Rexneyên li ser rapora komîsyonê ya têkildarî pêvajoya nû li meclîsê ava kiriye, dewam dikin. Di raporê de ji ber ku pirsgirêka Kurd ji perspektîfa çareseriyê nehate nirxandin û pirsgirêk bi israr di çarçoveya ‘pirsgirêka terorê’ de hate nirxandin, her wiha bi gotinekê jî qala kesên di binê çavan de hatine windakirin nehatiye kirin, rapor li nava raya giştî bû cihê nerazîbûnan.
Di salên 1990’î de li Tirkiyeyê bi destê dewletê gelek kes di binê çavan de hatin windakirin. Komîsyona Windahiyên di binê Çavan de ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku di nava raya giştî de weke Dayikên Şemiyê jî tê naskirin, li civînên Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî hate guhdarîkirin. Lê belê di raporê de têkildarî windakirina bi zorê û daxwazên xizmên windahiyan nehate bicihkirin. Ev yek ji aliyê Dayikên Şemiyê û raya giştî ve hate rexnekirin.
Endama Komîsyona Windahiyên di binê Çavan de ya ÎHD’ê Sebla Arcan rapora komîsyonê ji ANF’ê re nirxand.
Arcan anî ziman ku li ser vexwendinê ew beşdarî civîna pêncemîn a komîsyonê bûn û di serî de eşkerekirina aqûbeta kesên di binê çavan de hatin windakirin û darizandina berpirsyaran wan li civînê daxwazên bingehîn bi rengekî berfireh anîn ziman. Arcan diyar kir ku wan bendewariya xwe parvekirin ku divê komîsyon heqîqetê înkar neke, hestan ji nedîtî ve neyê û feraseteke ku çareseriyê hildiberîne temsîl bike.
Arcan destnîşan kir ku di raporê de windakirina bi zorê, encamên civakî yên vî sûcê giran û daxwazên bi salan ên Dayikên Şemiyê cih negirtin û got, “Di metnekê de ku bi îdîaya aştiya civakî û demokratîkbûnê hatiye avakirin, jinedîtî hatina binpêkirina ku di asta sûcê li dijî mirovahiyê de ye, kêmasiyeke cidî ye.”
Arcan bi bîr xist ku li welatên mirov bi zorê têne windakirin yek ji pirsgirêkên bingehîn bêcezahiştin e û ragihand ku bêcezahiştin ne tenê sûcên berê dinixumîne, her wiha zemîna wê yekê diafirîne ku heman binpêkirin careke din rû bidin. Arcan destnîşan kir ku ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk û pirrengî divê dawî li bêcezahiştinê bê anîn û pêwîstî bi mekanîzmayên edaletê yên dema derbasbûnê heye, lê belê cihnedana van mijaran di raporê de cihê fikaran e.
Arcan bal kişand ser travmayên civakî yên ji ber binpêkirinên giran ên mafên mirovan û anî ziman ku ji bo ev travma bêne sererastkirin divê mekanîzmayên edaletê yên dema derbasbûnê bikevin dewrê. Arcan diyar kir ku avakirina komîsyonên heqîqetê, darizandina serbixwe û bi bandorê, vekirina arşîvan, lêkolînkirina cihên gorên windahiyan û bicihanîna reformên saziyî hêmanên bingehîn ên vê pêvajoyê ne.
Arcan destnîşan kir ku rûbirûbûn jî aliyê nebe nabe yê vê hewldanê ye û got, divê dewlet û civak bi binpêkirinên berê yên berê re rû bi rû bibe, dest ji polîtîkayên înkarê berde û ragihand ku qebûlkirina heqîqetê bi rengê cemaweriyê, dîtina mexdûran û qeydkirina bûyerên qewimîne li hişê kolektîf mercê destpêkê yê aştiya civakî ye. Arcan got, “Heta ku rûbirûbûn nebe, her gotina li ser aştiyê wê ji bilî bêdengiyeke hesas neyê ti wateyê.”
Arcan ragihand ku rapor bi vê rewşa xwe hêvî û bendewarî şikandiye, lê belê li gel vê yekê jî her derfeta ku dikare derî li demokratîkbûn û aştiyê veke hêja ye. Arcan got, “Raporê bersiv neda be bendewariyên me jî herî kêm zemînekê pêşkêşî asayîbûnê dike, dike ku aştî û heqîqet hîn bi şênberî bêne axaftin. Rêya aştiya mayinde nîşandana heqîqetê û avakirina edaletê ye.”

