Endamê Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl li ser pêşketinên li Rojava û Sûriyeyê di Ronahî TV de nirxandin kir.
Aldar Xelîl behsa hevdîtin û lihevkirina Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed bi Şara re li Şamê kir û got, “Ji 6’ê Çileyê ve konsepteke nû xistin dewrê. Niha li ser gelê me polîtîkayeke îmhayê di dewrê de ye. Gelek dewletan piştgirî dan van polîtîkayan. Konsept li ser îmhayê bû. Gelek dewlet di vê yekê de cih girtin. Me jî dest bi lêgerînekê kir da ku gelê xwe ji van polîtîkayên îmhayê rizgar bikin. Gelê me bi hewldaneke mezin ji bo parastina destketiyên xwe li ber xwe da û berdewam dike. Kurd li çar aliyê cîhanê rabûn ser piyan. Faktora Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de faktoreke sereke ye. Dît ku pêvajoya ku li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin di xetereyê de ye. Vê berxwedanê bandor li ser biryarên ku îro hatine dayîn kir. Dema ku van hemûyan anîn bi ber hev, pêvajoyeke nû dest pê kir.”
Aldar Xelîl peymanê wekî “ev ne dawî ye” bi nav kir û got, “Ev parçeyek têkoşînê ye. Divê em bi rêbazên demokratîk û aştiyane berxwedanê mezin bikin. Ne rast e ku meriv bibêje peyman hatiye çêkirin û her tişt qediya ye. Hîn Sûriye ne welatekî demokratîk e. Hîn hilbijartin çênebûne, parlamentoyek wê tune. Êrîşeke mezin li dijî gelê me hat kirin û em hewl didin ku rêyan bibînin da ku gelê xwe ji wan êrîşan biparêzin. Peyman tê wateya ku alî bi hev re hin gavan paşde bavêjin. Bi qasî ku her tişt ne li gorî daxwaza me bû, ne li gorî daxwaza wan jî bû.”
Aldar Xelîl bi bîr xist ku rêveberiya nû ya Şamê ji ber gelek caran li gorî peymanan tevnegeriya baweriyê bi wê re kêm bûye û got: “Gelek peyman hatin çêkirin, lê wan şertên wan pêk neanîn. Ji ber ku peyman çêbûye em ê nebêjin her tişt qediya ye. Jixwe dibe ku pêvajo ber bi aliyên din ve biçe. Ev peyman dihêle ku partiyên Kurd li seranserê Sûriyeyê siyasetê bikin. Divê dîwarên ku di navbera me û bajarên din ên Sûriyeyê de hatine çêkirin werin hilweşandin. Em ê vê yekê bi têkoşînê pêk bînin. Li gelek bajarên Sûriyeyê Kurd dijîn. Piştî ku gavên pêwîst werin avêtin, em ê li seranserê Sûriyeyê têbikoşin. Dewleta Sûriyeyê zêdetirî salek e gavek ber bi demokratîkbûnê ve neavêtiye; divê em bi têkoşînê bihêlin ku gav bavêje.”
Aldar Xelîl destnîşan kir ku geşedanên ku derketin holê encama berxwedana gel in û wiha domand: “Ger gavek tê avêtin, ev bi saya hêza me ye. Di avêtina van gavan de tu dewletek alîkariya me nekir. Divê em xwedî li xwe derkevin. Em dikarin vê pêvajoyê bi yekîtiya neteweyî pêşve bibin. Di vê pêvajoyê de ruhê yekîtiyê derketiye holê. Ji niha û pê ve divê her kes xwedî li hêza xwe derkeve. Têkoşîn û şoreş berdewam dikin.”

