Rojnamevanên Şengalê ji bo derbarê 10’emîn salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de hevdîtinê pêk bînin çûn bajarokê Til Qeseb ê Şengalê, di dema vegerê de wesayîta wan li navenda Şengalê rastî êrîşa bombeyî hat.
Asayîşa Êzidxanê ku li cihê bûyerê lêkolîn kir, ragihand ku êrîş ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye kirin. Asayîş ragihand ku di êrîşê de nûçegihanê Çira TV Medya Hasan Kemal, Nûçegihanê Çira FM Murat Mîrza Îbrahîm, ajokarê wesayîtê Xelef Xidir û sê kesên li cihê bûyerê Ziyad Eliyas Qasim, Mecîd Cemal Reşo û Zîlan Ziyad Eliyas birîndar bûn.
Hate ragihandin ku Mûrat Mîrza Îbrahîm ê ku birîndar bû, demeke dirêj xebatkarê Çapemeniya Azad e. Aqûbeta birayê wî yê ku di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatiye revandin hêj ne diyar e û xwişkek wî paşê hatiye rizgarkirin.