Sêşem, 15 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokkomartiya Iraqê: Pêngava gerîla pêşerojê ronî dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK’ê şehîdên Komkujiya Geliyê Zîlan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    2 girtî hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên nexweş divê azad bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Ramazan Kaya hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xizmên windayan li Colemêrg, Amed û Êlihê hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2 gerîlayan konên sersaxiyê hatin danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenên amadekariya dawî ya ji beriya gava dîrokî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê rojnamevan Mirad Mîrza di salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çekên hatin şewitandin wê li Şikefta Casenê werin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tundiya li nava malbatê zêde bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Meha Hezîranê meha jinên fedaî ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê li ser nameya Rêber Apo semîner hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwedawenda hêza jinên Êzidî: Xatûna Fexra

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hollandayê festîvala civaka dayikî: Zêdeyî 600 jin tevlî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê klîba ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê 15’emîn Mihrîcana Ciwanan a Engîn Sîncer: Bi şoreşa çandî re ber bi sosyalîzmê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwîtiya Lêgerîn a ber bi azadiyê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND Ewropa/Hunera Mizgîn Alî Temel bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Prof. Gursoy: Dewletê hîna ti gav neavêtiye
Rojane

Prof. Gursoy: Dewletê hîna ti gav neavêtiye

Prof Gençay Gursoy diyar kir ku têkîliya DEM Partiyê ya bi muxalefetê re erênî ye û destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê ev têkilî dewam bike. Gursoy bi bîr xist ku dewletê hîna ti gav neavêtiye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

“Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de kir, hîna jî tê nîqaşkirin. Li gel vê banga ku piştî daxuyaniyên serokê MHP’ê Devlet Bahçelî yên di Cotmeha borî de hate kirin û biryara agirbestê ya PKK’ê jî, dewleta Tirk ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên şênber neavêtiye. Prof Gençay Gursoy têkildarî mijarê pirsên ANF’ê bersivand.

 

Em ê qala nîqaşên çareserî û aştiyê yên li Tirkiyeyê bikin, lê beriya vê dixwazin balê bikşînin ser Sirri Sureyya Onder. Hûn dixwazin li ser Sirri Sureyya Onder ku ji ber nerehetiya xwe ya dil tê dermankirin û rewşa wî hîna krîtîk e çi bibêjin?

Eger em li Tirkiyeyê qala aştiyê dikin, wê demê teqez qala Sirri Sureyya Onder bikin. Tê gotin ku li dîrokê ji şexsan zêdetir helwesta girseyan girîng e, lê ev her tim ne derbasdar e. Hîn caran şexs dibin diyarker û hêmanê ku pêşerojê tayîn bikin. Sirri Sureyya di têkoşîna aştiyê ya li Tirkiyeyê de bi taybetî jî di mijara aştiya Kurd de ji destpêka salên 2000’î heta niha di nava vî karî de ye û ji bo aştiya Tirkiyeyê têdikoşe.

Dostaniya me ya bi salên dirêj pê re heye. Ji ber ku ez bijîşk im, tenduristiya wî ji nêz ve dişopînim û pir bi fikar im. Ez bawerî bi hêza berxwedanê ya Sirri tînim û hêvî dikim ku dîsa cihê xwe di têkoşîna aştiyê de bigre.

Em jî hêvî dikin ku di zûtirîn demê de tenduristiya wî baş be û ji cihê mayî dewam bike. Lê pirsgirêka tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder, atmosferekî cuda derxist holê. Kesên ji çar aliyên Tirkiyeyê û kesên ji aliyên pir cuda, li dora Onder bûn yek. Ev dîmenê ku xwedî li Onder derdikeve çi ji me re vedibêje?

Sirri Sureyya Onder siyasetmedarekî entelektuel e. Hem jî siyasetmedarekî xwecihî ye. Ev bûyer rasterast bi meseleya aştiyê re têkildar nebe jî, dibe ku helwesta girseyan ya li ser vê bûyerê biguherîne. Ez hêvî dikim ku rewşa hesasiyetê ku bi rewşa Sirri re li civakê çêbûye, tevkariyê li aştiyê bike.

Ev mesele tevî ku weke ku rasterast bandorê nake xuya bike jî, gelo ev pirsgirêk bandorê li ser hemû dînamîkên aborî, civakî, polîtîk û siyasî ya Tirkiyeyê nake? Hemû pirsgirêkên ku em îro nîqaş dikin, di rastiyê de ne berhemekî têgihiştina dij demokratîk e?

Rast e. Lê tekane sedem ne ev e. Hin taybetmendiyên desthilatdariyê jî di nava sedemên dîmenê tarî ya heyî de ye. Eger desthilatdariyekî cudatir ku li ser esasê wekhevî, azadî û demokrasiyê ba, wê rewş cudatir ba. Di mijara aştiyê de jî wê rewş cudatir ba.

Pirsgirêka PKK’ê ya li Tirkiyeyê bi gotina wan “pirsgirêka terorê” ne sedema her tiştê ye, lê teqez e ku yek ji sedemên herî girîng e. Ev ne meseleyekî ku niha bûye rojev. Ji damezrandina Komara Tirkiyeyê ve pirsgirêka Kurd nehat çareserkirin.

Ji damezrandina komarê ve çawa ku Komara Tirkiyeyê di neçareserkirina vê mijarê de bi biryar e, Kurd jî vê meseleyê di derdorên entelektuel, rewşenbîr û serokên gelan de kir rojev. Îro jî ev mesele yek ji sedemên sereke yê pirsgirêkên Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê heta ku ev mesele çareser nebe, ne pêkan e ku Tirkiye demokratîk bibe û pirsgirêkên aborî yên heyî bi temamî çareser bibin.

