Li gorî saziyên DYE’yê 18’ê Kanûnê roja Pêncşemê du keştî hatine hedefgirtin. Di encama operasyonên ji meha Îlonê heya niha yên li Karayîb û Pasîfîka Rojhilat de herî kêm 104 kes hatine kuştin.
Operasyona dawîn bû sêyemîn êrîşa vê hefteyê hatiye lidarxistin. Roja Duşemê di keştiyekê de 8 kes û roja Çarşemê jî di keştiyeke cudatir de 4 kes hatibûn kuştin. Fermandariya leşkerî ya DYE’yê ya ji Emerîkaya Latîn û Karayîban berpirsiyar eşkere kir ku keştî li ser rêya bazirganiya tiryakê ya tê zanîn bûn û li ser behra navneteweyî hatine hedefgirtin.
Lê belê rêveberiya Donald Trump delîleke şênber nîşan neda ku keştiyên hatine hedefgirtin baziraganiya tiryakê dikin.
Rewabûna hiqûqî ya êrîşan hem li DYE’yê û hem jî di qada navneteweyî de bû mijara nîqaşê. Hin pispor û rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) operasyonên berbehs weke ‘’înfaza bêdaraz’’ pênase dikin.
Her wiha Serokê DYE’yê Donald Trump, Serokdewletê Venezûelayê Nicolas Maduoro bi navendbûna torên tiryakê sûcdar dike û Maduoro jî van îdîayan red dike. Trump diyar kir ku ji bo operasyoneke muhtemel a li dijî Venezûelayê hewceyî bi erêkirina Kongreyê tune ye.
Muxalefeta Demokrat û hin navên Komarparêz ên Kongreya DYE’yê jî dibêjin ku ji bo operasyoneke muhtemel a li ser xakên Venezûelayê hewceyî bi erêkirina Kongreyê heye.

