Sêşem, 10 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika girtî Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Bendewariya her kesî qanûneke înfazê ya wekhev e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Stenbolê ji bo Newroza ‘Azadî û Yekîtiyê’ bang

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE’yê ji bo Bakurê Kurdistanê hişyariya seyahetê da!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza 2026’an wê bi dirûşma ‘azadî û yekîtî’ were pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê dronek ket baxçê malekê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê CPT Osman: Artêşa Tirk baregehên nû li Başûrê Kurdistanê ava dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Mexmûrê di roja 964’an de berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çiyayê Benî Herîr hat bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyon: Agirê Newrozê bi îradeya yekîtiya neteweyî gur dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Strana Newrozê hate nasandin: Newroza Serfiraziyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rapora Dîlan Karaman: Mirin di encama dorpêçeke pir qatî pêk hatiye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mala Kurdan a Moskowê şahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komuna Jinan a Jina Emînî şahiya 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tambov û Saratovê 8’ê Adarê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zozan Çewlig: Bi ruhê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê têkoşîna xwe bi ser bixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Montevideoyê peyama piştevaniya enternasyonalîst hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Aktîvîsta Dûrzî: Em pêkanînên HTŞ’ê qebûl nakin
Rojava

Aktîvîsta Dûrzî: Em pêkanînên HTŞ’ê qebûl nakin

Aktîvîsta Dûrzî Raqiya Meşael El Şaîr, anî ziman ku ew polîtîkayên cîhadî yên HTŞ'ê yên li dijî gelan û jinan qebûl nakin û got, "Mafê hemû jinan e ku li her qada jiyanê û di nava şert û mercên ewle de cih bigirin û bijîn."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Hayat Tahrîr El Şam (HTŞ) yê ku li Sûriyeyê desthilatdarî xist destê xwe, sînordarkirina mafê jiyanê yê gelan û jinan didomîne. Bi pêkanîna siyaseta yekperestî, îslamî yê radîkal û cîhadîst ku nasname û çanda gelan ji nedîtî ve tê, polîtîkayên qirkirinê pêk tîne. Aktîvîsta Dûrzî Raqiye Meşel Al Şaîr ji ajansa me re axivî û da zanîn ku ew polîtîkayên cîhadîs yên HTŞ’ê qebûl nakin û anî ziman ku jinên li Sûweydayê pêşengên têkoşîna azadiyê ne.

Raqiye Meşel Al Şaîr, diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma Baas’ê û HTŞ’ê dest danî ser desthilatdariyê, li Sûriyeyê nediyariyek derketiye holê û got, “Eger em li biryar û şêwayê tevgera rêveberiya HTŞ’ê binêrin, em dikarin bi awayekî hêsan bibînin ku ji mîsyona siyasî gelek dûr û qels e. Diyar e ku nikarin sîstema li Îdlibê hatiye avakirin derbas bikin. Ji bo welatekî mîna Sûriyeyê ku xwedî neteweyên cuda û çandên cuda ye, modela li Idlibê hatî pêkanîn nabe.”

‘GELÊN LI SÛWEYDA DIKARIN XWE BI XWE BIRÊVE BIBIN’

Raqiye Meşel Al Şaîr, da xuyakirin ku li bajarê Sûweyda têkiliyên bi HTŞ’ê re, tenê li ser esasê parastina jiyana rojane pêk tê û got, “Heyeta HTŞ’ê ji bo rewşa xizmetê ya li Sûweydayê tesbît bike hat. Her wiha nûnerekî wan li bajêr heye ku karê rûtîn ê bajêr bi rê ve bibin. Ji bo Mohsena Al-Mahîthawî bibe walî pêşniyar hat kirin û tê payîn ku dest bi wezîfeyê bike.”

Raqiye Meşel Al Şaîr, anî ziman ku di navbera HTŞ’ê û bajarê Sûweydayê de têkiliyeke bi tedbîr heye û wiha domand, “Piştî hilweşîna rejîmê, komeke HTŞ’ê ji bo parastin û ewlehiyê hewl da derbasî Sûweydayê bibe. Lê destûr nehat dayîn ku ev kom derbasî bajêr bibe û paşve hatin vegerandin. Li Sûweydayê xebateke siyasî ku di bin çavdêriya HTŞ’ê de tê meşandin heye. Serokê Dûrziyan Şêx Hîkmet El-Hicrî yekser daxuyanî dabû. Di van daxuyaniyan de hat gotin ku wê çek neyên danîn û heta mafên gelan neyên mîsogerkirin wê ev rewş derbasdar be û pêngava dawî jî bêçekbûyîn e. Gelê Sûweydayê xwedî wê qabîliyet û tecrubeyê ye ku xwe bi xwe bi rê ve bibe. Ji bo vê jî wê ji bo azadiyê têbikoşe.”

