Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku hêzên Şamê ji bajarê Hamayê vekişiyan. Lê di raporên dawîn de hat gotin ku hêzên Şamê venekişiyane. Li Idlibê jî, çeteyan ragihand ku bajarê Meret Numan û Xan Şêxon xistine bin kontrola xwe.
SOHR’ê destnîşan kir ku hêzên Şamê ji bajarê Hemayê vekişiyane û anî ziman ku karwanên leşkerî yên artêşa Sûriyeyê ji Hemayê ber bi Humsê ve vekişiyane. SOHR’ê diyar kir ku çeteyên Heyetˋê di saetên borî de 16 gundên Hamayê xistine bin kontrola xwe.
Li aliyekî din jî hêzên Şamê got ew hîna li nuqteyên xwe yên li bakur û rojhilatê Hamayê ne û amade ne bersiva êrîşên çeteyan li dijî Hamayê bidin.