Li gorî nûçeya Rojnewsê, artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan beşeke mezin a rêya kevirîn a Geliyê Reşava ya dikeve sînorê bajarokê Dêrelok ya ser bi Parêzgeha Dihokê teqnd.
Dirêjiya rêya Geliyê Reşava 15 kêlometre ye. Dewleta Tirk rojane xaka Kurdistanê talan dike.
Hate ragihandin ku armanca vê yekê ewe ku rêya leşkerî ya ji bo derbaskirina wesayîtên leşkerî û veguhestina leşkeran ya ji bo herêmên stratîjk ya li Başûrê Kurdistanê ye.
Berî niha dewleta Tirk du rêyên din li Dêrelok ya dikeve Avaşîn û Berê Sîlê ya Amêdiyê çêkiribû. Bi vekirina rêya li Geliyê Reşava hemû herêmê bi hev ve bide girêdan.
Heta niha rayedarên Hikûmeta Herêmê û Iraqê li hemberî vê yekê helwestên cidî nîşan nedaye.

