û gelek mêr tevlî dibin. Beriya bi demeke kurt me li Reqayê dewreyeke perwerdeyê ya mêran a ji bo 28 rojan dan destpêkirin. Mêr ên tevlî van dewreyan bûn di kesayetiya wan de guhertin pêk hat.”

Gulistan Gulo destnîşan kir ku projeyên wan ên bi vî rengî dewam dikin û ji niha û pê ve jî dewreyên bi vî rengî wê dewam bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dadgeha Tirk 27 sal ceza li 4 siyasetmedaran birî
Nûçeya Pişt re Komîteya Zindanan a PKK-PAJK’ê: Çareserî bi îdeolojiya rizgariya jinê dibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji bo nobeta li Colemêrgê banga hevgirtinê hat kirin

Komên ji Mûş û Wanê nobeta “rêzgirtina ji vînê re” ya li Colemêrgê hatiye destpêkirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Helebê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiyan

Bi sedan şêniyên bajarê Helebê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Pirsûsê 17 kes hatin girtin

Li Pirsûsê Hevserokê Navçeya DEM Partiyê û namzetên endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Jinên Cizîra Botan li dijî qirkirina jinan meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Herêma Kurdistanê di nava mehekê de 3 jin hatine qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Ciwanro êrîşa bi kezabê: Çavê jinekê kor bû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Têkoşîna Zîlan Pepule îlham da berxwedana jinên Rojhilat’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?