Xala ku di raya giştî de weke “Sîxûriya tesîrkirinê” tê zanîn û AKP û MHP’ê pêşkeşî Serokatiya Meclîsê kiribû, ji pêşniyarqanûnê hate derxistin. Serokwekîlên komên DEM Partî, CHP, AKP, MHP û Partiya Îyiyê îro di lijneya şêwirê ya Meclisê de civiyan. Partiyên muxalefetê diyar kirin ku divê xala behsa xeberê were revîzekirin.
AKP-MHP jî erênî nêzî revîzekirina xala “sîxûriya tesîrkirinê’ bû. DEM Partiyê got ku divê xal bi temamî were derxistin û li dijî revîzekirinê derket.
AKP-MHP’ê paşvegav avêt û xala ku “sîxûriya tesîrkirinê” sererast dike bi temamî ji pêşniyarqanûnê derxist.