În, 17 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Duran Kalkan: Mifteya aştiyê Îmraliyê ye, divê rêya siyasetê were vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êrîşî nobeda KESKê kir: Gelek sendîkavan hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê di salvegera 40’an a damezrandina xwe de banga aştî û demokrasiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê wê bi Rêber Apo re hevdîtinê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komele: Di êrişa Muxafizên Şoreşê de 8 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamentoya Îsraîlê hate fesixkirin: 27’ê Cotmehê hilbijartin heye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KNK’ê êrişa li ser Komeleya Zehmetkêşan şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Ev êriş tirsa kûr a rejîmê nîşan dide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser baregeha partiyeke din a Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dan bû 9

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bakurê Kurdistanê xetereya windabûna zimanê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji binê axê ber bi wijdanê mirovahiyê: 561 qurbanî li benda navê xwe ne!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Baroya Wanê ji bo dosyeya Rojîn Kabaîş serlêdanek nû kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê konferansa ‘Bi Têkoşîn Azadiya Jinê Ber Bi Civaka Demokratîk Ve’ hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tehliyeya 9 mehan hatî taloqkirin: Bi civakê re di nava ahengiyê de nîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Evînê êşkence li girtiya jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tundiya ku li Başûr ji aliyê pergala serwer ve tê kûrkirin, jinan qetil dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mîna Qazî heya Şîrîn Elemhûlî jinên ji Rojhilat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Mêrekî dayika xwe, hevjîna xwe ya ducanî û keça xwe ya 3 salî qetil kir
Li Sûriyeyê di nava rojekê de 6 kes mirin
Li Îranê kesekî din hate darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Melîs Tantan: Têkoşîna azadiyê ya Kurd di heman demê de têkoşîna parastina xwezayê ye
Civak & Ekolojî

Melîs Tantan: Têkoşîna azadiyê ya Kurd di heman demê de têkoşîna parastina xwezayê ye

Endama Komîsyona Ekolojiyê ya DEM Partiyê Melîs Tantan bal kişand ser qirkirina ekolojiyê ya li Kurdistanê û got, “Têkoşîna azadiyê ya Kurd di heman demê de têkoşîna ji bo parastina xwezayê ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Qirkirina ekolojiyê û talankirina xwezayê ku demeke dirêj e li Kurdistanê dewam dike, vê dema dawiyê gelekî zêde bûye. Êrîşên li ser xwezaya Kurdistanê her roj zêde dibin, berxwedana gel a li hemberî vê yekê jî bêhtir tê dîtin.

Endama Komîsyona Ekolojiyê ya DEM Partiyê Melîs Tantan li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku êrîş û talana li Kurdistanê xwedî rabirdûyeke kevn e, ev yek weke dewama şerê taybet e.

Tantan got, “Weke dewama şerê fîzîkî û taybet, salên dûr û dirêj daristan hatin şewitandin, li geliyan bendav hatin çêkirin, bi xwezayê re hewl hate dayin ku dîrok bê tinekirin û bi polîtîkayên bêmirovhiştinê re xisareke mezin li jiyana xwezayî hate kirin.”

‘TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA KURD TÊKOŞÎNA JI BO PARASTINA XWEZAYÊ YE’

Melîs Tantan destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya Kurd ji aliyekî ve têkoşîna ji bo parastina xwezayê ye û got, “Kurdan zanîbûn ku bi têkoşîna azadiyê re her wiha xwezaya wan jî tê parastin. Lê belê bi taybetî zêdebûna kalekolan û çêkirina bendavên ewlekariyê derb li parastina xwezayê jî hate xistin.

Ev kalekol û bendav li çiyê, li deverên herî bedew ên gundan hatin avakirin. Mînak li geliyên weke Geliyê Goderneyê, ku îro êdî tine bûne. Şertê bidawîkirina talan ekolojîk ne tenê aştî ye; her wiha aştiyeke wekhev, adîl, bi rûmet û mayinde ye. Fikara gel a li ser dewamkirina talanê ya li gel bêdengkirina çekan, fikareke mafdar û di cih de ye. Ji ber ku pêvajoyên aştiyê di heman demê de ew pêvajo ne ku bazar û razemenî zêde dibe.”

