Akademîsyen û siyasetmedar Ahmet Yildirim diyar kir ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de xala diyarkar ew e ku li gel qanûnên nû her wiha jinûve avakirina baweriyê ye û got, “Qanûna herî baş bû bêhempa bê derxistin jî eger bi cih neyê anîn wê ti wateya xwe tine be.”
Yildirim anî ziman ku di “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de sernavê herî krîtîk pirsgirêka baweriyê ye û destnîşan kir ku bicihneanîna sozên heta niha hatine dayin bi xwe re bêbaweriyeke dîrokî aniye.
Ahmet Yildirim diyar kir ku qanûna tê payin bê derxistin ne tenê ji aliyê naverokê ve her wiha mijara bicihanîna wê jî wê diyarker be û got, mesele divê weke pirsgirêkeke dîrokî ya sed salî bê nirxandin, ne tenê weke meseleyeke çil salên dawî.
Siyasetmedar Yildirim da xuyakirin ku bi pêşveçûna pêvajoyê re divê gavên cihê baweriyê û hêviyê bêne avêtin û anî ziman ku pêvajo heta niha bi giranî bi yekalî hatiye meşandin. Bi dewamî ragihand ku astengkirina hevdîtina bi Rêber Apo re ya bi demdirêjî hêvî lawaz kir û destnîşan kir ku hevdîtina di 21’ê Tîrmehê de pêk hat careke din hêviyek afirand, lê belê ev yek bi gava Rêber Apo re pêk hat.
Yildirim diyar kir ku li gorî agahiyên heyî qanûna tê payin bê derxistin ne di wê astê de ye ku bersivê bide bendewariyên li nava civakê û destnîşan kir ku fedakariya yekalî dibe ku di dema kurt de pêşî li hin pêşketinan veke, lê belê bi demdirêjî dikare pirsgirêkên nû bi xwe re bîne.
‘MESELEYA BINGEHÎN PIRSGIRÊKA BAWERIYÊ YE’
Yildirim ragihand ku sernavên tecrîd, derfetên Rêber Apo yên bi cîhana derve re, bicihneanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, di serî de Selahattîn Demîrtaş rewşa siyasetmedarên girtî, kiryarên qeyûm û Dosya Kobanê girîng e û diyar kir ku meseleya bingehîn a di ser van hemû pirsgirêkan re pirsgirêka baweriyê ye.
Siyasetmedar û akademîsyen Ahmet Yildirim da xuyakirin ku bêbawerî ne tenê bêbaweriya Kurdan a li dewletê ye, hem nêzîkatiya dewletê hem jî fikarên dualî yên ji ber sedemên dîrokî piştgiriya civakî lawaz kiriye. Yildirim anî ziman ku di lêkolînên li nava raya giştî de tê dîtin ku rêjeya piştgiriya ji pêvajoyê re hem li nava civaka Kurd hem jî li rojavayê Tirkiyeyê kêm bûye û got, heta ku pirsgirêka baweriyê neyê çareserkirin pêşketineke mayinde zehmet e.
‘YA GIRÎNG BICIHANÎN E’
Yildirim nîqaşên li ser qanûna çarçoveyê nirxand û bi bîr xist ku berê jî gelek soz hatin dayin, sererastkirinên cuda yên qanûnî hatin kirin lê belê di asta bicihanînê de pirsgirêkên cidî rû dan.
Yildirim bi bîr xist ku ji Tûrgût Ozal heta bi Suleyman Demîrel, ji Tansû Çîller heta bi Mesût Yilmaz, ji Recep Tayyîp Erdogan heta bi Abdullah Gul di demên cuda de li ser pirsgirêka Kurd daxuyaniyên girîng hatin dayin, lê belê li gel vê yekê bicihanîn negihîşt asta sozên hate dayin.
Ahmet Yildirim diyar kir ku beşa herî girîng a qanûna bê amadekirin bicihanîn e û destnîşan kir ku qanûn roja li Rojnameya Fermî hat weşandin divê bi cih bê anîn û mirovên xwedî maf karibin yekser sûdê jê werbigirin. Yildirim destnîşan kir ku metna herî baş a qanûnî bêyî îradeya bicihanînê ya biryardar bêwate ye û diyar kir ku ezmûna esasî wê pêvajoya bicihanînê be.
‘MESELE PIRSGIRÊKEKE SED SALÎ YE, NE TENÊ ÇIL SALÎ YE’
Ahmet Yildirim ragihand ku dewlet meseleyê bi giranî weke pirsgirêkeke ewlekariyê ya çil salên dawî dinirxîne û diyar kir ku meseleya Kurd pirsgirêkeke dîrokî ya sed salî ıye, bi nirxandineke bi vî rengî rêbaza çareseriyê divê bê destnîşankirin.
Yildirim anî ziman ku çareserî tenê bi polîtîkayên ewlekariyê pêk nayê, divê li ser bingeha welatîbûna wekhev, demokratîkbûn, azadî û xwişk-biratiyê nêzîkatiyeke nû were nîşandan.

