Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Adalet Kaya rewşa heyî ya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk”, rapora komîsyonê “Mafê Hêviyê” ji ANF’ê re nirxand.
Têkildarî rapora komîsyonê got, “Gelek aliyên wê hene ku divê bê rexnekirin. Ji xwe ji ber vê yekê partiya me şerh danî ser û bi şerhê îmze kir. Di heman demê de 2 dengên dijber û dengekî bêalî heye û ev deng jî ji ber sedemên mafdar hatine dayin. Ya rast, hincetên ku danîn holê ji rexneyên mafdar pêk tên. Ev rexne nayê wê wateyê ku rapor neyînî yan jî nebaş e.
Dawiya dawî her rexne dikare xurt bike; ji bo siberojê dikare raporê hîn xurt bike, piştgiriya wê bike. Lê belê dema ku mirov ji vî alî ve lê binihêrin; naveroka raporê di pêvajoya heyî de qet nebe mirov dikare bibêje li Tirkiyeyê vegera li hiqûqê vedibêje. Ji aliyê bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, bicihanîna biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn an jî avakirina çarçoveyeke qanûnî ya li ser entegrasyona rêxistinê perspektîfekê pêşkêş dike.
Lewma hêja ye, girîng e û bi îmzeyeke hevpar derkete holê. Dawiya dawî îmzeya hemû partiyan li binê wê heye. Ji ber vê yekê jî weke belgeyeke hêja, dîrokî ye. Lê weke ku min got, aliyên xwe yên kêm, yên dikarin bêne rexnekirin an jî xurtkirin jî gelekî zêde ne.”
‘PKK’Ê BERPIRSYARIYA XWE BI CIH ANÎ’
Adalet Kaya anî ziman ku PKK’ê bi banga Rêber Apo re kongreya fesixkirinê pêk anî, piştre bi merasîmeke sembolîk çek şewitandin û got, “Piştre jî xwe vekişand. Yanî dema ku mirov bala xwe bidin ser van hemûyan dikarin bibêjin ku PKK ku yek ji aliyan e berpirsyariya xwe qat bi qat bi cih anî.
Lê bendewariya gel ev e: Mînak li kolanan ev pirs tê kirin; ‘Çima desthilatdarî hîn jî gavên şênber neavêje?’ Beriya her tiştî ji bo nîşandana nêta baş û samîmiyetê bendewariyek ji hikumetê, ji dewletê heye. Herî kêm gavên demokratîkbûnê yên weke berdana siyasetmedar û girtiyên nexweş ên girtî, bidawîkirina rejîma qeyûm hêvî kir. Ev bendewarî hîn jî dewam dike.
Ji ber vê yekê bi esasî ev komîsyon, rapora komîsyonê û gavên bêne avêtin gelekî girîng in.”
‘ÊDÎ DEMA DERBASBÛNA LI QONAXA DUYEMÎN HATIYE’
Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê hevdîtina dawî ya Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Rêber Apo re bi bîr xist û got, “Li wê derê peyamên girîng hatin dayin û bi çapemeniyê re hatin parve kirin. Me hemûyan ji çapemeniyê xwend. Rêberê Gelê Kurd vê dibêje: ‘Êdî dem hatiye ku derbasî qonaxa duyemîn bibin’. Û dibêje, em dikarin dest bi axaftina li ser entegrasyonê bikin. Ev gelekî girîng e; yek ji meseleyên ku li ser bê axaftin ev e.”
Adalet Kaya destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi rengekî erênî bimeşe, divê Rêber Apo karibe dengê xwe yekser bide bihîstin.
‘GAVÊN QANÛNÎ DIVÊ BÊNE AVÊTIN’
Di dawiya axaftina xwe de Parlamentera Amedê Adalet Kaya anî ziman ku di nava gel de bi taybetî jî li nava gelê Kurd pêwîstî bi afirandina baweriyê heye û got, “Ji ber ku ji destpêka vê pêvajoyê ve bi rastî jî em bi nêzîkatiyeke li gorî hesasiyetên civaka Tirkiyeyê polîtîkayê dimeşînin. Em bi hesasiyet vê dikin; qet nebe weke DEM Partiyê, gelê Kurd û civaka sivîl a Kurd em dikarin vê bi hêsanî bibêjin.
Dema ku vê hesasiyetê nîşan didin em jî li bendê ne ku êdî li gorî hestên gelê Kurd, polîtîkayeke ku hesta baweriyê sererast bike bê meşandin. Hikumet û partiyên din ên siyasî neçar in ku vê bidin ber çavên xwe.
Ev yek divê êdî bê kirin. Ji bilî vê bêguman gelek gav hene ku divê bêne avêtin; demokratîkbûn gava destpêkê ye. Berdana siyasetmedar û girtiyên nexweş ên li girtîgehan, bidawîkirina rejîma qeyûm ji xwe ew mijar in ku komîsyonê li ser li hev kiriye.”

