Pêncşem, 13 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hevdîtina Heyeta DEM Partiyê ya bi Erdogan re bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Burdurê yên jehrkirî bûne nabin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê bi Erdogan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyet wê bi Erdogan re bicive: ‘Divê em di demek nêz de bi Birêz Ocalan re jî bicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Wê desteyên nû ava bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofa Îtalî name ji Rêber Apo re şand: Azadiya we parçeyekî aştiyê bi xwe ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê hişyarî da sîxuran: Nebin hevkarên dijmin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Bogotayê Konferansa Jinan: Li dijî êrîşên netewe dewletê avakirina komunan
Jin

Li Bogotayê Konferansa Jinan: Li dijî êrîşên netewe dewletê avakirina komunan

Jinan ji parastina axê û rêxistina komunal bigire heya têkoşîna li dijî derxistina madeyan, tundiya paramîlîter axivîn û li ser rola berxwedana jinan a li dijî êrîşên kûrevî rawestiyan û gotin: “Ne dewleta otorîter û ne jî ya pêşverû çareserî ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Sibat 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Konferansa “Em ê bişkivin ji ber ku şer nikare kokên me hilweşîne” a ku ji hêla tora “Jinên Pêşerojê Dirêzin” û tevgerên jinan ên li Emerîkaya Latîn ve hatî organîzekirin, serê sibê li paytexta Kolombiya Bogotayê dest pê kir. 

 

Di axaftinên vekirinê de, hate diyarkirin ku ev konferans nîşan dide ku têkiliyên di navbera jinan de bi tu şêweyên mêtingerî, kapîtalîzm an serdestiya mêran nikarin qut bikin. Piştî misogeriya ewlehî, beşdariya demokratîk û lênêrîn û baldariya hevparhat ravekirin, xwepêşandanek ku hêza cihêrengiyê û girêdana di navbera jin û xwezayê de nîşan da hat pêşkêşkirin.

Xwepêşandan bi strana dengbêjî ya ku ji hêla jinek Kurd ve bi dengê xwe ya berxwedan û yekîtîya jinên Abya Yala û Kurdistanê ve hatî gotin dest pê kir. Jinên ji welatên cûda yên ku cilên neteweyî li xwe kiribûn, derketin ser dikê, di destek wan de mûm û di destê din de bergên sor, zer û kesk hilgirtibûn, reqisîn. Piştre jinên derketin ser dikê bi zimanê xwe yê dayikê, berxwedana ku jinan li ser erd û avê ji çemên Abya Yala heta çiyayên Kurdistanê, nivîsandine silav kirin. Di dawiya xwepêşandanê de, hemû jinan bi hev re stranek spanî ya ku ji bo konferansê hatî çêkirin gotin. Stran diyarî tov, erd û asîmanê ku Abya Yala û Kurdistanê digihîne hat kirin.

Konferans bi dîmena bi navê “Bayê Hevpar” a ku şerê sêyemîn ê cîhanê yê ku ji hêla kapîtalîzm, mêtingerî û milîtarîzma li dijî jinan vedibêje hat pêşandan. Di dîmen de têkoşîna hevpar a ku bi pêşengiyan jina ji bo xweserî û xwezayê tê meşandin hat vegotin. Piştî pêşandan dîmen, komek jin a ku têkoşîna kolektîf a ku temsîl dikin û analîzek siyasî xwendin.

ARMANCA KONFERANSÊ PÊŞIYA BERXWEDANA LI DIJÎ ŞERÊ CÎHANÎ VEKE YE

Di analîza siyasî de dijminê hevpar wekî kapîtalîzm, emperyalîzm, serdestiya mêran û pergala mêtinger hat ragihandin. Komên çepgir û pêşverû vexwendin rexnedayînê û hat diyarkirin ku têkoşîna civakên cûda pêşengiya têkoşîna heyî dikin.

Di analîzê de hat diyarkirin ku krîza navneteweyî di heman demê de krîzeke şaristanî ye ku bandorê li qadên jiyanê dike û wiha hat gotin: “Ev krîz ji ber ku kapîtalîzm xwe ji nû ve hildiberîne û rê li ber xweza û mirovahiya ku  hewl dide xwe ji nû ve hilberîne digire. Nijadperestî û mêtingerî civakan bê milk dihêlin, beden, dîrok û erdê dike meta û jiyanên hêja û bêqîmet diafirînin. Hewl didin ji nû ve teşeyê bidin asoya hevpar a mirovahiyê bi qirkirin, bêcezatiya navneteweyî û tundiyê. Careke din em şahidiya ku mêtingerî, netewe dewlet, emperyalîzm û serdestiya mêran in ku bi awayekî nêçîrvanî êrîşî jin, koçber, xizan û zarokan dikin.”

Piştî daxuyaniyê, dirûşmeya “Em ê şîn bibin, hûn nikarin bi vî şerî kokên me jê bibin” hatin berzkirin.

RÛNIŞTINA YEKEM: POLÎTÎKAYÊN MÊTINGERIYÊ Û TÊKOŞÎNA PARASTINÊ

Di rûniştina yekem a bi sernavê “Li Abya Yala polîtîkayên mêtingerî û êrîşan de têkoşîna ji bo parastina axê” de polîtîkayên derxistina çavkaniyên xwezayî yên wekî (maden û petrol û îstismara derûnî û bedenî) li parzemînê û polîtîkayên dewletan, şîrketên pirneteweyî û hêzên paramîlîter hatin nîqaşkirin. 

Rûniştina yekem ji aliyê nûnera Femînîstên Abya Yala ve hat birêvebirin. Axaftina yekem ji aliyê Nadia Umana ve, li ser navê Kongreya Gelan a Kolombiyayê hat kirin.

