Endamên rêxistin û saziyên Şengalê li hemberî hewildanên hikûmeta Iraqê yên ji bo bêçekkirina civaka Êzidî û hêzên wê yên parastinê nerazîbûnên tund nîşan dan.
Hunermend Îskan Helqî bal kişand ser dîroka polîtîkayên Iraqê yên li ser Şengalê û got: “Ev ne cara yekem e ku Iraq dixwaze çekan ji destê Êzidiyan bigire. Ji serdema Melîkiyê heta roja me ya îro, her tim vê yekê dixin rojevê. Ev yek rojên reş ên fermana 2014’an tîne bîra me.”
Helqî bi bîr xist ku di dîrokê de gava amadekariyên qirkirinê dihatin kirin, hikûmetan pêşî dest bi bêçekkirina civakê dikir û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Dema dijmin amadekariya fermanê dikir, hikûmetê dest bi komkirina çek û zadê di nava civakê de dikir. Îro jî dema daxwaza çekan dikin, tê wê wateyê ku amadekariya qirkirinekê tê kirin. Bila civaka me şiyar be, armanc lawazkirina hêzên parastina Êzidxanê û teslîmgirtina vîna me ye.”
Helqî di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Şengalê kir ku li dora hêzên xwe yên parastinê bibin xelek û got “Yên ku îro çekan dixwazin, wê sibê daxwaza ax û rûmeta me jî bikin, weka xelek bi hevegirêdayî ye .”
Endamê Meclîsa Komelgeha Xanesorê Hecî Kulî jî destnîşan kir ku Iraq ji sala 1973’an ve planên qirêj li ser Êzidiyan dimeşîne. Kulî bal kişand ser koçberkirina sala 1975’an û wiha axivî, “Ji ber ku civaka Êzidî teslîm nebû, di sala 1975’an de gel ji çiya anîn deştê û parçe kirin. Iraq dixwaze me bê îrade bike. Ji bo me Iraq êdî ne warê jiyanê ye, bûye warê ferzkirina fermanan.”