‘NABE JIN BÊN PIŞGUHKIRIN’

Raqiye Meşel Al Şaîr, bal kişand ser daxuyaniyên rêveberiya HTŞ’ê û got, “Gava ku em li daxuyaniyên Ubeyde Arnavût û Ayşe El-Dibs ên li ser navê HTŞ’ê tên dayîn dinêrin, nepêkane ku mirov bêje tabloyeke baş li benda me ye. Bal kişandin ser pêkanînên li dijî jinan. Hat gotin ku cihê jinê li mala wê ye. Ev daxuyanî nayên qebûlkirin. Mafê jinan e ku li her qada jiyanê û di nava şert û mercên wekhev de bijîn û tevlî jiyanê bibin. Têkoşîna jinan li Sûriyê bi salan e didome. Tinehesibandina vê têkoşînê nayê pejirandin. Jinan ji bo siberoja Sûriyeyê gavên mezin avêtin. Eger em mînakeke şênber bidin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinên ku bi salan e têdikoşin û destketiyan bi dest xistine, hene. Li Sûweydayê jî ev 16 meh in jin têdikoşin. Nabe ku ev rastî bên piştguhkirin.”

‘JINÊN SÛWEYDAYÊ PÊKANÎNÊN HTŞ’Ê QEBÛL NAKIN’

Raqiye Meşel Al Şaîr, diyar kir ku ew li dijî rêgezên rêveberiya HTŞ’ê ya li ser jinan red kirine û li dijî vê yekê mîtîng pêk anîne û got, “Li Sûweyda û li Meydana Kerema mîtîngên bi heybet ên protestoyî hebûn. Jin û gelê Dûrzî yên ku ferzkirinên rejîma Baas qebûl nekirine, wê serî li ber rêveberiya HTS’ê netewînin. Pêşniyarên me ji bo jinan ku aktîf bin û rasterast di sazî û rêxistinan de cih bigirin, mînakên şênber ên nerazîbûna me ya mezin a li hemberî pêkanînan e. Divê hemû mafên jinan bên naskirin. Em ê kesên ku mafên me qebûl nakin, qebûl nekin. Di siberoja Sûriyeya nû de divê jin pêşeng bin. Divê di Destûra Bingehîn de xwedî gotin be. Divê destûr û mafên xwe bi destê xwe binivîsînin.”

‘DIVÊ MODELA RÊVEBERIYA XWESER LI SÛRIYEYÊ BÊ PÊKANÎN’

Raqiye Meşel Al Şaîr, behsa sîstema Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got, “Modela Rêveberiya Xweser, li cîhanê deng veda. Modela herî pêşketî û îdeal e. Divê modela ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye pêkanîn, li tevahiya Sûriyeyê bikeve meriyetê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN SÛWEYDA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD: Dewleta Tirk li dijî mirovahiyê sûc dike
Nûçeya Pişt re Şervanên Bendava Tişrînê: Dijmin li hemberî berxwedanê dişikê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên Hindistanî bang li piştgiriya Şoreşa Jinê ya Rojava kirin

Akademîsyenên jin, femînîst, nivîskar, rojnamevan, hunermend, siyasetmedar û parêzvanên mafên mirovan ên ji eyaletên cuda…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

TJK-E’yê dest bi kampanya şandina nameyan kir

TJK-E destnîşan kir ku divê KWKE biryarên ku standiye (yên derbarê Îmraliyê de) demildest bixe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Mehmûd Xelîl: Wê sibe komek din a dîlgirtiyan were berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Serêkaniyê çeteyan mal talan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Parêzgarê Hesekê û şandeya Wezareta Perwerdeyê li ser pêkanîna ezmûnan hevdîtin kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

400 malbatan berê xwe dan Efrînê; Parêzgarê Hesekê: Em ê vegerê bişopînin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?