Melîs Tantan destnîşan kir ku li Kurdistanê rêya pêşîgirtina li vê yekê bilindkirin têkoşîna ekolojiyê ye, rabûna li ber talankariya serrmayeyê ye û got, “Dema ku me ev kir, wê hingî pêvajoya aştiyê mayinde û rasteqîn bibe. Yanî mebesta me ji aştiyeke bi rûmet aştiya bi xwezayê re ye.”

Melîs Tantan diyar kir ku weke DEM Partî ew ji bo zemîna têkoşîneke hevpar hewl didin û got, “Di dema nû de, di nava bagana civaka demokratîk de derfetên mezin ên vê yekê hene. Di serî de li Tirkiye û Kurdistanê piştgiriya ji hev re ya tevgerên ekolojîk, xurtkirina rêyên piştevaniyê ji bo vê demê gelekî krîtîk e. Gelan dema ku dîtin, êrîşên bi heman rengî li wan tê kirin, hingî wê hevdu bibînin, xwe nêzî hev bikin.

Di vê demê de derfet zêde ne ku yên li rojava têkoşîna ekolojiyê dimeşînin bibînin ku asta van êrîşan li Kurdistanê hîn bilind e. Lewma em ê hewl bidin aliyên dişibin hev, her wiha sedemên cuda yên polîtîkayên şer hîn bêhtir vebêjin û nîşan bidin. Ji bo vê jî di çarçoveya civînên aştî û civaka demokratîk de em ê bi têkoşerên ekolojiyê li hev kom bibin.

Li gel vî karê ji bo xurtkirina zemîna têkoşîna hevpar, em nîqaşan dikin bê civakeke demokratîk-ekolojîk û komun çawa bêne avakirin. Bi dirûşma ‘Doh zû bû, sibe gelekî dereng e, em îro di çalakiyê de ne’ li ser paşeroja xwe ya ekolojiyê em li ser rê û rêbazan diaxivin.”

Melîs Tantan diyar kir ku ev pêvajo ne pêvajoyeke bidawîbûna têkoşînê ye û got, “Divê em rastiyekê bi hev re bibînin; Mixabin êrîşên li ser xwezayê wê li Kurdistanê zêde bibin. Lê belê ev yek wê rewşeke cuda bi xwe re bîne: Bêguman ev êrîş wê bibin sedem ku têkoşîna ekolojiyê bilind bibe. Nîşaneya vê yekê ji niha ve tê dîtin: piştî demeke dirêj yekemcar çalakiyeke ekolojiyê ya bi nobet li Kurdistanê tê kirin. Li Amedê gundî li hemberî madekê dikevin nobedê.”

Melîs Tantan destnîşan kir ku êrîş li hemberî qadên jiyanê be divê berxwedana li hemberî vê yekê jî ji bo parastina qadên jiyanê be.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di 139’emîn Galaya Madenvanên Durhamê de daxwaza azadiya Rêber Apo hat kirin
Nûçeya Pişt re Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tundiya li nava malbatê zêde bûye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD: Em ruhê 1’ê Mijdarê zindî bikin

Fermandariya Giştî ya QSD’ê li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Kobanê bang…

Ji aliyê Stêrk TV

TEV-Çand: Mîrateya Mazdek Ararat wê ji têkoşîna me re bibe ronahî

Komîteya TEV-Çandê bi wesîleya salvegera şehadeta sînemager û şoreşger Mazdek Ararat (Omer Bagci) peyamek weşand…

Ji aliyê Stêrk TV

Dengbêjan li Îzmîrê kilamên xwe gotin

Li Îzmîrê bi pêşengiya Jîn Art Hunerê dengbêjan kilamên xwe gotin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Îskenderoglû: Betalkirina piştgiriya enerjiyê karê çandiniyê xitimand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Eren Keskîn: Ji bo aştiya mayinde divê alî di mercên wekhev de bin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Nobeda JES’ê ji aliyê gundê Qûlanê ve hat dewrgirtin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?