Artêşa Tirk a dagirker li pişt gundê Guherzê yê navçeya Amediyê ya Dihokê nuqteyeke nû ya dagirkeriyê ava kir.
Dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya PDK’ê li vê derê dest bi înşaeteke nû kiribû.
Baregeha nû derfetê dide dewleta Tirk ku di serî de Dêrelûk beşeke mezin a herêmê ji aliyê leşkerî ve kontrol bike.