În, 19 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta DEM Partiyê wê sibe bi TÎP’ê re hevdîtinê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya 19’ê Kanûnê: DEM Partiyê bang kir ku dawî li polîtîkaya bêcezatiyê were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Mereşê: DEM Partî banga ‘hevrûbûnê’ kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arjîn Dîlek Oncel: Me mîrateya Nazim û Cîhan dewr girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora ji 53 rûpelî ya CHP’ê: Balê nakişîne ser esasê pêvajoyê û aktorê bingehîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi Nazim re me bêdengî jî radikir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KNK: Cejna Êzî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Berfîn Nûrhaq: Piştî ku min PKK nas kir min got, ez dev ji vê têkoşînê bernadim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya YBŞ’ê cejna Êzî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em Şoreş, Siyajîn, Elîşêr, Egîd, Ronî, Aram û Cernas Şemîr bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cejna Êzî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê civîna gel: Em ê ji bo aştiyek mayînde hevrû bibin û hev helal bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Êrişa li dijî Leyla Zana êrişa li hemberî rûmeta jinan û gelê me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Em ê êrîşên faşîzmê yên li ser jinan qebûl nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê nebaş dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meclîsê divê ‘yekîtiya li dijî tundiya li ser bingehê zayenda civakî’ were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li dijî binpêkirinên li Îranê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Jinên Kurd a li Ewropayê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd a 1’emîn a Heidelbergê bi beşdariyeke xurt destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Huner bîr e, berxwedan e, bangeke kolektîf e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filma bîr û zarokan a di dema qedexeyan de: Sîtav

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tirkiyeyê Awazê Çiya li ser Spotify hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Adîle Xan: Sembola wêrekî û edaletê
Jin

Adîle Xan: Sembola wêrekî û edaletê

Serokeke bi hêz, dîplomateke wêrek û sembola edaletê... Adîle Xan kesayeteke ku di têkoşîna serxwebûnê ya Kurdan de mohra xwe li serdemê xist, gelê xwe kir yek û di qada siyasî de hêza jinê nîşanî cîhanê da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Tebax 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Adîle Xan serokeke jin a Kurd a girîng e ku di malbateke esilzade ya girêdayî Mîrên Erdelan û Baban de hatiye dinyayê. Bavê wê Abdulkadîr Sahibqiran li paytexta Tahran a Îranê karmendekî payebilind bû. Di sala 1851’an de di encama zexta Împaratoriya Osmaniyan de Mîrê Baban bê bandor bûye û piştre malbata wê koçî bajarê Sine dike û Adîle Xan di sala 1859’an de li vir ji dayik dibe.

BANDORA WÊ YA SIYASÎ Û CIVAKÎ

Adîle Xan jineke xwedî kesayeteke xurt, serbixwe û wêrek bû. Ew bi serokê Eşîra Caf a ku di nav eşîrên Kurdan de xwedî cihekî girîng e, bi Osman Beg re dizewice û ji vê zewacê du kurên wê yên bi navê Ehmed Muxtar Caf û Tahîr Beg Caf çêdibin. Dema ku hevserê wê Osman Beg di sala 1909’an de wefat dike, Adîle Xan dibe seroka eşîrê û di heman demê de rêveberiya Helebceyê jî digre dest.

Li Helebceyê ji bo edalet û hiqûq were pêkanîn dadgehek ava dike û ji ber vê di nava gel de bi rêveberiya xwe ya adil hat naskirin. Desthilatdarên Osmanî û Îngîlîz ji hêza wê ya siyasî ditirsiyan, lê ew ji bo xweseriya Kurdan a serbixwe têdikoşiya.

XEBATÊN WÊ YÊN DÎPLOMASÎ Û YEKÎTIYA KURDAN

Adîle Xan bi danîna têkiliyên dîplomatîk ên bi Osmanî û Îngîlîzan re hewl da ku mafên Kurdan biparêze. Adîle Xan ji aliyê berpirsê Rêveberiya Hêzên Seferê û siyasî yê Îngîlîzan ve weke ‘Keybanûya bêtac a herêma Şarezorê’ hatiye pênasekirin.

Yek ji îdealên wê yên herî mezin jî ew bû ku eşîrên Kurdan li hev bicivîne û rêveberiyeke Kurdî ya serbixwe û xurt ava bike. Ji bo vê yekê li Helebceyê dibistanên nû vekir, rêyên bazirganiyê pêş xist û binesaziya bajêr nûjen kir.

MÎRATE

Adîle Xan di dîroka Kurdan de yek ji yekemîn dîplomatên jin tê qebûlkirin. Têkiliyên wê yên bi Îngilîzan re û hewldanên wê yên ji bo serxwebûnê hişt ku ew bibe kesayetek girîng di nav tevgera neteweyî ya Kurd de.

Adîle Xan di sala 1924’an de, di 65 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide. Lê belê ji ber kesayetiya xwe ya pêşeng a têkoşer û di heman demê de ji ber jîrîtî, hêz û hunera xwe ya rêvebirinê, niha jî yek ji wan kesan e ku li bajarê Şarezor û Helebceyê di nava gel de pir qedirbilnd e û bi rêzdarî tê bibîranîn. Wisa ku di çend cihan de peykerên wê jî hatine çêkirin û gora wê ya di goristana Ebabeylî de ye hê jî tê zîyaretkirin. 

Têkoşîna Adîle Xan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo pêşengên jin ên li tevahiya Rojhilata Navîn bûye çavkaniya îlhamê. Îro navê wê weke yek ji sembolên edalet û berxwedanê di nava Kurdan de tê bibîranîn.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Qirkirina Şengalê li Borlänge hat bibîranîn: “ev ferman li dijî me hemûyan e.”
Nûçeya Pişt re Komên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê êrîşî nuqteyên QSD’ê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

OHD û TUAY-DER ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar xistin

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û TUAY-DER li Colemeêrgê bi hev re civîneke çapemeniyê…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê nasnameyên 3 şehîdan eşkere kir

QSD'ê nasnameya 3 şervanên xwe eşkere kir ku di qezayên leşkerî de û li cihên…

Ji aliyê Stêrk TV

Gelê Şengalê li hemberî provakasyonên artêşa Iraqê careke din daket qadan

Gelê Şengalê li dijî êrîş û pêkanînên hikûmeta Sûdanî û artêşa Iraqê meşekî girseyî lidarxistin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Awûstralya pîştî êrîşê wê çekên li piyaseyê bikire

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta DEM Partiyê wê sibe bi TÎP’ê re hevdîtinê bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Komkujiya 19’ê Kanûnê: DEM Partiyê bang kir ku dawî li polîtîkaya bêcezatiyê were

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Komkujiya Mereşê: DEM Partî banga ‘hevrûbûnê’ kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?