Yekşem, 15 Hezîran 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Deriyê Qaîm ê di navbera Iraq û Sûriyeyê de jinûve hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê çalakiya li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Nûrettîn Çûr edalet xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Naîf Îşçî yê ku berdana wî 5 caran hat taloqkirin, hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê merasîma Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    15 baroyên li Kurdistanê ji bo rojeva pêvajoyê diçin Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Wanê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP’ê bertek nîşanî êrîşa zayendî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê banga rêveberiya xweser û rêxistinkirinê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pirsûsê Altûn û Kaytan hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed, Colemêrg û Êlihê ji bo windayan çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şenyaşar li ser gorên xwe hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Di bingeha guherîna civakî ya Rojhilata Navîn de têkoşîna jinên Kurd heye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê jin ji bo greva 14’ê Hezîranê xwe amade dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan wê 21’ê Hezîranê li Leverkusenê were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zurîchê wê Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz a 12’emîn bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Londonê jin wê di Mihrîcana Jinan a Zîlan de bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabûlê gefa mirinê li xebatkarên jin ên NY’ê tê xwarin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    FîlmAmed: Em dixwazin xwedî li hiş û bîra vê xakê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Ciwan û Çandê ya Hozan Serhad li Reimsê wê bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34 komên folklor di Mihrîcana Govenda Kurdistanê de ketin pêşbirkê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvala Respectê de Kurd bi ‘Govendê’ li ber nijadperestiyê rabûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê civîna berxwedan û çanda Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlmê ‘Bir Kar Tanesinin Ömrü’ li Baselê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Akademisyenên Ereb û Kurd: Rêber Abdullah Ocalan jin kir mifteya jiyanê
Rojane

Akademisyenên Ereb û Kurd: Rêber Abdullah Ocalan jin kir mifteya jiyanê

Akademisyenên Ereb û Kurd xwestin 4'ê Nîsanê bibe roja cîhanî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin: “Rêber Abdullah Ocalan statûya jinê guhert û jin kir mifteya jiyanê. Hêviya me heye ku wê di demeke nêz de azad bibe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Înîsiyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava navneteweyî de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd li ser platforma dijîtal a Zoomê sempozyûm lidar xist.

Dekanê berê yê Fakulteya Hunerê ya Zanîngeha Damanhour a Misirê Prof. Dr. Mihemed Rifat El Îmam, Hevserokê Zanîngeha Kobanê û endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Şervan Muslim, Koordînatorê Însiyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya Rêber Ocalan Dr. Îlhamî El Melîgî û hejmarek akademîsyenên Ereb û Kurd beşdarî sempozyûmê bûn.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç beşdarî sempozyûmê bû û derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abddullah Ocalan de agahî da. Parêzer Dînç anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 26 sal in li girava Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin û wiha got: “Di 12 salên destpêkê de destûr ji parêzeran re dihat dayîn. Lê di nava 14 salên dawî de destûr nehat dayîn ku em hevdîtinê pêk bînin. Her wiha di 8 salên dawî de jî hevdîtina malbatê jî tê astengkir. 25’ Adara 2021’an vir ve tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê gitin.”

‘ŞERT Û MERCÊN RÊBER OCALAN JI YÊN MANDELA DIJWARTIR E’

Parêze Dînç bi bîr xist ku wan gelek caran bi Komîteya Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re têkilî daniye û wiha domand: “Her saziyan jî pêşniyara hevdîtina parêzer, malbatan kirin, lê Tirkiyeyê ev pêşniyar hîn qebûl nekiriye. Tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê mutleq e û ji hemû peymanên navneteweyî derbas dibe. Şert û mercên ku Abdullah Ocalan tê de ye ji yên Nelson Mandela dijwartir in. Hêzên ku piştevana Tirkiyeyê dikin ji bandora Rêber Apo ya hizrî gelek ditirsin. Ji lewra tecrîd di her mercî de dewam dike û rê nadin ku bi Rêbertî re hevdîtin bi awayekî fermî çêbibe. Ev jî metirsiyan dide avakirin.”

