Di çarçoveya koordînaya hevbeş û xebata li gorî lihwevkirina 29’ê Çileyê navbera QSDˊê û hikûmeta demkî de, şandeyek Ewlekariya Giştî ya girêdayî Wezareta Navxweyî ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) civînekê li dar dixin.
Civîn li bajarokê Çelebiyê yê rojhilatê bajarê Kobanê tê lidarxistin. Di civînê de mekanîzmaya pêkanîna aliyê ewlehiyê weke gava duyemîn a piştî qonaxa herêma Şêxler û çawaniya pêkanîna avakirina nuqteyên hevbeş li gundewarê rojhilatê tê nîqaşkirin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê hevdîtin û nîqaş hîna li ser hejmarek nuqte û mekanîzmaya birêvebirina wan dewam dikin.
Ev hevdîtin di çarçoveya xebata li gorî 29ˊê Çileyê ya navbera hikumeta demkî û QSDˊê de pêk tê.
Duh jî li bajarê Helebê di navbera Asayîşa Kobanê û fermandariya Ewlekariyê ya Helebê civînek li ser mekanîzmayên bicihanîna bendên lihevkirina 29ˊê Çileyê hatibû lidarxistin. Di civînê de rakirina dorpêça li ser Kobanê, pêşxistina hevkariya ewlehiyê ya bajêr û gudnewarê wê hatibûn nîqaşkirin.

