Fermandariya Asayîşa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di daxuyaniya xwe ya li ser mijarê de wiha da zanîn:
“Em hevrêyê xwe Şervan Rojvan (Dilxwaz Loqman Bekir) ku di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn de cih digirt, bi ruhekî fedayî di berxwedaniya Eşrefiyê û Şêxmeqsûd de têkoşiya û di 7’ê Çileya 2026’an gihaşt şahadetê, bi rêz û minetdarî bi bîr tînin.
Di şexsê hevalê Şervan Rojvan de em hemû şehîdên xwe yên berxwedaniya Eşrefiyê û Şêx Meqsûd bi rêzdarî bi bîr tînin û ji malbatên şehîdên xwe yên canbexş û gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Ji 6’ê Çileya 2026’an ve, komên çete yên girêdayî hikumeta veguhêz ên Şamê bi her cure çekan û rêbazên hovane êrişî taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd kir. Çeteyên girêdayî Şamê bi alîkariya dewleta Tirk ve bi her cûre çekên hewayî û bejahî êrişên giran li ser gelê me pêk anîn.
Li hemberî van êrişan, gelê me yê berxwedêr û hêzên ewlekariya her du taxan dest bi têkoşînê kir û derbên giran li çeteyan dan. Gelek tang û seyarên zirxî yên dijmin hatin rûxandin. Di her çalakiyekê de gelek çeteyên girêdayî Şamê hatin bêbandorkirin. Hevalê Şervan jî ji mêj ve li taxa xwe di nav xebatan de cih digirt. Ji kêliyên destpêkê ve li nav şerê li Taxa Eşrefiyê de cih girt. Ji bo gelê xwe çi ji dest hat pêk anî û derbên giran li çeteyên dijmin da. Kedakarê hêzên Ewlekariya Hundrîn rêheval Şervan Rojvan, bi berxwedana xwe ya dîrokî navê xwe li nav têkoşîna azadiyê da neqişandin.
Hevalê me Şervan Rojvan ku endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû; bi eslê xwe ji navçeya Raco ya Efrînê ye. Di sala 1998’an de li Raco’yê di nava malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Di malbatê de bi giştî 5 bira û xwişk in. Hevalê me Şervan Rojvan, zewicî bû û zarokekî xwe hebû. Ruxmî berpirsiyariyên xwe yên malbatî, her dem rizgariya gel û welatê xwe esas girt û bi vê bîr û baweriyê di sala 2022’yan de li nav xebat û têkoşîna Helebê de cihê xwe girt. Rêheval Şervan Rojvan, ji sala 2022’yan heta kêliya şahadeta xwe; bi ked û fedakariya xwe pêşengî kir. Di berxwedaniya Eşrefiyê ya li kêleka taxa Suryan de cih girt û derbên giran li çeteyên HTŞ’ê û Tirkan da. Rêhaval Şervan, li hemberî hemû gef û xeteriyên li ser gelê xwe heta kêliyên dawî jî bi welatparêziyeke rastîn têkoşiya. Rêheval Şervan Rojvan, aramiya malbata xwe, di rizgarkirina welatê xwe de didît û her dem di asta herî jor de tev li hemû xebatên parastina gelê xwe bû. Em rêhevalê xwe Şervan Rojvan ku bi kesayeta xwe ya aram, xwînsar û dilpola derdiket pêş, bi rêz û minetdarî bi bîr tînin.
Ji ber şehadeta hevalê Şervan Rojvan em ji malbat û hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Di şexsê hevalê xwe de soz û girêdayîna xwe ya bi şehîdan re dubare dikin.”
NASNAMEYA ŞEHÎD

Nasnav: Şervan Rojvan
Nav û Paşnav: Dilxwaz Loqman Bekir
Navê Dayik: Hiyam
Navê Bav: Loqman
Cih û Dîroka Şahadetê: Heleb/Eşrefiyê, 7 Çile 2026