‘ABDULLAH OCALAN JI BO ROJHILATA NAVÎN ŞENSEK E’

Zanyarê siyasetê û zanyarê Rojhilata Navîn Dr. Taha Alî da zanîn ku ramanên Abdullah Ocalan bandorê li cîhanê kiriye û ev tişt anî ziman: “Bêguman di Rojhilata Navîn de gelek zaniyar derketin û di heman demê de gelek kesên ku ji bo azadiya mirovahiyê bang dikir. Lê Rêber Abdullah Ocalan di vî alî de ji bo Rojhilata Navîn şensek e. Rêber Abdullah Ocalan xwe dispêre mîtolojiyê û wekî rêbaz, destpêk û qonax xwe digihîne heqîqetê. Ramana şikestina mirovahiyê ku serdema serdestiya mêr e û bi destseserkirina jinan dest pê kir û modernîteya kapîtalîst li ser vê yekê cîhan bi rê ve dibe. Di ramana fîlozof Abdullah Ocalan de navendîbûna civak û jinê bi awayekî ku ji bo gelek feylesof û ramanweran hatiye guhertin nîşan da.” 

‘EM BI HÊVÎNE KU RÊBER Abdullah OCALAN DI DEMEK NÊZ DE AZAD BIBE’

Koordînatorê Înîsiyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya Rêber Ocalan û nivîskarê Misrî Îlhamî El Melîgî diyar kir ku gelên azad ên cîhanê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan têdikoşin û wiha axivî: “Çi siyasetmedar be, çi bîrmend, hiqûqnas û çi hemû pispor bin, ji bo ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bigihînin hemû civakên Ereban, ji bo ku hêzên zextê yên Ereb û navneteweyî ava bikin, dixebitin. Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîneke mezin tê meşandin. Di nava pêkhateyên Ereb şikandina tecrîdê, azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd her ku diçe zêdetir dibe. Hêviya me heye ku wê di demeke nêz de azad bibe. Gelê Kurd divê azadiya xwe bi dest bixin.” 

Îlhamî El Melîcî destnîşan kir ku Înîsiyatîfa Erebî wê di demeke nêz de li ser Rêber Abdullah Ocalan û fikr û felsefeya wî li Misrê pirtûkekê derxîne.

DR. SAHAR: JIN KIR MIFTEYA JIYANÊ

Dr. Sahar Ehmed diyar ku wê çar pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser jinan hatibûn nivîsandin xwendiye û destnîşan kir ku pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi ramaneke mezin û ezmûneke mezin bi wê re ava kiriye. Bijîş Sahar bal kişand ser felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” a ramanên Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: “Azadiya jina Kurd bi jiyana mirovan re girêdide. Statûya jinê guhert û jin kir mifteya jiyanê. Jina Kurd di dirêjahiya dîrokê de têkoşiya û wêneyên qehremaniya li dijî tundî, nijadperestî û dagirkeriyê pêşkêş kir. Rêber Abdullah Ocalan pirsgirêk nas kir, rave kir, rêya çawa bê çareser danî holê. Rêber Abdullah Ocalan di serketina jinên Kurd de gelek mafên wan û alîkariya wan kir ku bi xurtî rabin. Rêber Abdullah Ocalan dît ku azadiya jina Kurd azadiya Kurdistanê ye. Lewma azadiya jinê bi azadiya welat ve girêdide. Ev ji dibe sedema pêşketina civakê û hêzê dide civakê.

Dema Partiya Karkerên Kurdistanê hat damezrandin, jin bi sed hezaran tevlî partiyê bûn û wêneyeke nû ji jinê re dan avakirin, ku ji jina kilasîk ber bi jineke azad, demokratîk û xwedî hişmendiyeke serbest ve birin. Nîqaş bi pirsên mîna jina azad kî ye, em ê çawa xwe bigihînin wê û divê çawa be, dest pê kir. Ji bo ku diyardeya bidestxistina şoreşê di nava şoreşê de bê nîşandan, pirsgirêka jinê bi mijara rizgariya netewî re anî rojevê û hin têgînên weke têgeha jiyana azad hatin şirovekirin ku têkoşîn li dijî mêtingeriyê, çi siyasî çi civakî be, her wiha li hemberî serdestiya mêr a civakê, berdewam e.”

Prof. Dr. Mihemed Rifet El Îmam anî ziman ku Rêberê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela li dijî polîtîkayên nijadperestiyê yên li Afrîkaya Başûr têdikoşiya û Abdullah Ocalan jî li dijî polîtîkayên nijadperestiyên Tirk ên li dijî gelê Kurd, têdikoşe. Dr. El Îmam xwest ku 4’ê Nîsanê bibe roja cîhanî ya Rêber Abdullah Ocalan. 