Di meha Cotmehê ya borî de ev mijar bi banga serokê MHP’ê Devlet Bahçelî bû rojev. Ji ber ku ev bang ji aliyê Bahçelî ve hat karekterê vê pêvajoyê hat nîqaşkirin û gelek alî şaş man. Gelo hûn jî şaş bûn? Her wiha hûn dixwazin têkildarî karekterê vê pêvajoyê çi bibêjin?

Ez şaş bûm. Ji ber ku Devlet Bahçelî tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê dem bi dem vê meseleyê dike rojev û gotinên xwe yên ku min şaş dihêlin didomîne.

Lê eger eşkere bibêjim, tevî hemû gotinên xwe jî di min de baweriyê çênake, bawer nakim ku di çareserkirina pirsgirêka Kurd de jidil e. Ji ber ku mirov piştî temenê 70, 80 bi hêsanî nayê guhertin.

Ji ber vê mijarê fikarên civakê hene. Bang tê kirin, lê gavekî şênber tine ye. Hûn derbarê vê de çi dibêjin?

Ti gav nehat avêtin, tenê gavên gef xwarinê hatin avêtin. Îro jî dema Devlet Bahçelî ji aliyekî ve ji bo dewamkirina pêvajoyê biryardariyê nîşan dike, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û şêwirmendên wî dibêjin, “PKK wê teslîm bibe, çekan teslîm bike û xwe fesh bike.” Ji derveyî vê ti gotin nake.

Piştî banga ku di 27’ê Sibatê hate kirin ku wekî mitabeqeta pêşî tê dîtin, hat diyarkirin di nava heftiyekî de gav werin avêtin, tecrîd rabe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê mijarê rasterast bi civakê re nîqaş bike. Ji ber ku tiştên hatin gotin pêk nehatin, çiqasî rast e ku li ser vê mitabeqeta pêşî ev yek nîqaş bikin?

Dema ku ev bang hat ragihandin bi rêya Sirri Sureyya Onder gotineke hatibû zêdekirin. Divê wê jî ji bîr nekin. Gelo gotinên demokrasiyê ku di bangê de cih nedan, encama zorkirinekî ye. Lê çi dibe bila bibe ev bang gavekî girîng e. Tê dîtin ku ev gav ji aliyê kadroyên PKK’ê ve jî hat qebûlkirin.

Yanî ez nizanim em dikarin vê çiqas îspat bikin, lê bi  qasî em ji medyayê dişopînin PKK piştgirî dide vê pêvajoyê. Ji ber vê gavekî xwedî wate ye. Li gel ku tîştek nebû, pirsgirêkên çandî û civakî ya meseleya Kurd nehat çareserkirin jî rawestandina şer bi serê xwe destkeftiyek e. Ji ber vê tu tişt nebe jî divê em xizmetê vê bikin.

Tevî ku pirsgirêka Kurd dişibe mînakên cîhanê jî, divê neyê jibîrkirin ku li Kolombiyayê bi hezaran gerîlayên FARC’ê piştî ku çek hatin rawestandin hatin kuştin. Yanî em ji mînakan dibînin ku aştiyekî wiha yek alî pir pirsgirêkan derdixe.

Hûn di vê rewşê de helwesta muxalefetê çawa dibînin?

Serokê Partiya Gel a Komarî vê pêvajoyê erênî pêşwazî dike. Ev girîng e. Divê ji gavên ku van her du girseyan ji hev dûr bike, birevin. Yanî çi dibe bila bibe tevgera siyasî ya Kurd divê guh bide hestên muxalefetê û girseyên ku li pey têkoşîna kûr a demokrasiyê de ne. Helbet wekî aliyê Kurd, muxalefeta li Tirkiyeyê jî di vê mijarê de baldar be. Ev yek tê kirin. Em niha dibînin ku her du alî jî pir bibesîret tevdigere.

Belê aborî xirap dibe, enflasyon dewam dike, lê divê ji bîr nekin ku ji bo çareserkirina van pirsgirêka Kurd esas e. Em neçar in ku vê bi zimanekî guncaw ji gel re bibêjin. Ev ji bo her du alî jî derbasdar e.

Ez hêvî dikim ku tevî her tiştî, tevî hemû şert û mercên neyînî, tevî dewamkirina qirkirina Îsraîlê, hêzên emperyalîst ên li herêmê jî siyasetmedarên Kurd û Tirk bi gavên aqlê selîm vê meseleyê çareser bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 26’Ê NÎSANA 2025’AN
Nûçeya Pişt re ‘Demokratîkbûna Tirkiyeyê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd re pêkan e’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îsraîlê pêşniyara agirbestê ya heta nîvê meha Nîsanê qebûl kir

Îsraîlê pêşniyara Emerîkayê qebûl kir ku eger bi Hamasê re li ser destpêkirina qonaxa duyemîn…

Ji aliyê Stêrk TV

KJK: Bi xurtkirina avakirina jiyana azad em 18’ê Nîsanê pîroz bikin!

Koordînasyona KJK'ê got, "Ji bo cîhaneke bi rengê jinê û sîstemeke konfederal a demokratîk a…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayika Aştiyê Sakîne Arat jiyana xwe ji dest da

Dayika Aştiyê Sakîne Arat ku demeke dirêj di nava Meclîsa Dayikên Aştiyê de têkoşiya, jiyana…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Serokkomartiya Iraqê: Pêngava gerîla pêşerojê ronî dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

PÎK’ê şehîdên Komkujiya Geliyê Zîlan bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Melîs Tantan: Têkoşîna azadiyê ya Kurd di heman demê de têkoşîna parastina xwezayê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?