Nadia Umana diyar kir ku Kongreya Gelan rêxistineke wiha ye ku ev 15 sal in hewl dide têkoşînan bide hev û têkoşîna gund û bajaran bi hev ve girê bide. Umana wiha domand: “Me ew herêmên ku ji destên me hatibûn girtin, careke din bi dest xistin. Hişmendiya baviksalarî xwe her roj nû dike. Em bi êrişên dîrokî yên mêtingerî û kapîtalîzmê re rû bi rû ne. Gelek celebên êrişan hene. Bo nimûne, projeya enerjiya paqij xwe wekî alternatîf ferz dike û dest dide ser xwezaya me. Paramîlîtarîzm xwe wekî polîtîkayeke dewletê ji nû ve ava dike. Komên çekdar wekî çeteyên derveyî dewletê tên dîtin, lê ew bi dewletê ve girêdayî ne û tên teşvîqkirin. Êrîşên li dijî me, dişibin yên li Wenezuelayê. Li dijî van êrişan, helwesta hevpar û berxwedaneke wekî vê konferansê gelek girîng e.”
Piştre, nûnera şaredariyeke Meksîkayê Atahuelpa Sofia axivî û wiha got:
“Pîşesaziya li herêma me pêş dikeve, qirêjbûna av û axê zêdetir dike. Niha di herêmeke piçûk de zêdetirî 900 pargîdaniyên neteweyî û navneteweyî yên elektronîk, kîmyewî û motoran hatine avakirin. Ez dixwazim mînakekê bidim daku bandora vê qirêjiyê diyar bibe: Kefên qirêj ên ku li ser çavkaniyên avê çêdibin, dibin sedem ku zarok di temenekî pir piçûk de bi nexweşiya penceşêrê bikevin, nexweşiyên nenas di laş de peyda bibin û nexweşiyên gurçikan di nava girseyeke mezin a gel de belav bibin. Herêma me yek ji wan deran e ku dewleta Meksîkayê herî zêde dewlemend dike. Li vir, ne tiştekî asayî ye ku zarok di temenê piçûk de bi nexweşiyên giran bikevin.”

‘LI DIJÎ ÊRIŞÊN DEWLET-NETEWEYÊ, PÊKHATEYÊN KOMUNAL RIZGARKER IN’

Axivêra sêyem ku li ser navê Yekîtiya Komunên Wenezuelayê beşdarî konferansê bûbû, ev xal destnîşan kirin: “Em ev 28 sal in di bin êrîşên hêzên derve yên ku modela neolîberal ferz dikin û dewlet-neteweya ku dixwaze hêzên komunal tune bike de ne. Em bawer dikin ku tenê pêkhateyên komunal dikarin me rizgar bikin. Komun wê me rizgar bike. Ji ber vê yekê em dewleteke komun dixwazin, lê ew dixwazin me tune bikin. Em ji ber pîşesaziya petrolê dikişînin. Têkoşîna me ya destûra bingehîn a sala 1999’an pir girîng bû. Me derbasî demokrasiyeke beşdar kir. Ew destûrek e ku mirovan wekî ‘kirdeyên zagonî’ nas dike û berxwedana me ya li dijî dewleta emperyalîst nîşan dide. Xala 5’emîn a destûrê radigihîne ku em Bolîvarî ne û di şopa Simon Bolivar de, em xwe wekî gelên Kolombiyayê yên azad, serwer û yekbûyî pênase dikin. Lê belê ji wê gavê û pê de êrîş dest pê kirin. Ji ber ku em parastina jiyanê dikin. Ji ber ku me ew axa ku gel keda xwe dabûyê, kir a xwe. Vê yekê şerek da destpêkirin. Lê em têdikoşin. Tenê çavkaniya me dengê me ye. 

‘EM BI DAHOL Û RUHÊ XWE AXA XWE DIPARÊZIN’

Carmen Alverez ji Konfederasyona Gelên Xwecih ên Hondurasê, li ser navê 47 civakan wekî axaftvan beşdarî konferansê bû. Alverez, êrîşên pargîdaniyên pir-neteweyî û dewletê û berxwedana jinan bi van gotinan anî ziman:
“Em li ber deryayê dijîn. Derdên me pir in. Em di bin êrîşa pargîdaniyên pir-neteweyî û dewletê de ne. Lê bav û kalên me, me diparêzin. Di nava rêzeke kûr de em axa xwe diparêzin. 47 civak bi heman pirsgirêkê re rû bi rû ne. Pargîdaniyên pir-neteweyî û dewlet axa me ji destê me digirin û me derdixînin. Em jî parastinê dikin. Bo nimûne bi vekirina dozan. Lê dewlet me tune dihesibîne. Em axa xwe paşve dixwazin lê nayê qebûlkirin. Dibêjin ku em ‘tu kes’ in, lê em civakeke aştiyê ne.

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BOGOTA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Artêşa Tirk li Geliyê Reşava ya li Dêrelokê rê çêdike
Nûçeya Pişt re Li Rojava ji bo xurtkirina ewlehiyê piştdayîna hêzên ewlehiyê didome
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji KJK’ê deklarasyona ‘rêxistinî, xweparastin û seferberiyê’

KJK’ê got, tundiya li ser jinan bi rêya polîtîkayên dewletê bi rêk û pêk tê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Lubnanê hişyariya ‘bêîteatiya sivîl’

Teqawidên artêşa Lubnanê hişyarî dan hikûmetê ku ger heya roja Înê mûçeyên wan ên teqawidbûnê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Japonyayê bobelata berfê: 46 kes mirin, 558 kes jî birîndar bûn

Li Japonyayê barîna berfa zêde ya di nava meheke dawîn de rê li ber bobelateke…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?