PROF. DR. SEÎD: RÊBER Abdullah OCALAN BANDOR LI MILYONAN KIRIYE

Mamostayê Zanîngeha Şanşî ya Çînê Prof. Dr. Sîfan Seîd ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye, diyar kir ku Abdullah Oclan ev 25 sal in di zindanên rejîmên zordar ên NATO’yê de bi rêya dewleta Tirk a faşîst, rojên herî dijwar derbas dike û wiha axivî: “Rêber Abdullah Ocalan bi model û têkoşîna xwe beşeke mezin a civakê guhertiye. Bi fikir û nêrînên wî bandor li gelên Rojhilata Navîn hatiye kirin. Di heman demê de, rêberiya wî bandor li milyonan mirovan kir ku ji bo mafên xwe şer bikin. Encama têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a fikrî û pratîkî rêyên cuda yên têkoşînê li dijî neheqî û hêzên mêtinger ên li herêmê ava kir. Niha em dibînin ku nakokî di navbera kesên ku dixwazin bi rûmet û azad bijîn û yên ku dixwazin gel di bin zilm û zorê de bihêlin de heye. Niha li herêmên ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan û hevrêyên wî lê heye, hûn dikarin wî li wê derê bibînin.

Rêber Abdullah Ocalan ji bo zihniyeta kevnar biguherîne û ji bo kesên ku dixwazin azad bibin kesayetek nû biafirîne, rol lîstiye. Tu kes nikare van guhertinên erênî yên mezin bi taybetî li gel jinên Rojhilata Navîn înkar bike.” 

Dr. Ehmed Enbiyuh jî li ser rexneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser netew-dewletê û girîngiya van rexneyan axivî û wiha got: “Tiştê ku îro li herêmê em dibînin, encama modela dewleta netewe ya yekalî ye ku nûnertiya berhemeke rojavayî, kapîtalîst dike. Abdullah Ocalan jî bi pêşkêşkirina neteweya demokratîk gaveke mezin di têgîn û reftaran de avêt.” 

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim jî li ser girîngiya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di jiyana gelê Kurd û gelên herêmê de axivî û got: “Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêkanîna têkoşînê dixebitin ta ku çanda parvekirin û rêzgirtinê bidin jîyîn. Ew jî weke Akademiya Abdullah Ocalan bi gelek saziyan re ji bo avakirina fikir û zihniyeta mirovekî demokirat ku karibe jiyaneke beşdariyê ava bikin, dixebitin.”

Ji Başûrê Kurdistanê Dr. Hîkmet Ebdulkerîm jî li ser têgeha azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêwîstiya hebûna azadiya civakî rawestiya û her wiha pîvanên exlaqî yên fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan anî ziman. Drî Ebdulkerîm destnîşan kir ku pêwîste her kes û civak berpirsyariya xwe li pêşberî kesên din û xwe bi cih bîne, da ku em di navbera gelan de bi taybet gelên ku di bin zextê de ne, bigihêjin yekîtî û hevgirtinê.

Parêzer Dr. Ehmed Receb bal kişand ser rewşa tecrîdê ku hemû qanûnan derbas dike û destnîşan kir ku divê xebatên mafên mirovan, gelêrî, akademîsyen û medya ji bo pêkanîna mebestên herêmî û navneteweyî zextê li dewleta Tirk bikin, ta ku parêzer û malbata hevdîtinê bikin. Dr. Ehmed Receb anî ziman ku ew weke endamekî Yekîtiya Buroyên Erebî ew ê bi însiyatîfa xwe li qada hiqûqî ya Ereban bi awayekî berfireh û di platform û qadên xebatê yên curbecur de bikeve nava tevgerê û got ku ew ê fikir û felsefeya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan temsîl bike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAHÎRE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 9’Ê NÎSANA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Pirtûka ‘Jin Jiyan Azadî. Di agirê şoreşa jinên Rojava de’ hat weşandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gulseren Yolerî: Tecrîd dibe sedema nexweşiyan

Seroka Şaxê Stenbolê ya ÎHD'ê Gulseren Yolerî bal kişand ser şert û mercên girtîgehan û…

Ji aliyê Stêrk TV

Hozat: Rêber Apo ji bo Tirkiyeyê şensê dawî ye

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat got, "Divê dewleta Tirk ji bo çareseriya demokratîk…

Ji aliyê Stêrk TV

Jin ber bi qada mîtîngê ve dimeşin

Jin bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) ve ber bi qada mîtîngê ve dimeşin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Deriyê Qaîm ê di navbera Iraq û Sûriyeyê de jinûve hat vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Liverpoolê çalakiya li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Şemiyê ji bo Nûrettîn Çûr edalet xwestin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Naîf Îşçî yê ku berdana wî 5 caran hat taloqkirin, hate berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?